Kalê Hesen nexweş ket çû ba doktor. Doktor miayene (sehand) kir tansîyona wî bilinde, şekirê wî zêde bûye.
Doktor got “ Kalê Hesen guhê xwe baş bide min, ez çi bibêjim. “
Kalê Hesen got “ Fermo, doktor beg ez li te guhdarim.”
Doktor yeko yeko da rêzê :
“ Nan qedexeye, xwarina çirb qedexeye, xwê qedexeye, şekir/şêranî qedexeye, rûnê nivîşk qedexeye, goşt qedexeye, borek qedexeye, to û mast jî qedexeye. Divê tu vana nexwî. “
Kalê Hesen hinek fikirî û zivirî ser doktor got “ Wey rehmet li bavê te doktor, tu niha dibê here malê devê xwe bike memikê jinikê bimêje; ji xeynî wê tu tiştekî nexwe û venexwe ne ? “
Werhasil….
Bi fermana tolaz û cangorîyên wî ji Kurda re “ welat, azadî, rizgarî, dewletbûn, serxwebûn û hwd…” qedexeye. Ma emê xirê xwe bi mêjin babam !…
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye