Mihemedo lotikek xweş avêt

Serokê Karûbarên Diyaneta Tirkîyê Prof.Dr. Mehmet Gormez, li bajarê Izmîrê lotikek xweş avêt der û dorê û di devê nîjadperestên Tirkîyê de mîzt.

prof.-dr.-mehmet-gormezdenMihemedê me got ku „Bêdengkirina çek û sîlehan wê herkesî bextewar bike, lê ya herî girîng jî vemirandina agirê dilê xelkê ye. Ne tenê vemirandina agirê ku ji sîlehan dide der, lê vemirandina agirê kîn û nefreta dilê xelkê ye“ filan û fîstan.

Mihemedê me lotika herî xweş dûvre avêt û got: „Bratî bi edebîyata bratîyê nabe, bratî bi hiqûq û exlaqê bratîyê çareser dibe“ filan û xeftan.

Di derbarê ziman de jî Mihemedê me lotikek avêt û got: „Binerin cîgerim, wek ku min berê jî gotibû, ol û ola xwedê ye, ziman jî zimanê xwedê ye. Divê herkes bi zimanê xwe peyama rehmeta xwedê bîne zimên“ filan û fîşmekan.

Axir, madem ol ola xwedê ye  û ziman jî zimanê xwedê ye, ev kafirên Tirk ên ku bi navê îslamê qirra Kurdan anîn, çima heta niha wek sê meymûnan kerr, lal û kor bûn yaw?

Îzmîr

About The Author