Zewac

muzeyen_isikHer çiqas ferz nebe, sunet be jî, ji bo berdewamiya neslê tiştekî qenc e!
Bawer dikim, di destpêkê de dema mirov niyet dike ku bizewice, humû kes ji bo kû bibe malbat û bihevre temenekî dirêj biborîne, serî li wê riyê dide.

Lê mixabin, sed mixabin zewacên niha weke hêka dilmoyî hima bi leqandineke herî biçûk, diçelqe, xirab dibe û ji hevda dikeve!

Hinek kes hene berî ku bizewicin, dibin evîndarên hev, bi nêrîn û dîtina çavan mirov dibê: Gelo dibe roj bê û ev cot ji hev biqetin! Lê piştî demekê, ew tiştê qet nedihat hişê mirov, di rastiyê de tê jiyandin! Agahî ji mirov re tê ku ew cotên ewqas bi evîndarî ji hev hesdikir, ji hev qetyane!

Ez bi xwe di rewşên wilo de zêde li ber zarokan dikevim, qet pêşeroja wan zarokan nayê fikirandin!

Gelo wê derûnîya wan çewa bibe!?
Ez bi xwe li gorî çavdêrîya xwe dikarim ji bo wan zarokên ku bê dê mezin bûne wiha bibêjim:

Ew zarok, pir zû dikarin bêne xapandin! Li ser keda wan herkes dikare loqan bade!

Ji ber ew ku birçîyê hezkirinê ne, ji bo xapandina wan hema yek bi dilgermî nêzî wan bibe bes e.

Wek mînak:
Dema dayika mirov hebe, zêde nirx dide keda mirov!

Zarok gava qurûşekî bîne male, dayik wî qurûşî weke mîlyonekî dikare nîşan bide. Lê dema dayik nebe û damarî be, zarok milyon jî bîne, xwîya nake!

Ez hertim wisa dibèjim:
Keda zarokên bê dê, wenda ye!
Bi devê xwe çûkan jî bigre, bi kêlê tiştekî nayê mixabin!..

Ji bo van mînakên ku min li jorê aniye zimên, madem zarokên we hene, heta ji destê we tê ji hev neqetin! Derûnî û pêşeroja zarokên xwe xirab nekin, ji we tika dikim!..

Ka gotinek heye dibêjin:
Dema te ez hiştim û tu çûyî, lê dema tu hatî ne wek hev e!
Dem jî weke avê diherike û bi xwe re gelek tiştan diguherîne!..

Dema hûn keç an jî xort in, hêj nezewicîne û dema hûn mêr, ji jinê xwe, an jî jin ji mêrên xwe biqetin, ne weke berê ye! Di wê navberê de gelek dem derbas bûye, şert û merc pir hatiye guhertin!..

Berî ku hûn wê biryarê bidin, xwe bi xin çend perçe û di pacê wan hemû perçeyan de, li derdora xwe binêrin, paşê biryar bidin. Mirov tenê ji xwe berpirsyar nîne!..

Rojeva Kurd

About The Author