Aha ev lotikek pîroz û bimbarek e

Boxê berana, gunikreşê kinik û kurtik, sosyologê xwedî mîjdan û xîret xalê me Îsmaîl Beşikçî, serdana başûrê Kurdistanê kir û ji alî Serok Barzanî ve bi nîşana Mistefa Barzanî hat xelatkirin.

Nîşana Serok Mistefa Barzanî nîşanek ne heyalla û erzan e. Her çiqas demên çûyî hinek kesên ku ne laqiyî vê xelata pîroz bûn hatin xelatkirin û sîyek sar ket ser vê xelata pîroz jî, xelatkirina Îsmaîl Beşîkçî hem rûyê me Kurdan spî kir û hem jî dilê Serok Mistefa Barzanî di gorê de şad kir.

Em spasîya Serok Mesûd Barzanî dikin ji bo ku  yekî wek Îsmaîl Beşîkçî bi xelata Barzanîyê nemir payedar kir.

Îsmaîl Beşîkçî ne tenê hêjayî nîşan û xelatan, lê herweha hêjaye ku hem peykerên wî bên çêkirin û hem jî wek hemwelatîyê şerefê yê Kurdistanê bê pejirandin.

Başçawîşê Lotikxanê

Pîrkemal

besikci2

About The Author