Mrz 31, 2013

Monat: März 2013

Ozkok efendî qiyamet rakir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Nizanim ne qiyamet nêzîk dibe, ne jî mirina hinekan nêzîk dibe. Lê tiştê ez zanim, Kasimpaşalî Receb nîhaye qûna gellek kes û partîyan û ew xesandine. Min guhertina her kesî texmîn dikir, lê guhertina kesekî mîna Ertûgrûl Ozkok texmîn nedikir. Nivîskar û gerînendeyê rojnama Hurrîyet Ertûgrûl Ozkok, wek Tirkekî nîjadperest û dijminê riknê milletê Kurd […]

Ziman û talokeya li ber me

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Zimanê miletekî yek ji mafên herî sereke , siruştî yê milletekî ye ku tenê raya wî milletî li ser bikaranîn û nebikaranîna vî mafî heye û ji bilî rewşên derasayî û hebûna şertên zext û zordarî û pêkutiyan, bêyî ku mafê bikaranîna vî mafî, were qedexe kirin û ji dest were standin, ti milet, bi […]

Ortaç efendî jî hat îmanê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Lotikvanê germik û nermik, zîtirkvanê hacûc û macûcî Serdar Ortaç, di sala 199 an de de kevçî avêtibû Ahmet Kaya û tirrek kiribû. Lê xuyaye îro poşman bûye û hatiye îmanê. Serdar Ortaç beg efendî wek endamê jûrîyê beşdarî Popstar Alaturka a Star TV bû. Gava ji Bûlgarîstanê kesê bi navê Îsmaîl derket ser dikê, […]

Hîlal xanim piştgirî da lotika Seloyê me

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Nizanim we xwend yan na, berî niha Serokê BDP Selahattîn Demîrtaş di derbarê ala Tirkîyê de lotikek qerase avêtibû û gotibû „Divê navê „Ala Tirk“ bê guhertin û bibe „Ala Dewletê“. Bila li şûna „Ala Tirk“ Ala Dewletê“ bê bikaranîn“ û lotikek dewletkî avêtibû. Niha jî lotikvana sergirtî, bedewa germik û nermik Hîlal Kaplan xanim […]

Beşîkçî mîrkutek li nav serê başqanê me xist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Xalê me yê gunikreş û mêrxas Îsmaîl Beşîkçî, dîsa lotikek raste rast avêt û mîrkutek li nav serê başqanê me xist. Îsmaîl Beşîkçî di derbarê pêvajoya Îmralîyê de dîtinên xwe anî zimên û tofan rakir. Xalê me Beşîkçî got: „Binerin kezebno, Ocalan hevdîtinan bike tiştekî ne rast e, xelet e. Diviyabû di vê pêvajoyê de […]

Kasimpaşalî lotikek têr îman avêt

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Serokwezîrê Tirkîyê Kasimpaşalî Receb beşdarî bernameya Kanan D û CNN Turk bû, lotikek têr îman avêt û behsa Kurdistanê kir. Cîgerim Receb di bernameyê de got “Di dema Osmanîyan de jî eyaleta Lazîstan û Kurdistanê hebû. Divê meriv ji sîstema eyaletan netirse qardaşim” û da bin dûvê tirşikçî û mirşikçîyên dewletê. Cîgerim Receb darek xist […]

Cîyê wî bihuşta rengîn be

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Wesîyetname   Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Ey gelê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî! Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û […]

Eşrefê me piştî 40 salî CHP nas kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Siyasetmedarê Kurd yê berê Eşref Erdem, di derbarê CHPê de axivî û dest bi lotikan kir. Eşref ê ku nêzîkî 40 salî di nava CHPê de siyaset kir, CHP wek partîyek şoven û nîjadperest sûcdar kir. Eşrefê me anî zimên ku CHP di nav nîjadperestiyê de xwe hepis kiriye û ji bo vê jî di […]

Mihemedo lotikek xweş avêt

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Serokê Karûbarên Diyaneta Tirkîyê Prof.Dr. Mehmet Gormez, li bajarê Izmîrê lotikek xweş avêt der û dorê û di devê nîjadperestên Tirkîyê de mîzt. Mihemedê me got ku „Bêdengkirina çek û sîlehan wê herkesî bextewar bike, lê ya herî girîng jî vemirandina agirê dilê xelkê ye. Ne tenê vemirandina agirê ku ji sîlehan dide der, lê […]

Nûr Surer kurtan li Kemalo kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Lîstikvana germik û nermik xanim Nûr Surer, kirasê xwe li serê CHP û serokê wê Kemal Kiliçdaroglû gerand û mîrkutek li nav serê wî xist. Hunermend û sîyasetmedar CHP wek „Nîjadperest“ sûcdar dikin û deftera CHP diçirînin. Ji wan hunermendan yek jî  Nûr Surer e. Surer beşdarî televîzyonek taybet bû û Serokê Giştî yê CHP […]

Tê derxin û xurcikek hejîr qezenc bikin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 6
Ji hinekan re por pîroz e. Û ji hinekan re jî laş pîroz e. Û ji bo we çi pîroz e gelo? Hinek kesên ku li gor bawermendîya xwe girtina porê xwe pîroz dibînin, ji alîyê din qûna xwe berdidin çolê û haya wan ji bayê felekê nîne. Xuyaye ji wan re por ji qûna […]

Tê derxin û 3 elokan qezenc bikin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 7
Birastî gellek caran ez meraq dikim. Gelo gerîllayên  PYD çima ser û çavên xwe digirin, çima xwe ji xelkê xwe vedişêrin? Ji xwe piştkul in yan jî naxwazin dijmin wan nas bikin? Yan jî ewên rû veşartî ne PYD î lê pasdarên Îranê û lotikvanên Beşarko ne? Yan jî tiştekî din di meselê de heye? […]

Ma Kurd û heq û hiqûq?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Daxuyanîya ku serokê Kurdên erd û ezmana sayin Ocalan di Newrozê de dabû, rojeva Kurd û Tirkoleran kir wek pelûla germ. Hinep pê dilxweş bûn, hinek jî pê dilreş bûn. Di vê derbarê de xalê Kurdên sererd û binerd birêz Îsmaîl Beşîkçî jî lotikek avêt û rojev sincirand. Xalê me Îsmaîl Beçîkçî li Stenbolê di […]

Ayselê lê Ayselê…

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 8
Wekîla BDP û seroka Kurdên peppûkî xaltîka we Aysel Tûglûk, vegerîya ser kok û binyata xwe û cardin dest bi lotikên Kemalkî kir. Xaltîka we Tûglûk xanim ji rojnama Radîkal re çi gotibe başe? Ji Nazan Ozcan re gotiye: „Binere keçko, nameya Ocalan ji bo min ne tiştek nû bû. Ji xwe Ocalan ev e. […]

Xaltîka we Nûrsel a Tirk mîrkutek Kemalkî li nav serê Kurdan xist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Belê, wekîla BDP Nûrsel Aydogan bi eslê xwe ji bajarê Bûrsa ye û Tirk e. Ew jî wek gellek Tirkên Kemalîst bi paraşûtê daxistine nav Kurdan û kirine serok û berdevka hinek Kurdên xwelîliser. Nûrsel a Tirk û berdevka Kurdên xwelîliser, di derbarê ala Tirko de di devê Kurdan de rît û qenc û xweş […]

Bihuşta Ewrpûpayê Cap d’Agde

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Li Fransayê bajarek bi navê Cap d’Agde heye. Ev bajar wek bajarê şût û rûtan, bajarê tazî û mazîyan navdar e. Li vî bajarî tazîbûn  serbest e. Herkes kare xirrik û mirrikê xwe berde çolê û derkeve kêf û seyranê. Şênîyên bajarê Cap d’Agde hingî ku fêrî tazîbûn û mirovên tazî bûne, gava insanekî bi […]

Mêro bûye bekçîyê „tayt „ û „mayt“ an

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Parêzerê xurufî Alî Kemal Yilmaz Bayraktar (navê wî jî wek kîrê kerê dirêj e law) li bajarê Trabzon ê bûye bekçîyê jinên ku „tayt – derpîyên tenik û teng“ li xwe dikin û li dijî jinên taythez dest bi şerê çekdarî û hiqûqî kiriye. Parêzer Alî Kemal Yilmaz Bayraktar, li ser cama ofîsa xwe nivîsandiye […]

Nirxê xwe neke nirxên me xalê Osman

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 6
Çima ku di Newroza Amedê de ala Tirko nehatiye daliqandin, Kasimpaşalî Receb û çawîşên wî rabûne ser tapanan û rexne li çawîş, başçawîş û çaycîyên PKK û BDP digirin. Xwedê heye, mafê Kasimpaşalî Receb jî heye ha. Madem êdî we dev ji Kurdistanek serbixwe berdaye û hûn dewletbûnê ji Kurdên xwelîliser re heram dibînin, madem […]

Mêrê 10 jinan, dîkil axa!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Piştî ku li başûrê Kurdistanê qanûna „pirjinîyê“ derket û zilam karin 3-4 jinan bînin, dîkên başûrê Kurdistanê jî dest bi lotikan kirin û tew qanûn manûn nehiştin, ne 3-4 lê bi 10 mirîşkan re dizewicin û têra xwe difisikînin wan. Li gora îstatîstîka Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê, her dîkek 10 mirîşk dikevin para wî […]

Kûçik ji mirovan bi wîjdantir in

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Li Îngîlîztanê bernameyek li ser “Jiyana Veşartî ya Kûçikan” hat çêkirin û di kişandina wêneyan de kiryarên balkêş derketin holê. Di kişandina fîlmê dokumenter ê “Jiyana Veşartî ya Kûçikan” de hat dîtin ku kûçikek bîberonê dixe devê berxikek piçûk, berxikê şîr dide û heta berxik şîrê xwe diqedîne, bîberonê ji devê xwe dernaxe. Niha ev […]

Erebên qûnreş li celladan digerin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Belê, kesên bê kar û tiral bin, kesên zugurd û bê pare bin, bila berê xwe bidin Siûdî Erebistanê û bibin cellad. Bawer bikin hûnê qiyametek pare bistînin û têra xwe serê xelkê jêkin. Li ser bextê rojnameya El Yûm be, dibêjin ji ber ku li Siûdî Erebistanê hejmara celladên ku serê xelkê bi şûr […]

TCK Newroz xweştir û geştir kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Bakurê Kurdistanê bûye berdî berdan. Bûye bêndera gund û gellek kes yan partî bi navê Kurd û Kurdistanê li ser wê bênderê cercerê dikin, pêl nirx û hêjayîyên gelê Kurd dikin, wan nirxên pîroz aloz û bê wate dikin. Ma al neçû, ma ziman neçû, ma Kurdayetî neçû, ma Kurd û Kurdistan neçû, ma çi […]

Hekîmê me jî Lotikek bê îman avêt

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Di serî de cejna Newrozê li we hemiyan pîroz be. Biraderên qedirgiran, di van rojên pîroz de Hekîm Sefkan jî lotikek ecêb avêt, xwe ji hemî kar û xebatan vekişand, îcar dora hevalaye ka wê bersivek çawa bidin. Pirs: Gelo dilê hevalan bi dehsalên sansûrê rihet bû ku Hekîm vegerînin wek berê yan nebûye? Gelo […]

Newroz çiye ? Newroz kî ye ?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Newroz bûk e, Newroz jîn û evîn e Newroz yar e, gul û sosin bi bîn e… ! Newroz keç e, ciwan û pir çeleng e Bi xeml û xêz, çi xweş şox û çi şeng e.. . ! Newroz deng e, fîxana bilbilan e Çi xweş nazik, li ber guh û dilan e… ! […]

WE DÎT ÇI GOT ?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Xaltîka Perwînê Kurdî wilo kir şorbe ku ez bawerim kesekî ji we fêm nekir başqan çi gotiye. Ezê yeko yeko Kurdîya xaltîka Perwînê wergerînim ku bê fêm kirin. 1-    Dîjle û Ferad kiriye birayê çemê Sakarya û Merîçê. 2-    Ararat û Cûdî kiriye dostê  çîyayê Ercîyas û Qaçkarê. 3-    Govenda me kiriye merivê horon û […]

NEWROZ LI WE PÎROZ BE

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Cejna Newrozê li we hemiyan pîroz be: Li sêwî û belegazên Kurd pîroz be. Li qels û jarên Kurd pîroz be. Li oldar û maldarên Kurd pîroz be. Li şehîd û xaziyên Kurd pîroz be. Li xebatkar û tiralên Kurd pîroz be. Li zarûk û ciwanên Kurd pîroz be. Li kal û pîrên Kurd pîroz […]

Çi bi Janê me hatiye?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Gelî camêr lawên camêran, biraderên qedir giran, gelo miletekî bindest û partiyek ku tekoşîna azadîyê dide çawa dibe faşist ez nizanim? Weleh û bileh û tileh vê nivîsa Dostê Janê mejîyê min çelqo melqo kir û mehdê min ji nivîsandin û nivîskarên mîna vî kesî xeland, ez nizanim gelo yê we camêran çawa kir? Carekê […]

Xwedê 5 xiyar kirine qismetê Rajo xanim, ooooxxxxxxxx!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Jinên ku dixwazin bibin xwedîyê mafên bê sînor, bila nesekinin û bên Hndistanê. Li Hindistanê jin karin bi 5-6 û hetta 10 mêran re bizewicin û her şev xiyarekî taze û qeşartî bikin cacîq û bixwin. Li Bakurê Hindistanê, li bajarê Dehradun, jina 21 salî Rajo Verma, ji xwe re jiyanek li gel 5 mêran […]

Newroza we pîroz be

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Nîşana azadî, serhildan û berxwedana gelê Kurd Newroz li hemi Kurdên bi namûs û xîret pîroz be. Hêvîdarin emê rojek ji rojan Newrozên xwe di Kurdistanek serbixwe, yekgirtî û azad de pîroz bikin. Bijî Newroz! Bijî Kurd, bijî Kurdistan! Lotikxane

NEWROZ

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Newroz pîroz be,win nekin kînê Rojê bi doz kin, ji boyî jînê Newroz pîroz kin, rojê bi doz kin Deynin ser ziman,bi şeker-loz kin Li heyf negerin, ji doz megerin Win aştîxwaz bin, ji maf megerin Bo win ser bilind,ew serî xwar in Da gel fêm bike, ew çi barbar in   Ya rast biparêz, […]

Piştî 50 salî da lotikan

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Ma ji vê ecêbê mezintir, ji vê qebhetê mezintir qebhet hene gelo? Wer meriv piştî 50 salî esl û binyata pîrika xwe nas bike kuro! Stranbêja navdar a Ereb û lotikvana germik û nermik xanim Mayada el Hennawi, piştî 50 salî pê hisiyaye ku pîrika wê (dapîra wê) Kurd e û rabûye stranek li ser […]

Şabaş ji „Demokratîkkirina Tirkîyê“ re!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Şikir ji xwedê re! Şikir ji rebbê alemê re! Piştî kujtina 60 hezar Kurd, şewitandina 4 hezar gund, koçberkirin û derbederkirina 5-7 milyon Kurd, asîmîlekirina bi sedhezaran zarokên Kurd, demokratîkkirina dewleta Tirk bû armanca me. Kilîlîlîlîlîîîîlîîîîîîîîîî, şabaş û 101 carî şabaş! Em ji serxwebûnê daketin „Ortadogû Konfederasyonû-Konfederasyona Rojhilata Navîn“. Em ji Konfederasyona Rojhilata Navîn daketin […]

Bi namûs kar ji vî karî xweştir tuneye

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Wek hûn zanin, di 8 ê Adarê de komela Şefkat-Der daxwaznameyek dabû meclîsa Tirko û gotibû: „Yan divê kerxaneyên ku jin wek koleyan tê de tên xebitandin bên girtin, yan jî divê kerxaneyên ku zilam jî karibin xwe tê de bifroşin bên vekirin“ û dabû lotikan. Li gora agahdarîya ku Şefkat-Der daye çapemenîyê, ji 8 […]

Derdê bê derman

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Dema derdê bê derman tê gotin, her kesek tiştek tê bîra wî. Yê ku nexweşiyên giran dîtine û kesin nêzîkî xwe bi wan nexweşiyan winda kiribe, rasterast ew nexweşiyên xedar ku tevî hemû pêşketinên di warê tibê de, ti derman ji wan nehatiye dîtin, tê bîra wan. Wisa jî ji bo kesên ku êşa evîneke […]

Kî 6 jinan bide min ez dibim endamê wan

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Li ser bextê fitne û fesadên nava partîên îslamî be, dibêjin di nav endamên partîên îslamî de anîna jina duyem û sêyem bûye sineta pêxember, bûye adet û mode. Dibêjin jina peyamnêrê televizyona Spêde ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan Diyar Goran, jina duyem ji bo mêrê xwe xwestiye, ew xemilandiye û veguhestiye mala xwe, ji […]

Helebça Nemir…!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Helebçe tucar tu naçî ji dil Ew keçên bedew ku çav tijî kil Ew xortên ciwan ku mil didan mil   Ew gulên biçûk ku nû geşdibûn Ew pîr û kalên ku jînxweş dibûn Ew dost û yarên evînxweş dibûn Serfiraz bijî Helebça Nemir….! Şanzdê Avdarê, serê Buharê Pelên te weşyan ketin ji darê Wekî […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

EM KETINE DESTÊ NEÇÊYA !

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Kurdên me yên Sêwasî bi piranî karê xalîçe û cacima dikin. Îcar fîrma (karciv) wek xelatê wan dibe geştê. Fîrmayê ew biribûn Rûsyayê. Yek ji wan jî Hiseyîn bû. Wexta çavê Hiseyîn bi rindik û xweşikên Rûsî ket, hişê wî ji serê wî çû. Dev vekirî li wan mêze dikir û kûr kûr diponijî. Êvarê […]

Serhildana Qamişlo

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Ev meha Adarê ye, bêhna gula yarê ye Lê ne wek hercarê ye, li bajarê Qamişlo Dengê serhildanê ye, navê berxwedanê ye Lehya vê buharê ye, li bajarê Qamişlo Ma ta kengî bindestî, êdî kêr giha hestî Serê dijmin şikestî, li bajarê Qamişlo Ev çend sal in ko neyar, em Kurd hiştine bê par Ica […]

Îcar jî koftecî îbo!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Lotikvanê Ruhayî Îbrahîm Acises, piştî bazirganîya kebab, lehmecûn û ecînê, îcar jî dest avêt kiftikan (kofteyan) û dest bi lotikek din kir. Piştî ku Îboyê me brîndar kirin û êdî ji dik û sehneyên muzîkê dûr ket, dixwaze ji xwe re mijûlîyek din derxe û ev jî bazirganîya kiftikan e. Li gora saloxdanên sîxurên me, […]

Çima na?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Komela Şefkat-Der di 8 ê Adarê de daxwaznameyek da meclîsa Tirkîyê û xwedî li mafê jinan derket. Şefkat-Der doza çi li meclîsê kiribe başe? Di daxwaznameya xwe de ji meclîsê dixwaze ku “Kerxaneyên li Tirkîyê bên girtin, jin wek kole û cêrîyan di kerxaneyan de neyên xebitandin û laşê xwe nefroşin.” Lê daxwaza balkêştir çiye? […]

HUDA-PAR Kurd terkî însafa PKK nekir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Partiya Doza Azad Huda Par, bûye wek agir û bi lez xebatên teşkîlatên xwe didomîne. HUDA-PAR çendakî berê teşkîlata Edenê ava kiribû. Avahîya teşkîlatê, doh bi merasîmekê hat vekirin. Serokê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz jî, bi konvoyek qerase, bi def û zirne tev li merasîmê bû. Di merasîmê de serokê HUDA-PAR ê Parêzer Mehmet Huseyîn […]

Zava, zava, zava, zava, kekê mino zava!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
De werin û li vê ecêba kesanedî binerin.. Li Afrîka Başûr, Sanele Masîlela ê 8 salî, ji bo ku ji siûd û bextê reş bê paraztin, bi Helen Shabangû a 61 salî re hat zewicandin. Rebenê Sanele Masîlela, li bajarê Tshwane bi beşdarîya 100 kesî daweta wî çêbû û bi pîrikek 61 salî re zewicî. […]

Şandir beg dîsa tirrek kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Wekîlê Serokê Grûpa MHP Mehmet Şandir, li bajarê Izmîrê dîsa tirrek kir û bêhn ji xwe fûrand. Birêz çeqilmast Mehmet Şandir, li bajarê Mersînê bi nûnerên sazîyên sivîl û çapemenîyê re xwarinek xwar (wey kerafî be rebbî) û çend zîtirkên MHP kî avêtin. Şandir ê hewlo mewlo, şaşo maşo çi bêje başe? Got: „Li gora […]

101 salî ye û hîna jî dide lotikan

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
101 salî ye û hîna jî dide lotikan Di sala 1952 an de wek zilamê herî çeleng, çelengê zilaman, hat hilbijartin. Monohar Aîch îsal dikeve 101 salîya xwe. Lê xiyaro rûnanê, di 101 salîya xwe de jî sporê dike, bedena xwe dixebitîne û ji mirinê re dibêje “Bi wê de here”. Telefona xalê me Monohan […]

Ka stratejîya we çiye kaka?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Wek hûn zanin yan nizanin, heyeta BDP ji bo ku ayetên başqan Ocalan bigihînin Kurdistana Qendîlê, çûn başûr û hinek hevdîtin jî li gel partîyên başûr kirin. Êêêêêê, ma heyeta BDP hevdîtinan li gel partîyan bikin û serokwezîr kak Nêçîrvan nebînin dibe? Nabe. Axir, piştî hevdîtina bi kak Nêçîrvan Barzanî re, heyeta BDP û kek […]

SAQÎ

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Serabê bid min saqî, bi fincana firfûlî. Xemê dilê min pir in, bila carkê bifirî Zûde ket ser hevûdu, wext û zeman bihurî Hero li min nûjen in, li ser min qet nebûrî Li quncika meyxanê, bi tenê ma kêfxweş im Xelk vedixwe bo kêfê, divexwim bo bext reş im Tu halê min dibînî, perîşanim […]

Merheba çîroka şerê brakujî!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Vê tirsa şerê brakujîyê nîhaye kefenê 101 bavê me. Ji bo ku şerê brakujîyê nebe, hinek partîyên me tawîz li ser tawîzê didin hinek partîyên din û meydanê ji wan re dihêlin. Nizanim ne birastî jî ew şerê brakujîyê naxwazin, yan jî ji qûna wan nayê ku şer bikin. Çi dibe bila bibe, lotikek çeqilmast […]

Ew jî kerê herî dirêj e

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
We digot qey tenê mirovên dirêj li dinyayê  hene ne wilo? Naaaaaaa, welle û bille na! Kerên dirêj jî hene. Çima ma ker ji eyşika Ereb in babam? Ma ker jî nikarin têkevin pirtûka Guînnes a rekoran? Aha ji wer e kerê herî dirêj ê dinyayê. Birêz ker Romûlûs! Kerê bi navê Romûlûs li Teksas […]

-MUZAKERE-

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Altan: Yaw ma ne sayin serok gotibû bila kes pê nehise, em ê çi xwelîyê li serê xwe kin? Hi ihi…! Sirri: Kekê Altan, ez û tu û Perwînê û sayin serok bûn. Ji bilî me kes tune bû. Ma qey dîwar nepeyivî… Gelo hinekan ew kêzika deng bi dizî nexistibin bêrîk-mêrîkên sayin serok? Perwîn: […]
Page 1 of 212 »