Ev MÎT a Tirkîyê rêxistinek çiqasî şîrîn e yaboooooo, hema heçê radibe û dixwaze bi MÎT ê re rûnê, çay û qehweya MÎT ê vexwe. Her çiqasî çaya Mixabaratê Sûrîyê jî îdare dike û tê vexwarin jî, lê li gor sîxurên me dibêjin, çaya MÎT ê çayek taybet e û heçê bixwaze kare „qirtleme“ û „zirtleme“ jî vexwe.
Ne li ser bextê me be, ji me derew. Li ser bextê rojnama Taraf be, dibêjin hevserok û xalê PYDê Salih Mislim, bi rêya Skype çend lotikên qerase avêtine û dilê xwe rehet kiriye, bêhna xwe derxistiye.
Li gora ku sîxurên rojnama Taraf dibêjin, dibêjin xalê me Salih Mislim simbêl ba daye û ji rojnama Tarafê re gotiye: “ Welleh, billeh û tilleh, ez bi serê Kasimpaşalî Receb û Beşarko kim, em pir dixwazin bi îstîxabarata Tirkîyê MIT re rûnin, li Enqerê bi hev re çayekê vexwin û derdê xwe ji hev re bêjin., em li ser aştî û dostanîyê biaxivin û lotikan bavêjin, di navbera me de çi heye em li ser biaxivin. Înşallah wê di dema pêş de çêbibe û ev xeyala me pêk bê” filan û fîstan.
Ez serê we, serê MÎTê û serê xalê xwe Salih Mislim neêşînim, xuyaye ne bi rêya MÎT ê be pirsgirêkên Kurdên bakur û rojava çareser nabin. Derman û melhem li cem MÎT ê ne. Heta çaya MÎT ê neyê vexwarin, Kurd ji nexweşîyên jana zirav, pençeşêr, virik û zikêşê xilas nabin.
Lê xalê me Salih tiştekî ji bîr dike.
Ew çiye?
Ew jî ev e ku çaya MÎT ê çaya bajarê Rîze ye, ne tu quzilqurt e, tehl e, ne tê vexwarin û ne jî meriv kare pê qûna xwe bişo. Tu kîlok şekir têxe navê dîsa nayê vexwarin.
Îcar em bang li xalê xwe Salih dikin û dibêjin:
Were çaya Partî Demokratî Lotikxane vexwe hebîbî. Bi dîn û îman, çaya me çaya qaçax e, wek xwîna keroşkan sor û gevez e, hem ji tama wê û hem jî ji bêhna wê Kurd û Kurdistan difûre ellahwekîl.
Ji me gotin xalê Salih..
Heke tu bi çaya MÎT ê zikêşî û virikî bû, nebêje Lotikxane ez agahdar nekirim qurban…
Enqere