Xecoka me jî ket ber lotikên dewletê

Belê, dewleta virqo lotikek li Xecoka me jî xist û berê wê da girtîxanê.

hatice yasar

Hatîce Yaşar, ku jiyana xwe di nav refê tekoşîna rizgarîya Kurd û Kurdistanê de derbas kir, li Enqerê ket ber lotikên polîsan. Xecoka me rawêjkarîya Mam Celal jî dikir û ew û xaltîka me Hêro xanim wek can û ceger bûn.

Aha demokrasîya dewleta virqo ev e ha babam. Mêrikan qaşo pêvajoyek aştî û demokrasîyê dane destpêkirin. Aha nîşana vê pêvajoya aştî û demokrasîyê jî girtina jinek Kurd, girtina Xecoka me ye..

Werhasilî kelam, Kurd bi girtin û kujtinê nayên qelandin û tunekirin. Bela Xecoka me jî zêdebûna ser kezebê be wesselam…

Axir,  her çiqas Xecoka me niha azad bûye jî, lê dîsa jî lotikek ji  „Tirko qardaşlarimiz“ xwar. Xwedê ahê Xecoka me ji wan re nehêle rebbî…

Êêêêêê, bav û kalên me çi gotine?

Gotine: „Nanê Tirkan li ser kaba wan e“….

 

About The Author