Beşîkçî mîrkutek li nav serê başqanê me xist

Xalê me yê gunikreş û mêrxas Îsmaîl Beşîkçî, dîsa lotikek raste rast avêt û mîrkutek li nav serê başqanê me xist. Îsmaîl Beşîkçî di derbarê pêvajoya Îmralîyê de dîtinên xwe anî zimên û tofan rakir.

Xalê me Beşîkçî got: „Binerin kezebno, Ocalan hevdîtinan bike tiştekî ne rast e, xelet e. Diviyabû di vê pêvajoyê de însîyatîf di destê BDPê de bûya. BDP nabe tenê nameya bibe û bîne û bibe postacîyê navbera Îmralî û Qendîlê.  Ocalan qet nikare bibe wek Mandela, bila wan xewnan nebîne. Dema Mandela di girtîgehê de bû, got herin li gel Kongreya Netewî ya Efrîqa hevdîtinan bikin. Lê Ocalan BDP destnîşan nekir, PKK jî ew e, BDP jî ew e, ew e û her ew e. Çareserkirina pirsa Kurd gelekî girîng e. Hinek tiştên bingehîn hene. Divê Kurd bi xwe îdareya xwe bikin. Divê Kurd biryara çarenûsa xwe bidin. Perwerda bi zimanê Kurdî pêwiste tiştek herî bingehîn be“ filan û bêvan.

besikci ismail

Xalê me Beşîkçî wek beranê kol axavtina xwe berdewam kir û got: „ Ji bo hikûmetê ya girîng ew e ku gerîla xwe vekişîne. Ji bo Kurdan jî tiştê girîng mafên wan yên netewî ne. Ocalan behsa van tiştan nake, ev lotik lotikek ne rast e. Divê hinek destkevtî hebin ku li gora vê pêvajo pêşve biçe. Divê Kurd bi kêmasî daxwazîya Federasyonê bikin. Li Rojhilata Navîn 40 milyon Kurd hene. Dewletek serbixwe di rojevê de ye. Ji bo çi Ocalan, BDP, siyesetmedarên Kurd li Ewropa, rêvebirên KCK û Qendil vê naparêzin babam? Ev babet pêwiste bê nirxandin“ filan û bêvan.

Xalê me Beşîkçî di derbarê bratîya sexte de jî lotikek têr îman avêt û got: „Gotarên wek „bratîya hezarê salan ya îslamîyetê“ „me li Çanakkaleyê bi hev re şer kir“ „Me mil da hev û cimhûrîyet ava kir“ „ Yekîtîya Îslamî“ „ Mîsakî mîllî“ filan û fîstan hemû gotarên ji bo asîmîlekirina Kurdan e. Gotinên nîjadperestî ne. Gotarên dewletê yên kolonyalîst in û ji îdeolojîya Turk Îslam Sentezî peyda dibin. Gava Ocalan van gotinan bêje ev dewletê rihet dike. Heta di warê siyasî de wekhevî çênebe, biratî jî pêk nayê qurban“ û mîrkutê rastîyê li nav serê Kurdan xistiye.

Axir, xalê Kurdên sererd û binerd birêz Îsmaîl Beşîkçî bi van gotinên rast û rasteqîn pelûlek germ bi serê başqanê me û Kurdên xwelîliser dakir.

Îcar wê ev gotinên Îsmaîl Beşîkçî bibe guharek zêrîn û Kurd têxin guhên xwe, aha ez wê meraq dikim…

About The Author