Çima başûr xwe xwedîyê Kurdistana mezin nabîne?

Birastî ev pirsek watedar û manîdar e. Çima Kurdên başûr û bi taybet jî PDK û Barzanî xwe xwedîyê Kurdistana mezin nabînin? Yan xwedîlêderketina Kurdistana mezin tenê bi gotin û lavelavan e? Ma kesên ku xwe xwedîyê Kurdistana mezin û nûnerên yekîtîya milletê Kurd bibînin, ji bo wê armancê kar û xebatê nakin? Rêxistin û partîyên xwe di parçeyên din ên Kurdistanê de çênakin, ava nakin? Yan parçeyên din dikin bi qurbana parçeyê başûr û tenê başûr wek Kurdistan dibînin?

Axir, damezrênerek ji yên PKK xalê me û we Selahattîn Çelîk, hevpeyvînek daye televizyona Rûdaw û çend lotikên qerase, xweş û geş avêtine der û dorê.  Lê gotina wî ya herî rast, xweş û balkêş ku heta îro belkî kesekî neanîbe zimên (ji xeynî sîxurên eşîreta Lotikxanê) gotina li ser helwesta PKK û Kurdekanên başûr, ango partîyên başûr e.

Xalê me çi gotibe başe?

Gotiye: “ PKK xwe xwediyê hemû Kurdistanê dibîne, herêma Kurdistanê jî, Kurdistanê wek başûrê Kurdistanê dibîne“

Çi gotin û tespîtek rast ne wilo?

Hela me helwesta PKK fahm kiriye. Ciwamêran di her çar parçeyên Kurdistanê de rêxistin û partîyên xwe ava dikin û baş xerab, qenc neqenc xebata xwe dikin ( ji bo çi armancê dibe bela bibe). Lê Kurdekanên başûr? Û bi taybet jî PDK û malbata Barzanî?

Birastî ka bifikirin, PDK û Barzanîyan heta niha li parçeyên din ên Kurdistanê çend rêxistin û partîyên xwe damezrandine (eşkere yan jî nehînî)? Ji derveyî têkilî û danûstendinên şexsî, dostanî û ehbab çawîştî, çend partîyên bakur bihêz kirine, piştgirî dane wan û ji bo bibin alternatîf yan jî xebatek rasteqîn û Kurdewarî bikin, xwe dane bin barê wan? Ji bo yekîtîya partî û rêxistinên heyî, çi helwest danîne, çi gav avêtine? Li bakur, rojhilat û rojava çend bingehên Kurdewarî danîne? Û filan û xeftan û bi sedan pirsên din.

Werhasilî kelam, xalê me Selahattîn Çelîk pir rast gotiye. Bawer bikin gotina wî ji ayeta quranê jî rasttir û xweştire.

Îcar em dîsa dipirsin kezebno:

Başûrê Kurdistanê çima ji bo Kurdekanên başûr ji hemû Kurdistanê mezintir û girîngtir e?

Heçê tê derxe emê „zerfek zer“ (canekanim fahm dikin bê zerfa zer çiye) têxin bêrîka wan. Îcar ji wê zerfa zer çi derkeve hûn û qismetê xwe wesselam…

Cemîl Cewher / Hewlêr

About The Author