Hûn ji „Başqan“ê me çi dixwazin kaka?

Serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan, berî demekê, di serdana heyeta BDP de ji Seloyê me re gotibû „Heta li Tirkîyê demokrasî neyê avakirin, ez ji hepisxanê dernakevim“ û hinek tiştên din.

Lê xuyaye hinek alî naxwazin başqanê me li rehetîya xwe binere. Azadîya ku li Îmralîyê jê re hatiye veqetandin naxwazin û dihesidin hal û rewşa wî.

Van heyeman bûye mode. Bi taybet li başûr dest bi komkirina îmzeyan kirine û dixwazin bi wan îmzeyên xeto meto qaşo başqanê me ji hepisxanê bidin azadkirin. Ma kê îmze nekiriye? Kek Nêçîrvan Barzanî, Xosret Resûl, parlamenter û marlamenter, Xelo û Celo û Fatê û Eyşê. Û tew serok Barzanî jî dibêje „Heta Ocalan azad nebe, pêvajo bi ser nakeve“ filan û bêvan.

Siphan ji hikmeta xwedê re!

Yaw hûn çi ji azadîya başqanê me dixwazin kaka!

Başqanê me rehet e, sipîsaxlem e. Televizyona wî heye, bi voleybolê dilîze, xeber û nûçeyên dinyayê dişopîne, hemşîre û doktorên taybet wî saxtî û tedawî dikin, nahêlin ne mîkrop û ne jî vîrûsek xwe nêzîkî wî bikin. 700 tîmên taybet wî diparêzin, nahêlin çûk bi çûkanîya xwe nêzîkî Îmralîyê bibin. Tew va dibêjin 4 jê jin, wê 8 hevalên din jî bînin dîwanxana Îmralîyê. Ma ev ne azadî be naxwe çiye kaka?

Çima hûn dihesidin azadîya başqanê me baba?

Ma go başqanê me azad bû, hûnê karibin van tiştan jê re bikin?

Hûnê karibin bi 700 tîmên taybet wî biparêzin?

Hûnê karibin televizyonekê jê re bikirin?

Hûnê karibin giravekê di nava derya û behrê de jê re ava bikin canekem?

Axir û werhasil, sayin başqanê me dibêje „heta demokrasî neyê Tirkîyê ez naxwazim ji hepisxanê derkevim, cîyê min germ û nerm e“.

Û serokên me yên başûr jî dibêjin „Heta Ocalan azad nebe pêvajo bi ser nakeve“ û îmzeyên azadîyê jê re didin hev.

Kuro çi têkilî û eleqa demokrasî û pêvajoyê bi hevre heye cîgerekem?

Ma başqan behsa azadîya xwe û pêvajoyê dike? Na. Ew behsa demokrasîyê, demokratîkkirina Tirkîyê dike wî.

Bi kurt û Kurmancî gelî serok û parlamenterên başûrekanim, heke birastî hûn dixwazin başqanê me Ocalan azad bibe, ne ji bo wî, lê ji bo „Demokratîkkirina Tirkîyê“ îmzeyan bidin hev kakaaaaaaaaaaaaaaaaaa…….

Hewlêr

 

About The Author