Nûr Surer kurtan li Kemalo kir

Lîstikvana germik û nermik xanim Nûr Surer, kirasê xwe li serê CHP û serokê wê Kemal Kiliçdaroglû gerand û mîrkutek li nav serê wî xist.

Hunermend û sîyasetmedar CHP wek „Nîjadperest“ sûcdar dikin û deftera CHP diçirînin. Ji wan hunermendan yek jî  Nûr Surer e.

nur-surer KopieSurer beşdarî televîzyonek taybet bû û Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu bi avayekî mêrane rexne kir û doxîn lê sist kir. Surer anî zimên ku Kiliçdaroglû mirovekî bizdonek û newêrek e, ji tirsa qûna xwe newêre navê bajarê xwe jî diyar bike.

Xanima germik û nermik Nûr Surer, got ku “ Em bajarê Kiliçdaroglu ji serokwezîr hin dibin. Kemalo ji eşkerekirina kok û binyata xwe ditirse.  Bi ellahwekîl CHP partîyek nîjadperest e. CHP çima li hember perwerdehîya bi zimanê zikmakî disekine, ma çi zirara wê li CHPê heye babam?” û da ser pişta Kemalko.

Surer di derbarê tevgera sîyasî ya Kurdan de jî axivî û pê de çû: “‘Netewperwerîya Kurdan li dijî netewperwerîya Tirkan derket holê. Ji bo vê jî neteweperwerîya Kurdan meşrû ye, mafê Kurdan e ku bibin netewperwer” û di devê netewperestên Tirk de rît.

Ez serê we neêşînim, kesên mîna Îsmaîl Beşîkçî û Nûr Surer netewperwerîyê li Kurdan helal dikin û wek mafekî netewî ji Kurdan re qebûl dikin. Lê çi heyf û mixabin e ku hinek serok û rêvebirên me jî netewperwerîyê li Kurdan heram dikin û li me Kurdan siwar tên.

Îcar ma ev jî ne alametên qiyametê ne babam?

Stenbol

 

About The Author