Bi namûs kar ji vî karî xweştir tuneye

Wek hûn zanin, di 8 ê Adarê de komela Şefkat-Der daxwaznameyek dabû meclîsa Tirko û gotibû: „Yan divê kerxaneyên ku jin wek koleyan tê de tên xebitandin bên girtin, yan jî divê kerxaneyên ku zilam jî karibin xwe tê de bifroşin bên vekirin“ û dabû lotikan.

erkek genelev

Li gora agahdarîya ku Şefkat-Der daye çapemenîyê, ji 8 ê Adarê û virde 2000 (2 hezar) zilam û xiyarên qeşartî serî li wan daye û xwestine ku di kerxana zilaman de kar bikin, hem têra xwe nîhandinên xwe bikin û hem jî ji teralî û zugurdîyê azad bibin û paran qezenc bikin.

Kuro law ma kar ji vî karî xweştir heye?

Ma kar ji karê kerxanecîtîyê xweştir heye?

Hem têra xwe bazde ser xelkê û hem jî bêrîka xwe tije pare bike.

Hem zebeş û petîxên cûrbecûr, piçûk û mezin bixwe, hem keleşkofa xwe dohn bike û hem jî bela lîre, dolar û euro têkevin bêrîka te.

Ma ka ji vî karî xweştir kar cîgerim?

Na na, bi dîn û îman ev kar ket serê min. Min temenê xwe di ber siyasetê de heba kir, himaltî û xulamtî kir, birçî û parsek mam. Lê êdî bes e!

Ez jî serî li Şefkat-Der ê didim û dibim kerxanecî û xilas…

About The Author