Ayselê lê Ayselê…

Wekîla BDP û seroka Kurdên peppûkî xaltîka we Aysel Tûglûk, vegerîya ser kok û binyata xwe û cardin dest bi lotikên Kemalkî kir.

Xaltîka we Tûglûk xanim ji rojnama Radîkal re çi gotibe başe?

Ji Nazan Ozcan re gotiye:

„Binere keçko, nameya Ocalan ji bo min ne tiştek nû bû. Ji xwe Ocalan ev e. Nerînek Tirkîyetî. Name gelek bi  wîjdan û ehlaqî hatiye nivîsandin. Tu daxwazîyek ku yekîtîya welêt biêşîne di nameyê de tunebû” û daye lotikan.

aysel-tugluk. jpgNaxwe name gellek bi wîjdan û exlaqî hatiye nivîsandin ha?

Başe hey kezîkurê, ma hema ew wîjdan û exlaq tenê ji bo Tirkoleran derbas dibe?

Ma Kurd dehşikên kerê ne?

Ma înkarkirina serxwebûna Kurd û Kurdistanê wîjdan û exlaq e?

Ma piştî kujtina 60 hezar Kurdî paraztina „Demokratîk Tirkîye“ û „Demokratîk Modernîte“ wîjdan û exlaq e?

Ma wê Kurd rojekê vî hesabî ji we nepirsin hey te serê Kurdan xwarê?

Ma Kurdan zarokên xwe li ser sergoyan dîtine ku we ew ji bo „Demokratîkkirina Tirkîyê“ dan kujtin he?

Û xaltîka we piştre çi zîtirkan bavêje başe?

Dîsa gotiye:Heke îro li herêmê grûbên olî pêş neketibin û terîqet pêk nehatibin, ev bi saya serê PKKê û Ocalan e. PKK demana Laîqîyê ye. Di bingeha xwe de Kurd û Tirk wilo tevlihev bûne ku etnîsîtek nû pêk anîne“ filan û lotik û fîstan.

Way way way way, wey şabaş ji bejn û bala te re Aysel xanim“

Wey şabaş ji xweşikbûn û mejîyê te re Aysel xanim!

Êêêêêêê, madem Kurd û Tirkan etnîsîtek nû pêk anîne, navê wê etnîsîtê çiye de ka bêje wî?

Navê wê etnîsîtê ne „Tirk mîlletî“ be Aysel xanim?

Wele bi serê min û te, navê wê etnîsîtê her nabe „Kurd“.

Yan „Milletê Tirk“ e, yan jî „Milletê Çeqilmast“ e û xelas…

 

Kercos

About The Author

8 thoughts on “Ayselê lê Ayselê…

  1. Ne hedê hevkar û xayînên atawirkçîne me terbîye bikin. Hûn li reşîya rûyê xwe mêzekin Aysel xanima atawirkperest…

  2. Ji Ayşê ji mêj de serê xwe xwariye û nizane dibêje çi. Niha jî serokê kemalîsten binerd û ser erdê serê wê tevlihev kiriye. Xwedê van nahêle rebî! Bêjim AMINNNNNNNNNNNNN!!!!!!!!!!!!!!!!!
    BIJÎ KURDISTAN

  3. Wisa xuyaye ku Aysel xanim bûye Notirvan û Maşiqê Laîsîzmê!!!
    Di her fersendê de vê yekê bi awayeke vekirî diyar dike:
    Roj were wê Aysel Tuğluk nikarebe xwe bi gelê kurd bide efûkirinê.

    Divê Aysel xanim ji Gelê Kurd Lêborîna xwe bixwaze…

  4. Aysel Tuğluk:
    Wisa xuyaye ku Aysel xanim bûye Notirvan û Maşiqê Laîsîzm û Kemalîzmê!!!
    Lewra di her fersendê de vê yekê bi awayeke vekirî diyar dike:
    Gelo Aysel xanim vê cesaretê ji kê distîne?
    Roj were wê Aysel Tuğluk nikarebe xwe bi Gelê Kurd bide efûkirin.
    Lewra divê Aysel xanim ji niha de Lêborîna xwe ji Gelê Kurd bixwaze û careke din behsa Laîsîzm û Kemalîzmê neke.
    Dibe ku Aysel xanim evîndarê Laîsîzm û Kemalîzmê be.
    Lê Mafê ti kesî nîne Gelê kurd ewqas bi erzanî bifroşe!!!..

  5. De Xude firete u ser firaziye nede ve zihniyete hata dunya heye wecare me bas naskir ev ez we zihniyete sermijardiqim le bele gele kurji roj bi roj ve zihniyete bas nasdiqe

  6. xuyaye we netiste murtedbuye li ser riciqa 2 muratu kemalizme u ismetqe Qer ayni zihniyet ayni dujmintiya dine piroz dikin Xude ise we lihev neyine rabiiiiiii u nainejii

  7. xwelisere we we nivchareka zulma kurde bakur bidita niha hun tev bubune cerdewan quruci,,,keyf keyfa we ye li ewrupayan u li basuran u lotike xwe diavejin..xwezi zalime me ji seddam u esad buna me qet ne dihela bi heviya emerika u jorc u morca biji berxwedana kurde bakur

  8. Apo kurdistan da bi televizyoneke gelö eyselji nekeder almiskiriye ji tirka pere pere 🙂

    Apo televizyonawui plazmaya gelö yanji LCD ye yanji 3D ye cend ekrana acab hayf muxabin .. hata qengi gele kurd we sasitiye nasqe gelö apo hen röja ewuli götubu ez di emre wudeme ez xurziye wume …kurdistan da bi Televizyoneke…

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.