PDK tecawizî PDK kir

Em behsa PDK-Bakur û PDK-Başûr dikin.

Wek tê zanîn, PDK-Bakur bûye wek şorba nîskê, bûye wek pelûlek gennî û kufikgirtî, wek xiltê binê erdê ye. Carna derdikeve ser rûyê erdê, carna jî deng û his jê nayê. Bi nav heye lê di emel û praktîkê de tuneye. Yanî bûye „Partîya Henekpêkirinê“.

Piştî mirina Hemreş Reşo, partî yekcarî bû û kirin partîya zarokan, kirin partîya kê kir kê û heryekî ji alî xwe ve ew partîya xwedî rûmet dan ber pehîn, lotik û zîtirkan. 2-3 serî ji nav derketin û heta bi îro jî heman rîx e û bêhna genî jê tê. Ji alîyekî ve kesên mîna Bayram Ayaz ji partîyê hatin îxrackirin, ji alîyekî ve Bayramê Ayaz bi mêranî dest danî ser malpera PDK-Bakur.com ê û qûça alîyê din rakir, ji gotin û helwesta xwe nehat xwarê. Aferîn jê re! Ma kesên ku bi kêrî malper û xebata partîyekê neyên, wê çi bikin ji malperê û PDK-Bakur?

PDK_Bakur basur

Axir, PDK-Bakur (hevalên ji pêvajoya PDK a 1965an) berî salekê ‘’kongreya xwe ya 10an’’ li Amedê li dar xistin û dan lotikan. Êêêêêêê, ma PDK-Bakur a pêvajoya 1992an vê qebûl dikin? Na caniiiimmmmmm, ma serê du beranan di beroşekê de dikele qardaşim? Na! Piştre ‘’PDK-Bakur a ji pêvejoya 1965’’ malperek din vekirin, PDK-Bakur.org û dest bi lotikên xwe kirin. Lê herdu PDK-Bakuran jî heman tirşik xwarin û dixwin. Di malperên wan de ji propaganda PDK-Başûr pê ve tu tiştekî di malperên wan de nîne. Çima nîne? Ji ber tu çalakîyek wan tuneye, ji bo xwe li ber dilê başûrîyan şîrîn bikin û çend qirûşan ji wan biçilvizînin (biqetînin), tenê propaganda wan di malperên xwe de dikin. Helbet divê meriv piştgirîya partîyên Kurd ên parçeyên din bike (gerçî PDK-Başûr ne hewceyî alîkarî û propaganda wan e û hesabê wan bi pênc qirûşan jî nake), lê gava tu bûyî postecî û xulamokê partîyek din, ne şexsîyeta te dimîne û ne jî giranî û qedr û qîmetê te. Wê ew partî jî bi çavê himal û barkêşên xwe li te binere û li gor wê têkilîyê bi te re deyne. Ne tenê ew jî, îcar wê heqê têkelî nav kar û barên nav partîyan we bike û bi we bilîze jî. PDK-Başûr ji serî de, ji dema qiyada miwaqet ‘’sala 1976/77 û protokola navbera Idrîs Barzanî û Ocalan a 1983an’’ û biwir ve ew yek kir û niha jî dike. Ma PDK-Başûr qet û qet dixwaze PDK-Bakur li bakurê Kurdistanê bibe alternetîfa wê? Naaaa, li hesabê wê nayê! Kes bi nanê xwe û berjewendîyên xwe nalîze. PDK-Bakur li bakur bibûya alternatîf, ma kesekî hesabê PDK-Başûr dikir. Ji ber vê, PDK-Başûr di 1983an de dest avêt PKK, pê re protokol çêkir, ew kişand başûr û Qendîlê û lotikek bê dîn û bê îman li KUK ê xist. Lê PDK-Bakurîyên me hîna jî biaqil nebûne, dev ji himaltî, barkêşî û postecîtîya başûrîyan bernedane û bernadin. Bernadin ji ber karakter û kesayetîya PDK-Bakur ew e. Nikarin siyasetek serbixwe û bi şexsîyet bikin, koletî û postecîtî ketiye xwîna wan.

Werhasilî kelam, mesela me li ser PDK-Bakur û kongreya wê bû.

Li ser bextê pêxwas, zinêkar, diz û çeqelên Amed û Hewlêrê be, dibêjin hinek kesên ji pêvajoya PDK-Bakur a 1965, 1992 û bi zêdeyî jî kesên ne endamên PDK-Bakur î li başûr dane lotik û zîtirkan û kongreyek bi navê „Kongreya 10. a PDK-Bakur“ bi def û zirne li dar xistine. Li gora lotikvanên kongreyê nivîsandine, dibêjin xwedêgiravî nûnerê PDK-Başûr jî beşdarî kongreyê bûne û piştgirî dane kongreyê û tecawizî hihuqa PDK-Bakur kirine. Çima tecawizî hikuqa PDK-Bakur kirin? Ji ber ku kesên ji pêvajoya 1965an tên û ew xwe wek KDP-Bakur a rasteqîn bihesibînin, ketine xewa temara mirinê, bi karên xwe yên şexsî daketine, ji paxila jinên xwe dernakevin meydana xebatê, ne kesek zane ew hene yan tunene. Ji ber vê jî, PDK-Başûr beşdarî vê kongreya wek şorba nîskê bûye û tecawizî PDK-Bakur kiriye, bûye terefê alîyekî û pêl serê alîyê din (alîyê xwe) kiriye. Halbûkî divê PDK-Başûr tecawizî hevalên xwe nekiribûya. Ew hevalên ku bi dehên salane xizmeta wan kirine û dikin. Lê mixabin gîhayê hewşê tehl e. Ji berê de jî karakterê PDK-Başûr ev e. Tucarî qîmet û qedirgiranî nedane dost û hevalên xwe. Dost û hevalên xwe tim û tim wek kurtanê kerên xwe hesibandine, wek postecî û himalên xwe hesibandine. Herdem xwestine dijberên xwe ji xwe re bikin dost. Lê ji alîyê din, gava dijberên xwe ji xwe re dikin dost, ji bîr dikin ku ew heval û dostên wan jî îcar ji wan re dibin dijmin.

Ez serê we neêşînim û nekim wek Kongreya 10. a PDK-Bakur tecawizî PDK-Bakur kir. Û PDK-Başûr jî tecawizî herdu PDK-Bakur kir. Îcar wê çi tirşik ji vê xwarinê derkeve ez jî meraq dikim wesselam…

Daxuyanîyên herdu PDK-Bakur

http://www.pdk-bakur.com/index.php/nuce/3021-daxuyaniya-kongreya-10-a-pdk-bakur.html

http://www.pdkbakur.org/kurdi/3074-komb%C3%BBna-bi-nav%C3%AA-%E2%80%9Dkongra-10em%E2%80%9D-ne-hiq%C3%BBq%C3%AE-%C3%BB-ne-j%C3%AE-exlaq%C3%AE-ye.html

About The Author