Helebça Nemir…!

Helebçe tucar tu naçî ji dil

Ew keçên bedew ku çav tijî kil

Ew xortên ciwan ku mil didan mil

 

Ew gulên biçûk ku nû geşdibûn

Ew pîr û kalên ku jînxweş dibûn

Ew dost û yarên evînxweş dibûn

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

halepce-helebce-halabja

Şanzdê Avdarê, serê Buharê

Pelên te weşyan ketin ji darê

Wekî Şêx Wesan dûrbû ji yarê

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Hitlerê Bexda, dijminê xwînxwar

Pênc hezar Kurdên bindest û hejar

Ji te dikuştin bi çekên dijwar

 

Hîroşîmek nû ji te çêkirin

Bomba atomî bo te rêkirin

Koka jiyanê ji bin jêkirin

 

Firokên Hitler li ser te civyan

Navê te xistin dîroka Cîhan

Dilêş û dilxwaz bo te digiryan

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Rengê kuştiyan li ber çavên min

Qêra şewityan diket guhên min

Hatin qelandin biçûk û mezin

 

Kolanên bajêr miştbûn ji laşan

Tevde xizan û birçî, perîşan

Bo dijmin dibûn armanc û nîşan

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Amed û Dêrsim li te dipirsin

Çiyayên bilind tev zêr û esin

Qet ji koledar êdî natirsin

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Cîhan dizane dijmin şewitand

Ew bejna delal wî tev perpitand

Bi gazên dijwar wî dil peritand

lê kê ji Cîhan kir bas û dengî?

Ka aşitîxwaz û hevalbendî….!

Min nedî kesî li ser te xwendî

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Ku li Angola yek bête kuştin

Ku li Fîlestîn yek bête girtin

Hemî diqorin, di rê de xurtin

 

Belê, dora te bû gola xwînê

Axîn û qêrîn ji kûrbirînê

Kurd û Kurdistan ketibûn şînê

 

Yekî nekir deng Cîhan tev kerbû

Li ser te gurmîn, kuştin û şer bû

Xwîna bêkesan kanî jê derbû

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Çima birînên min û te kûr in?

Çima xwediyên min û te dûr in?

Hêsrên min û te çi zor û hûr in!

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Yê dengê te kir şiyar bû bixar

Yê rista te xwend qet nema xewar

Yê rêça te girt şikand koledar

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Gund û bajarên me tev şewitîn

Zorker diket wan kurd jê qewitîn

Bi destên gemar xuşkim lewitîn

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Bi kuştina te û Şêx Wesanî

Gora Cigerxwîn, Manî û Xanî

Hawar jê dihat: Kurdo tu kanî?

 

Ma ta ebet qey hûnê belav bin?

Li ber dijminan bê deng û nav bin

Bera ji we jî Hoşimîn rabin….!

 

Milet bikin yek bi hêz û xurtî

Nebin hezar bend, komik û partî

Ev riya rast û paqij û kurtî

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Kê bavê te kuşt? gote min: Dijmin

Kê dê serjêkir? gote min: Dijmin

Kê jina te sot? gote min: Dijmin

 

Şevreşe dijmin, tarîye dijmin

Nezanî dijmin, xizanî dijmin

Wêranî dijmin, talanî dijmin

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Raste koledar gora te kola

Êşa birînê kewand bi pola

Te dîl û jar kir berda li çola

 

Lê kurd ji bo te wê bidin peyhev

Roja sitemkar wê zû bikin şev

Tev bêne kuştin êdî nema rev

 

Dema rizgar bin Kurd û Kurdistan

Wê çêkin cihê yekem goristan

Di sînga te de ji bo Şehîdan

Serfiraz bijî Helebça Nemir….!

 

Kurdistan

 

About The Author