Şerefsizan şeref kirine pênc qirûş

Polat Erdem

Belê, hinek şerefsiz û bêşeref navê xwe li Kurdan dikin û Kurdan bera ser jinên xwe didin.

Piştî Devlet Bahçelî, îcar qûnekekî din Kurd bêşeref kirin. Wekîlê AKP ê bajarê Îzmîrê Huseyîn Kocabiyik di Twîttera xwe de Kurd bera ser xwe dan û got: „Gunehê şehîdên me di stuyê wan şerefsizên (bêşerefên) ku dengê xwe dane HDP de ye. Xwedê bela xwe bide wan“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Kesên mîna Huseyîn Kocabiyik ji bîr dikin ku hetanî doh hem paşayê wan û hem jî hikûmeta wan bi wan bêşerefan (!) re mizakere dikirin û qûna hevdu dalastin. Lê piştî ku di hilbijartinê de partîya wan gellek dengê Kurdan wenda kir, bêşerefîya wan hat bîra wan û ji nû ve veciniqîn.

Olan oxlim, heta berî hilbijartinê ew şeref li ku bû?

Yan piştî hilbijartinê şeref bû bêşeref, hey bêşeref!

Îzmîr

 

About The Author