Xanimê bi hestîyê çêlekan xweşik dibe

Fernando Perez

Lotikvan û bedewa Spanyolî Salma Hayek 48 salî ye, dêya zarokekê ye, lê kesek tê dernaxe ku ew 48 salî ye. Xanimê wek keçikek 14 salî dixuye û heta niha jî girêzê bi devê zilaman dixe, nav şeqê wan şil û pil dike.

Heta niha kesekî sedema bedewbûn û ciwanbûna wê nizanîbû. Lê Salma Hayek talîya talî li xwe mikur hat û dermanê bedewî û ciwanbûna xwe eşkere kir.

Salma Hayek ji çapemenîyê re eşkere kir ku ew „hestîyê çêlekan û hinek sîrke“ dikelîne, rojê îskanek ji wê vedixwe û bi vî awayî bedew û ciwan dimîne.

Hestîyê çêlekan û sîrke!?

Îcar birastî ez niha meraq dikim, gelo ku meriv hestîyê keran û xoşavê bikelîne û vexwe, wê çi bê serê meriv? Wê çi jê derkeve û wê bandora wê çawa be?

Yan jî ku meriv hestîyê qantiran û mîza berazan bikelîne û vexwe, wê çi ecêb jê derkeve?

Her wê tiştekî wek Salma Hayek bedew jê dernekeve allahwekîl. Lê ku tiştekî wek Kurdên çeqilmast jê derkeve, aha ez wê nizanim wesselam…

Madrîd

 

salma-hayek

 

About The Author