Mrz 27, 2013
Birastî gellek caran ez meraq dikim.
Gelo gerîllayên PYD çima ser û çavên xwe digirin, çima xwe ji xelkê xwe vedişêrin?
Ji xwe piştkul in yan jî naxwazin dijmin wan nas bikin?
Yan jî ewên rû veşartî ne PYD î lê pasdarên Îranê û lotikvanên Beşarko ne?
Yan jî tiştekî din di meselê de heye?
Birastî ez meraq dikim ha, ne ku dijminatîya PYD yan filan û bêvan dikim.
De îcar tê derxin:
Ev kesên ku wek gerîlla yan jî yekîneyên PYD li rojavayê Kurdistanê lotikan davêjin, kî ne û çi ne?
Heçê tê derxe, emê 3 elokên têr goşt (ewên ku Mam Celal ji wan hez dike) bidin wan…
Categories
Kadîn
No Comment