QEDR Û QÎMETA HUNERMENDÊN ME KURDAN!

kerem qoseriQedr û qîmetdayina rewşenbîr û hunermendên li tevahiya deverên cîhanê -çi sax çi mirî-tên zanîn. Loma jî navên wan; bi bêjeyên zêrin û hevokên xemilî ve tên ser zimanan. Ji bilî xelatdayin, rûmetdayin û pesindayinên ku ji hêla civaka xwe û desthilatdaran dîtine; di heman demê de jî, jiyaneke rehet borandine. Her wiha rêça gel bi kar û xebatên xwe ronî; ruyê gelê xwe jî spî kirine.

Bêguman gava em li rewşa yê xwe dinêrin; dîmeneke dijitî derdikeve holê. Weke di mînakên jêr de jî wê bê xuyakirin; divê em qala rewşenbir, hunermend û nivîskarên xwe jî bikin da ku em bizanibin me çi qedr û qîmet (!?) dayiye wan.

‘-Tereso’ ,’Kûçiko’ ,’Qewado’ ,’Qeşmero’, ‘Qeda pêketiyo’û hwd. Bêşik ez deyndarê pêşlêborînekê we me û divê ez efûya xwe ji we û ew kesê ku ked dayine hunera wî gelî re bixwazim. Jiber ku dizanim ev sixêfên ji bêderfetî û mecbûrî hatiye rêzkirin; helbet wê tu bêdewbûnê nedi vê nivîsê. Le piştî sêdemnivîsa wan hevok û bêjeyan; divê hûn jî destê xwe deynin ser ûjdanên xwe; da ku bizanibin ez mafdar an nemafdar im.

‘-Tereso hema dengek li sere! Tu dibê qey ew fîk fîka ku ji zengilokê dertê; dengê bilbilê dahlên Botanê, qulingên zozanê Serhedê, na na dengê şahlûrên perava çêmê Dîjle û Ferat; an dengê qebqeba kewgozelên herema Xerzanê ye.’

‘-Tu li rastlêkirin û hostatiya wî kûçikê heram binêre hela heyran. Bi wan kevirên di dest de; ev dîwarên wan awahiyên hanê, weke diranên mîrcanî di devê dîlberekê de; wisa bi endezyarî hatiye pêçandin.

‘Pîî…! Tu li wî qewadê aşiq binêre lawo; bê têla tembûra xwe çawa dilerizîne! Mirov bê hemdê xwe direqise bi Qur’an!’

‘-Weyla Qeda pêketiyo! Bimeyzînin. Cotê bi wan gayan dike û xetên dikişîne tu dibê qey te bi cetwelê kişandiye. Bi Xwedayê ezîm; ha li sersedê û ha di nava erd de tu ne li bilûrê, bi sê def û zûrnan jî jêra lêxe, wî serê xwe ranekir û dev ji rastxetkişandina xetê berneda.

‘-Na billahî tillahî na! Tu qeşmer nola wî zilamî nikare bi mabesta çêkirina peykeran; wisa bi hostatî kevir û mermeran bixeritîne, nîgar bike û binexşîne.’

‘-Bêbavo nebê nivîskar, bibêje ustadê gotinê! Malxerabo tu li vê pênûsa wî binêre bê çawa bi neqişkirinek pîsporî ew bêje û hevokên zêrîn î li ser rûpelên mîna hevirmêşî direşîne!’

Pêşî sixêf û dûjinên bêrûmet; paşê lîrandineke derengmayî!…

Pêşî bi xeberên negotî; paşê tu li ser çavê bavê xwe re hatî!…

Bi zêdeyî û bêhejmar weke her civak û netewên cîhanê; hunermend, sazbend, dengbêj, nanpêj, peyker û wênesaz, avahîsazên gelê kurd jî hene. Ligel hemû qedexekirin, astengkirin, bêderfetî û zulim zorbetiya desthilatdaran jî, li dû xwe berhemên hêja weke avahiyên dîrokî, kilamên şer û evînî; peyker û wêneyên pirbûhayî; pirtûkên wêjeyî, dîrokî, civaknasî û derûnînasî hiştine.

Gotina min ew e ku, mixabîn ev kesên birûmet ji hêla gelê xwe tu qedr û qiymeteke heqkirî nedîtine. Ji dêvla rêzdarî û pesindayinan; navê wan kesan bi sixêf û dûjinên negotî hatine ser ziman. Di bêderfetî û bêpiştgirî, di nava tunebûn û perîşaniyekê de kar û şixulê xwe kirine û berhemên xwe afirandine.

Beriya derketina telewizyonên reş û spî, ez muptelayê guhdarkirina xeber û bernameyên rojane bûm; min rojekê dîsa bi awayekî baldarî guhê xwe bi aliyê radyoya filîpisa şeş pîl ya ku ji bav û kalan, di menzela mevanan de dihate parastin direj kiribû. Apê min; herdem bi çûyina min î dibîstana mecanî û bi zîrektiya min î xwendinê de serbilind bû. Loma jî car caran buyer û nûçeyên nûqewimî ji min dipirsî an dibihîstin, taliyê wî jî di şevbuhêrkên evarî de bi gundiyan re parve dikir.

Rojekê min dîsa li ber radyoyê di guhdarîkirina nûçeyan de zeftkiribû û bêrawestandin pirsî bû: ‘Kuro lawo ka bêje ew Aşiq Weysel kî ye tu û xwedê? Mîr e, wezîr e, karsaz e, mezinê dewletê an ê eşîrekê ye? Çend roje ev radyo hingî qala wî dike, êdî ez di tatêlê de mam!’

Ez mizicîm û di heman kêlikê de min pirsa wî bersivand:‘Na apê min, ne mîr e ne jî wezîr e! Kokimekî bi herdû çawan kor e…Tenê tembûrvanekî xwedî çend helbest û sitranbêjeke ji Anatolya ya Navîn e! Lê di ber dilê xelk û dewletê de hunermendekî biqedir û zor şêrîn e!’

Apê reben li min nihêrt û bi dengekî matmayî axifî: ‘Bi navê Xwedê û hemî pexemberan, pişta wî gelî tu carî nakeve erdê ta ku hezkirî, piştgirî û qedr û rûmetê bide hunermendên nola Aşiq Weysel ê ji herdû çavan kor û kokimekî di temenê min de…’

Di taliya wan gotinên apê min, ku ji bîranîneke di boxçikê min de mabû; têgihiştim ku hê jî ji me re divê! Ta ku em jî weke netewên cîhanê, bi pesindayinên ne bi sixêf û dûjinan ve hatibe xemilandin; berewajî wê rûmeteke mayinde, pesindayineke jidil û qiymeteke bêhempa diyarî hunermend, nivîskar, wênesaz, şêwekar û hwd. bidine wan.

Mixabin, ji bilî ew zatên muhterem, ku bi navê hunermend û wêjevanên ‘qilasîk’dihatine nasîn; mîna Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran ku di der heqê jiyana wan î taliyê de bizêdayî neagahdar in; lê em şahidên jiyana ew kesên weke Evdalê Zeynikê, Kawîs Axa, Erebê Şemo, Eyşê Şan, Xerapetê Xaço, Qedrî Can, Osman Sebrî, Şakiro, Mihemed Arîf Cizrawî û Mihemmed Şexo ne! Ew kesên gorbehişt bi êş û azar, li himberî zext û pêkutiyan; di xizanî û bêderfetiyê mezin de jiyana xwe di nava zindan, koçberî û belengaziyê de derbas kirin û hetta kêlika dawî ya jiyana wan kesek xwedî li wan derneket, dîsa jî bi serfirazî hunera xwe domandin.

Şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê; ku weke Homerosê kurdan tê naskirin; di kilamake xwe de wiha lava dike û alikariyê dixwazê ji derdorên xwe re:

‘Per û baskên qulingên min, şikestîne

çavê Evdalê Zeynikê kor e rê nabîne,

kesî xwedan xêr tune bi destê Evdalê Zeynikê bigre,

bavêje li ser Ocaxa Şêx Badîne,

belkî diayekî bixwaze ji xaliqê alemê, Rebê jorî

çavê Evdalê Zeynikê saxke

û baskê qulingên min bicebirîne!’

Hunermendên nemir Mihemmed Şêxo, piştî koçbûyina bêveger, ku hêjayibûna wî êdî dereng be jî hatibû fêhmkirin; bêxwedîbûna tewahiya hunermend û nivîskarên kurd di kilama xweyî navdar; ‘Ey Felek’de, ne tenê bi mabesta hal û ehwalên gelê kurd; her wiha te digot qey şert û mercên hemû rêhevalên xwe jî anîbû ziman û bibû dilbend (tercûman) û berdevkê wan:

 

‘Ey felek bo te dinalim

Bo çi nêrgiz çilmisîn

Ew çima bextê me ho ye

Em bê dost û bê kes in!’

About The Author