Kasimpaşalî lotikek têr îman avêt

Serokwezîrê Tirkîyê Kasimpaşalî Receb beşdarî bernameya Kanan D û CNN Turk bû, lotikek têr îman avêt û behsa Kurdistanê kir.

Cîgerim Receb di bernameyê de got “Di dema Osmanîyan de jî eyaleta Lazîstan û Kurdistanê hebû. Divê meriv ji sîstema eyaletan netirse qardaşim” û da bin dûvê tirşikçî û mirşikçîyên dewletê.

erdo Kopie

Cîgerim Receb darek xist qûna partîyên wek MHP û got: “Erê lo, oxlimler hem dibêjin em berdewama Osmanîyan in û hem jî li dijî pêkanîn û kiryarên Osmanîyan derdikevin. Tu xêr ji van qûnekan dernakeve wesselam” û hefsarê hespê xwe berda.

Kasimpaşalî Receb bi berdewamî anî zimên ku ew pêvajoyê baş û serketî dinirxînin û piranîya xelkên Tirkîyê piştgirîya pêvajoya aştîyê dikin. Lê Recebê me bi şeş telaqên bê fitû sûnd xwar ku di bernameya wan de “efûyet giştî” tuneye

Werhasilî kelam, yekî wek Kasimpaşalî Receb radibe li hebûna “Eyaleta Kurdistanê” xwedî derdikeve û disediqîne, lê serok û rêvebirên me jî dev ji Kurdistanê berdidin û didin dû qûna Konfederasyona Rojhilata Navîn û filan û fîstan.

Gelo ev jî nîşanek roja qiyametê ye, yan jî gûyekî din e ez jî nema zanim ellahwekîl…

Enqere

About The Author