Ma Kurd û heq û hiqûq?

Daxuyanîya ku serokê Kurdên erd û ezmana sayin Ocalan di Newrozê de dabû, rojeva Kurd û Tirkoleran kir wek pelûla germ. Hinep pê dilxweş bûn, hinek jî pê dilreş bûn.

Di vê derbarê de xalê Kurdên sererd û binerd birêz Îsmaîl Beşîkçî jî lotikek avêt û rojev sincirand.

Xalê me Îsmaîl Beçîkçî li Stenbolê di panelekê de li ser rpjeva çareserîyê û banga cîgerim başqan Ocalan peyivî û da lotikan.

besikci panel

Beşîkçîyê me destê xwe danî ser wîjdanê xwe û got: „Bi şeş telaqên jinberdanê hevdîtinên berdewam û daxuyanîyên ku 21’ê Adarê li Newrozê hatine dayîn girîng in, lê ya herî girîng jî dayîna heq û hiqûqê Kurdan e“ filan û bêvan.

Aha mesela girîng jî ev lotik e ha. Dayîna heq û hiqûqê Kurdan!

Birastî lo, gelo di daxuyanîya başqanê me de behsa tu heq û hiqûqê Kurdan hatiye kirin?

Yan hikûmeta Kasimpaşlî Receb soz daye ku heq û hiqûqê Kurdan têxe makzagona dewleta Tirko û fermîyetê?

Lihevhatin ser çava, daxuyanî û agirbes ser çava, xwepaşdekişandin dîsa ser çava. Lê ka heq û hiqûqê Kurdan li ku ma? Çima lihevhatin û çima aştî?

Êêêêêê, ma kî Kurdan dixe şûna mirovan xalê Beşîkçî? Qirdê Kurdan kor e qird! Ma Kurd û heq û hiqûq?

Kuro ez di nava wilo aştî de bimîzim ku behsa hek û hiqûqê Kurdan neke û hew…

Stenbol

About The Author