TCK Newroz xweştir û geştir kir

Bakurê Kurdistanê bûye berdî berdan. Bûye bêndera gund û gellek kes yan partî bi navê Kurd û Kurdistanê li ser wê bênderê cercerê dikin, pêl nirx û hêjayîyên gelê Kurd dikin, wan nirxên pîroz aloz û bê wate dikin. Ma al neçû, ma ziman neçû, ma Kurdayetî neçû, ma Kurd û Kurdistan neçû, ma çi hiştin? Tenê kes û şexs hiştin û her tişt kirin bi qurbana wî kesî, wî şexsî.

tevgera ciwanen kurdistan

Piştî kujtina zêdeyî 60 hezar Kurd, piştî carek din wêrankirin û talankirina Kurdistanê, piştî şewitandina 4 hezar gundên Kurdistanê û derbederkirina 5,6 milyon Kurd, piştî asîmîlekirina bi sedhezaran zarok û malbatên Kurd, piştî tekoşînek 35 salî, hinek serok û partîyên me ji serxwebûnê daketin „XIŞXIŞÊ“, ji Kurdistanê daketin „Paraztina Komara Demokratîk a Tirko“ û bûn parêzerên „al, ziman, xak û yek milletîya“ dewleta dagîrker.

Di Newroza îsal de xortên Kurdperwer, xortên ku nadin dû qûna Kemalîzmê û ji dewleta Tirko re nabin dûvik û boçik, bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê, bi ala Kurdistanê daketin qada Newrozê û tilîya xwe xistin çavê Kemalîstên Kurd û Tirk.

TCK tevî 200 endamên xwe yên Kurdperwer naverokek rasteqîn dan Newrozê û ew watedar kirin. Bi taybet ev helwesta Kurdewarî bala gellek Kemalîstên Kurd û Tirk kişand ser xwe û ew ecêbmayî hiştin. Gava çavên wan li ala Kurdistanê û pankarta „Ji Lozana 2. re na!“ ket, bûn wek hespên serxweş û çavên wan wek zotika mirîşkê sor bûn, bê eraq serxweş ketin. Bi taybet Kemalîstên mîna Ertûgrûl Kurkçu ji vê helwesta Kurdayetî bizdîyan û fêmkirin ku Kurdayetî ne malê bavê Kemalîstên Kurd e  û her Kurd jî ne Kemalîst e.

Axir, ez wek endamekî TCK û Demokratîk Lotikxane Partîsî, Newroza we pîroz dikim û dibêjim:

Bela Kemalîstên Kurd û Tirk bi qurbana Kurd û Kurdistanê bin!

Amed / Xançepek

tevgera ciwanen kurdistan2

 

 

 

About The Author