Ortaç efendî jî hat îmanê

Lotikvanê germik û nermik, zîtirkvanê hacûc û macûcî Serdar Ortaç, di sala 199 an de de kevçî avêtibû Ahmet Kaya û tirrek kiribû. Lê xuyaye îro poşman bûye û hatiye îmanê.

Serdar Ortaç beg efendî wek endamê jûrîyê beşdarî Popstar Alaturka a Star TV bû. Gava ji Bûlgarîstanê kesê bi navê Îsmaîl derket ser dikê, Ortaç efendî performansa wî şirove kir û gotin anî ser bûyera 1999 an.

serdar-ortacSerdarko got: „Berî niha li kûlîsê Orhan Gencebay çend gotinên ku ji min re wek dersekê bûn, gotin û behsa 36 binyatên etnîkî kir (li Tirkîyê 36 milletên cuda hene). Me hemûyan gellek tişt xeley zanîbûn. Ez jî bi hinek tiştên xelet hatim perwerdekirin û di paşeroja xwe de min hinek xeletî kirin (wek kevçîavêtina Ahmet Kaya). Hêvîdarim rojekê wê yekî/yeke Kurd jî bi stranek Kurdî beşdarî vê pêşbirkê bibe“ filan û xeftan.

Yanî, Serdar Ortaç bi awayekî lêborîn ji Kurdan û Ahmet Kaya xwest.

Ez serê we neêşînim, Serdar Ortaç êdî zane bê Kurd çi ne, Kurd kî ne û li Tirkîyê çend milletên cuda, çend zimanên cuda hene.

Ê madem mêro poşman bûye û hatiye îmanê, emê jî bêjin „Xwedê bejna te dirêjtir bike û xwedê ji Orhan Gencebay razî be ku îmana te taze kir û hebûna 36 milletên cuda bi te da zanîn“ rebbî…

About The Author