Jinxala me Fatoş Guney lotikek pîroz avêt

Jinxala me fatoş Guney, ango xanima xalê me Yilmaz Guney, di kanala CNN Turk de lotikek pîroz avêt û dilê me xweş kir.

Xaltîka me ya germik û nermik Fatoş Guney, piştgirî da pêvajoya çareserîyê û berxwedana Kurdên rojava. Lê ya herî xweş ku dilê dostan geş û dilê dijminan reş kir, bivakirina navê Kurdistanê bû.

fatos guney2Jinxala me Guney got: „Binerin oxlim, Kurdistan heye. Lê heta îro jî em ji binavkirina navê Kuristanê ditirsin. Ev tirsa çi ye ewladim? Di dema Osmanî de jî wilo bû. Kurdistan hebû, Lazistan hebû. Ewder herêmek erdnîgarî ye, çima ev ji vê şerm û fedî dikin? Ma hûn serxwebûn yan xweserîyê didin wan gava hûn navê Kurdistanê binav bikin? Divê êdî em dev ji vî mejîyê gennî û tarî berdin. Lê bawerîya min heye ku wê tiştên xweş pêk bên“ filan û fîstan.

Jinxala me Fatoş xanim got ku „Li Tirkîyê heta îro demokrasîyek rasteqîn pêk nehatiye, lê Tirkîye di destpêkek baş de ye û divê meriv piştgirîyê bide gavên ku tên avêtin.“

Xanima germik û nermik Guney, anî zimên ku ewê tucarî di nava partîya CHP de siyasetê neke ji ber CHP misyona xwe nayne cîh û partîyek çeqilmast û kevneperest e. Lê ku AKP û BDP pêşniyazê jê re bînin, ewê karibe di nav AKP û BDP de siyasetê bike.

Li ser pirsa: „Gelo tuyê karibî di nav Demokratîk Lotikxane Partîsî“ de jî siyasetê bikî?“ jinxala me got:“Çima na? Ev dinya dinya lotikan e, Demokratîk Lotikxane Partîsî partîyek ne xirab e ellahwekîl“ û piştgirî da lotikên Lotikxanê.

De ya bi xêr..

Bi vê minasebetê rehma xwedê li Yilmaz Guney be û xwedê lotikên Fatoş Guney qebûl bike rebbî…

fatos guney

About The Author