DESTEK Jİ LÎSTEYA 110….

nuri celikDivê ez di serî de bêjim ku ez destekê ji bo garantorîya pêşeroja Basûrê Kurdistanê didim lîsteya 110. Ji ber lîsteya 110 lîsteyek sîyasî û Kurdewarî ye. Armanca wê pêşdexistina destkeftiyên Kurd û Kurdistanê ye; xurtkirina hest û ruhê netewayetî û xwedîlêderketina rêça serok M.Mistefa Barzanî ye. Piranîya alîgirên wê  bingeha rêça nemir serok Mistefa Barzanî ji xwe re wek rê û destûr dibînin. Alîgir û dostê Kurdên herçar parçên Kurdistanê û yên li cîhanê ne. Paraztina destkeftinên başûrê Kurdistanê wek destkeftinên temamê Kurdan dibînin û vê yekê ji xwe re wek armancek sereke dizanin.

Vîzyona serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di nav temamê cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn wek ekol û gavek nûjen û cuda, pesinbuha tê binavkirin. Her wiha seokê PDKê birêz Mesûd Barzanî bûye Qibla temamê Kurd û neyarê Kurdan. Bi taybetî di van rojên go milletê Kurd tê de derbas dibe, hewceyî bi rêberên go ji teref cîhanê ve hatine pesindarkirin li ser kar bin; wê ev yek di berjewendîya milletê Kurd debe.

necirvan hilbijartin KopieLîsteya 110 ango PDK, li ser bîr û bawerîya yekîtî û nêzîkbûna Kurdan hatiye damezirandin. Dijminatîya Kurdan û şerê navxweyî red dike, bi rexneyên xwe balê dikşîne ser xeletî û kêmasîyên heyî û dixwaze di civaka Kurd û di perwerdekirina xort û ciwanên Kurd de xizmeta welatperwerîyê bike.  PDK û bi taybetî malbata Barzanî, hêlîna Kurdperwerîyê, navenda welatperwerîyê ye.

Îro çi li Ewrûpayê, çi li bakur, rojava, rojhilat û çi jî li Kurdistanê, di warê lêxwedî derketina siyasetek Kurdistanî  de valahîyek mezin heye; pêwistî bi sîyasetmedarên firêze paqij heye. Li gora baweriya min, PDK bi vê lîsteya xwe ya xwedîyê bîr û bawerîyek Kurdewarî û netewperwerî wê karibe vê valahiyê dagire. Di encamên hilbilartina de, ger îradeyek xurt derkeve  ji lîsteya 110 re, ez bawerim wê rayedarên Kurdistanê û di serî de serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê têxe rojeva cîhanê. Tenê ji bo vê bîr û baweriyê be jî, divê bi xurtî piştgirîya lîsteya 110ê bê kirin. Divê hemwelatiyê Kurdistanê, canfedayî, cefakarî, şoreşgeri û qehremaniya malbata Barzanî bi dengê xweyê go wê bidin lîsteya 110ê bihêz  bikin. Divê baş bê zanîn ku, PDK pira navbera  destkeftin û xebatên Kurdên başûr bi civaka Kurdên bakur û parçên din yê Kurdistanê ye.

Wek tê zanîn, siyaset û rêveberiyek rast û xurt, wê ne tenê li himber dagirkerên Kurdistanê, herwiha wê di qada cîhanê de jî di destê Kurdan de bibe çeka herî mezin. Welatên ku xwediyê  dezgehên  xurt bin, karin hikim li gellek tiştan bikin û rewşa heyî li gora berjewendiya welatê xwe biguherînin. Ji ber vê, divê hemwelatiyên me yên başûrê Kurdistanê, xwedî li lîsteya ku malbata birûmet, malbata Barzanî ya go serpereştiya wê dikin xwedî derkevin, wan destek bikin. Maddî û manewî  wan bi tenê nehêlin. Di dawî de dixwazim bêjim ku ji ber van sedemên jorîn û gellek sedemên din li xêra Kurdên başûr e  go yên di avadana Kurdistanê de firêze wan xuyaye bînin ser hikim. Divê bê qeyd û şert li hember dagîrkerên Kurdistanê, wê wezîfa xwe bikar bînin.

 

 

About The Author