Sep 28, 2013

Monat: September 2013

Pozbilindê bû şahciwana cîhanê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
63. pêşbirka bedewî û şayciwanîya cîhanê li Endonezyayê çêbû. Di pêşbirkê de 127 bedew û horîyên bihuştê beşdar bûn û dilê zilamên cîhanê peritandin, doxîna wan şil û pil kirin. Di pêşbirkê de bedewa Filipînî Megan Young bû yekem û taca şahciwanîyê da serê xwe. Ma Megan Young jî jin e? Ne jin e, ne […]

„Rojava“, lê Rojavayê Kuderê?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
  Par(çe)kirina KURDISTANê.  „Rojava“, lê Rojavayê Kuderê? Tirkî, bi riya siyasetmedarên xwe, bi riya çapemeniyê û bi riya nivîskar û rewşenbîrê xwe, dixwaze Kurdan bike wek goştê çengelkirî. Dixwaze peyva „Kurdistan“ê ji zimanê wan biqelişe û peyvek bêhn pê ketî wek „Demokratîk Tirq Cumhuriyetî“ derxe holê. Vê taktîkê çawa bi kar tîne? Çend peyvên Kurdî […]

Ê wan Zekî Muren hebe, ê me jî Ciwan Haco heye qardaşim!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Li bajarê Kirklarelî yê Tirkîyê, çêlekên gund li ber dengê hunermendê germik û nermik Zekî Muren êm dixwin û şîr didin. Xwedîyê çêlekan Huseyîn Ûzûn, di axurê xwe de sîstema muzîkê çêkiriye û bi şev û roj dengê Zekî Muren bi çêlekên xwe dide guhdarkirin. Çima hûn zanin? Huseyîn Ûzûn efendî dibê: „Çêlekên min bi […]

Fênika me li çirra hemiyan xist

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Duyemîn pêşbirka şahciwanîya başûrê Kurdistanê çêbû. Wey li ser xêrê be rebbî û aqûbet li bakur, rojava û rojhilat be. Pêşbirka ku li Hewlêrê çêbû û tê de dê weledê xwe avêt, bi coşek mezin derbas bû. 12 keçên germik û nermik ên ku mabûn fînalê, derketin pêşberî jûrîyê, xwe virde wêde li ba kirin […]

Çend wêne û karîkaturên balkêş

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Lotikxanecî birêz S. Gokalp çend wêne û karîkaturên balkêş ji me re şandine. Mala wî ava, destên wî sax bin.  

Ez di trafîqa Stenbolê nim!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
HELBEST Ji Taksîmê ketim basê û bas ber bi Mecîdiyekoyê ve meşiya. Ber êvarê bû, lewma jî tirimbêlek di qûna tirimbêlekê de trafîq bi meşa kîso diherikî. Sihûda min hebû ne şipiya bûm gidî. Yan na di wê trafîqê de bi şeref min ê pê bigirta… Li kêleka xanimeke bedew rûniştibûm, lewma jî ne xema […]

EŞQA EKOLOJÎK

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
(An jî di eşqê de bandora ekolojîyê) Jin: Ne bêje qey ez lê hay nebûme. Baş û zelal haya min jê heye ku mistdayina min laşê te serxoş nake; bi qeysî ku laşê min bi mistdayina te mest dibe û ji mêzîn ve dikeve. Bi kefên destên min kêfên te nadin çargavan; bi qeysî ku […]

Amerîkancî (!) li pêş in, PDK tiiiiirrrrrr ji antî Amerîkancîyan berda!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 4
Encamên hilbijartina başûrê Kurdistanê kêm zêde eşkere bûn. Li gor encamên ku heta niha eşkere bûne, lîsteya 110 ango PDK : 52,36%, Goran; 17,73%, YNK;13,9%, Yekgirtu,8:04%, Komel; 5.41% û yên din 2.55% deng wergirtine. Li gor vê encamê, PDK dengên xwe paraztine. YNK hinek ji dengên xwe wenda kiriye. Goran piçekî zêde kiriye. Encama balkêş, […]

Tê derxin û kîlok xurme qezenc bikin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 5
Ev kesên ku ji kîsikê tombalayê derketine, bi paraşûtê daketine û bûne bela serê Kurdan, roj namîne ku li ser navê Kurdan heqaretê li Kurdan nekin û wan nekin kole û xulamên Kemalîzmê. Ew kesên ku bi navê çepîtîyê tecawizî mafê Kurdperwerî û netewparêzîya Kurdan dikin, îro roj bûne wek berdevkê Mistoyê kor û Kurdan […]

Ji bo Seadeta Emîna Eshed…

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
    Yadê Çardeh salî bû dema dilopa eşqê dawerivî dilê wê. Bi ber bayê hestan ket di çardeh saliya xwe de. Dema bû bûk temenê wê ji tiliyên her du destan piçekê zêdetir bû. Nuh balix bûbû, ne zarok bû, ne mezin; ne keçik bû, ne jî jin… Di şeveke wek temenê xwe kin de […]

KÊ EV KIRIN BELA SERÊ ME ?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Bobelat ne yek e ne dudu ne, em pêsîra xwe çawa ji destê van xilas bikin gelo? Kê ev herdu sakol kirin bela serê Kurdan nizanim. Mirov nizane çi bêj e, çi nebêje ew jî gelek zore bavo. Mirov tiştek dibêje hinek wek qantiran didin zîtirkan û meriv didin ber pehînan. Em werin ser mesela  […]

Aha ev lotik tê xwarin!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Stêrka porno û xistin û derxistinê xanim Strommy Danîel, bangek qerase, germik û nermik li Micahîdan, endamên El Qaîde û sofîkên wek wan kir. Lê xwedê heye, banga wê bangek maqûl e, lotikek xweş e û meriv nikare jê re bêje na. Strommy xanim bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwariye û gotiye: “ Kesên ku […]

Kî xayîn e?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Di hilbijartinên Kurdistanê de dîrok bi roleke giring radibe. YNK behsa wê yekê dike ku çawa pêşmergeyên wê xebat kirine heta serkeftinê, PDK jî guhdanê bi dîrokê dike. Di bersivê de, lîsta Goran, PDK bi wê yekê tometbar dike ku di 31ê tebaxê de xayîntî kiriye. Ev jî hewldaneke bo lawazkirina YNK û PDK. Lê […]

Têra xwe firot, îcar dixwaze nêzîkî xwedê be

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Li Gurcistanê, kesê bi navê Maxîme Qavtarazde, piştî ku têra xwe narkomanî kir, esrar û eroîn  firot û jiyanek serserî jîya, berî bi deh salan tobe kir û xwedêgiravî bû ehlê xwedê. Maxîme efendî ji bo ku nêzîkî xwedê bibe, rabûye xanîyek li serê zinarekî bilind çêkiriye, dev ji narkomanîyê berdaye û di wî xanîyê […]

Aha ji we re mexlûqatên xwedê!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Birastî nizanim rebbê alemê çima û ji bo çi ev Ereboşkên qûnreş dane dinyayê. Hema çi tiştekî ku li dijî insanetî û şaristanîyê be, ji bin serê van mexlûqatan derdikeve. Çi zinêkarî û gemarî hebe di bêrîka wan de ye. De ji xwe re li hovîtîya wan binerin… Li herêma Hardh a Yemenê, keçika 8 […]

3 caran dubare bikin û sîtilek mast qezenc bikin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Xanima Amerîkî Janîse, bi xiyarekî Hawaîî re dizewice û paşnavê wî digre. Paşnavê wê ji 34 tîpan pêk tê û paşnavê wê destilatdarîya Hawaîî xist qelaqê. Ji ber dirêjîya paşnavê wê, her kurê bavan nikare bixwîne. Paşnavê wê ev e: Keihanaikukauakahihuliheekahaunaele Heçê karibe bi lez 3 caran paşnavê Janîse xanim rast bixwîne û  bêje, li […]

„Yekîtîya Zilamên Kurdistanê“ hat damezirandin, kilîlîlîlîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê gelî lotikvanan, li Kurdistanê „Yekîtîya Zilamên Kurdistanê“ kêm mabû, şikir ji xwedê re wa ew jî ava bû. Gellek caran me rexne li zilamên Kurd û bi taybet li zilamên kakacanên başûr digirt çima ku neheqî li jinên Kurd dikin û wan dikujin. Lê derket holê ku ne tenê jin ji alî zilamên xwe […]

ZİMAN

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Em kurd çi sosret û eceb in! Ya Rebî! Dema te aqil belav kir, kurd di xew de bûn, di guhê gê de garis diçandin an bi çavê dijminayî li aqil dinêrîn û li dijî aqil çalakî li dar dixistin? Bi çi diştexilîn? Bi çi mijûl bûn gelo? Dev ji kurdên kurdînezan berdin, kurdên kurdîzan […]

DESTEK Jİ LÎSTEYA 110….

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Divê ez di serî de bêjim ku ez destekê ji bo garantorîya pêşeroja Basûrê Kurdistanê didim lîsteya 110. Ji ber lîsteya 110 lîsteyek sîyasî û Kurdewarî ye. Armanca wê pêşdexistina destkeftiyên Kurd û Kurdistanê ye; xurtkirina hest û ruhê netewayetî û xwedîlêderketina rêça serok M.Mistefa Barzanî ye. Piranîya alîgirên wê  bingeha rêça nemir serok Mistefa Barzanî […]

Emê ji nû ve dest pê bikin!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Ma ezê vê carê ji we re bi çi sond bixwim ku hûn bawer bikin? Ez bixwe jî mame heyirî ellawekîl! Lê ne wek serokê Sûrîyê haaa! Ew bixwe tirên bi panikî lê qelibiye û tirr û fisek jî tê nemaye, hema hema di taya mirinê de ye, de işallah lê nebe sibe rebbî! Tirrkewênek […]

BEXTÊ MIN E

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Min ne roj e, min ne şev e Wek kewê bikeve dafa Her wext li ber kêrê keve Li berxwe dide qet nareve Wek kîvroşk di zexronek de Li berxwe dide ev çi bext e Weke mar bikeve rexde Çiqa kola,hemî teht e   Dûr bûm ji yar,dûr bûm ji wê Serê min,li teht dikevê […]

Hêza Eşqê!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Min gava xwe avêt hundir, çi bibînim? Toprihana min a ku min bi kulmên hezkirinê mezin kiribû, stûyê xwe xwar kiriye û hêsiran digindirîne ser axê… Sar sekinîm, bêdeng û xemgîn! Negiriyam! Lê ez dibêm qey çend niqut hêsir dawerivî ser dilê min! Pir li ber toprihana xwe ketim, pirrr û pir û pirr. Bi […]

Em jî dengê xwe didin lîsteya 110

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Belê, başûrê Kurdistanê ket pêvajoya hilbijartinê û di 21 ê vê mehê de (Îlon) de hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê ye. Di hilbijartinê de ji partîyên sofîk û mofîkan bigrin heta bi partîyên çep û mep, PDK, YNK û Goranekanim jî beşdar dibin. Wey li wî ye ku propaganda bike, gotin û motinên xweş bêje û […]

TEORÎ Û PRATÎK

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Kur ji bavê xwe dipirse: “Bavo, ferqa navbera  teorî û pratîkê çîye?”  Bav dibê: “Bisekine ezê niha nîşanî te bidim.” Bav gazî keça xwe ya 18 salî dike û jêre dibê : “Heke rojekê em ketin tengasîyê, mirin û mayîna me bi panqunotekê ve girêdayî be,  ji bo mayîna vê malê yek ji bo panqunotekê […]

Çima başûr xwe xwedîyê Kurdistana mezin nabîne?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Birastî ev pirsek watedar û manîdar e. Çima Kurdên başûr û bi taybet jî PDK û Barzanî xwe xwedîyê Kurdistana mezin nabînin? Yan xwedîlêderketina Kurdistana mezin tenê bi gotin û lavelavan e? Ma kesên ku xwe xwedîyê Kurdistana mezin û nûnerên yekîtîya milletê Kurd bibînin, ji bo wê armancê kar û xebatê nakin? Rêxistin û […]

Zewac

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Her çiqas ferz nebe, sunet be jî, ji bo berdewamiya neslê tiştekî qenc e! Bawer dikim, di destpêkê de dema mirov niyet dike ku bizewice, humû kes ji bo kû bibe malbat û bihevre temenekî dirêj biborîne, serî li wê riyê dide. Lê mixabin, sed mixabin zewacên niha weke hêka dilmoyî hima bi leqandineke herî […]

HESP DIZÎVIRE TERSÊ XWE BÊHN DIKE

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Dewleta Osmanîyan em xapandin û bi kar anîn, bi saya serê Kurdan barbarîya xwe li cîhanê domandin. Kurd ji wan re xulambûn, şervanbûn û aqilbendbûn. Di dawîyê de pehînek zexim (xurt) li qûna Kurdan xistin. Me ji vêya ders hilneda mixabin. Dewleta Tirk wexta hate avakirin dîsa bi dek û dolaban Kurd xapandin, ji xwe […]

Dengê xwe bidin lîsteya 110 an!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re Em wek netewek bi gelek pirsgirêkan re rû bir û ne. Pirsgirêka bingehîn, dagirkirin û perçekirina welatê me ye. Bi vê we girêdayî gelek pirsgirêkên din hene. Pirsgirêkek jî ewe ku, ew sînorên sexte yên di nav welatê me ji alîyê dagirkeran hatine çêkirin, piştî demekê bûye sedem ku […]

‘Dema şîva we bû tirşik vegerin’

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Di dîwanên hunermend û nivîskarên kurd de mirov gelek caran dibihîze ku qedrê hunermend û rewşenbîrên li derveyî welêt dijîn li welêt bêhtir tê girtin. Ne tenê yên li welêt dijîn… Her wiha bi taybetî gelek hunermendên li derveyî welêt dijîn jî di wê baweriyê de ne ku dema hunermendek ji welêt tê Ewropayê bêhtir […]

Nameyek cûretkar…..

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 6
Di 06.09.2013 de li ser navê ’’ Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, rojnemevan û şexsiyetên ji Bakurê Kurdistanê’’ bi navê ”Nameyek vekirî ji bo Serok Mesûd Barzanî’’ ji teref kevne Apocîyan ve hat organîzekirin û ji îmzan re hat vekirin. Ev name di hin malperan de jî hat weşandin. Her çiqasî armanca nameyê wek balkişandin û rûreşkirina […]

Partî Kurdistan ji teror û terorîstan parastiye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Di van rojan de, ango di roja 28.08.2013ê de, propagendeyên hilbijartina parlamentoya Kurdistanê dest pê kirin û heta roja 20ê îlonê berdewam dibin û roja 21 îlonê jî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê dikin. Hemû partî û aliyên beşdariyê di hibijartinan de dikin slogan û dirûşên xwe weşandin û propagende û rêklamê ji bo kandîdatên […]

Abbasê Mahmûd dîsa kir kaz kaz

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Bav û kalên me dibêjin „Kûçik goştê kûçik naxwe“. Îcar Ereboşkên qûnreş jî goştê hev naxwin. Bi dehê salane ku kîr û xirrê Cihûyan (Îsraîlîyan) di qûna wan de ye, dengê xwe nakin, nikarin ji xwe derxin, lê kûçikbavan radibin li dij avabûna dewleta Kurdî derdikevin. Mahmûdê kurê Abbas, ango Mahmûd Abbas ê Filistînî, ji […]

Tirra Tirkan, çima dikeve tûrikê Kurdan?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Ev nêzî sê mehan e ku Kurd, wek bexdenûs, tev li gişt mijar û pirsgirêkên Tirkan dibin. Wek pirsgirêka netewê xwe dibînin û ku fedî nekin, karin jiyana xwe di ber de bidin… Yek ji vanan „Parka Gerê“ bû… Wek ku hûn zanin ev rewş, di serê meha pûşperê de, ji bo ku hikumeta Tirkî […]

Xewna Cîranê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Tasa ava zemzemê di dest de, hêdî hêdî bir ber devê xwe Îdê. Devê xwe vekir ku vexwe, tas ji dest ket erdê… Bi qîrîn Îdê pengiz bû, li qûn rûnişt. Di nav xwêdanê de fetisîbû. Çend dua li pey hev rêz kirin û rabû çû mitbexê taseke av bi ser xwe de dakir. Sibê […]