Eşrefê me piştî 40 salî CHP nas kir

Siyasetmedarê Kurd yê berê Eşref Erdem, di derbarê CHPê de axivî û dest bi lotikan kir. Eşref ê ku nêzîkî 40 salî di nava CHPê de siyaset kir, CHP wek partîyek şoven û nîjadperest sûcdar kir.

Eşrefê me anî zimên ku CHP di nav nîjadperestiyê de xwe hepis kiriye û ji bo vê jî di pêşeroja Tirkîyê de cîhê CHPê tuneye. Eşref abê di derbarê pêvajoya hevdîtînên Îmraliyê de jî axivî û got: “Heke li Tirkîyê, kî dixwaze xwîn nerije divê piştgirîyê bide pêvajoya çareserîyê” filan û bêvan.

esref erdem Kopie

Siphan ji kerameta te re xalê Eşref!

Law malnexirab, ma piştî 40 salî te CHP nas kir he?

Piştî go te 40 salî lotik di nava CHP de avêtin te partîya xwe nas kir he?

Ma te berê jî nizanîbû go partîya te heman gû ye û nîjadperest e?

Yan nan di kewar û kodika CHP de nema?

Êêêêêêê, bav û kalên me bilasebe negotine „Heta min xwe nas kir, min temen derbas kir“ qurban.

Eşref Erdem ê me jî heta partîya xwe CHP nas kir, rebeno temen derbas kir weselam…

Konya

About The Author