Ev kesên ku ji kîsikê tombalayê derketine, bi paraşûtê daketine û bûne bela serê Kurdan, roj namîne ku li ser navê Kurdan heqaretê li Kurdan nekin û wan nekin kole û xulamên Kemalîzmê. Ew kesên ku bi navê çepîtîyê tecawizî mafê Kurdperwerî û netewparêzîya Kurdan dikin, îro roj bûne wek berdevkê Mistoyê kor û Kurdan bi Kemalîzmê ve pîne dikin.
Xaltîka Kurdên Mars û Tîtanîkê Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel du kes ji wan kesaneyên çep û Alewî ne ku dijayetîya Kurdperwerî û mafê netewî dikin. Û bi sedan kesên wek wan îro di nav siyaseta Kurd de li ser navê Kurdan dijayetîya mafê netewî û dewletbûna Kurdî dikin û xwe li ber dilê nîjadperest û dijminên riknê milletê Kurd şîrîn dikin. Netewparêzî û mafê dewletbûna Kurdan dikin bi qurbana îdeolojîya Kemalîzmê, ji herkesî re mafê dewletbûnê rewa dibînin, lê ji Kurdan re heram û abes dibînin. Ev jî siyasetek ji siyaseta dewletê ye ku Kurdan bi destê Kurdan bidin kujtin û zarokên me di nav çerxa sîstema dewletê de wenda û tune bikin.
Sebahat Tuncel a ku Serok Barzanî wek zilamê „Amerîkayê û Amerîqancî“ dibîne û bê ÅŸerm û fedî li ser ekranên televizyonan dibilîne, ji bîr dike yan jî dide jibîrkirin, ku serok û girgirekên wan ji sibê hetanî êvarî bi MÃŽT ê re çay û qehwê vedixwin û ew MÃŽT bi xwe jî Amerîqancî û xulamên Amerîkayê ne. Tuncel xanim ji bîr dike ku generalên wan yên li Qendîlê ji sibê heta êvarî li Hewlêrê bi „Amerîqancîyan“ re dikevin civînan û qaÅŸo konferans û kongreyên netewî li dar dixin. Aysel Tugluk abla ji bîr dike ku bi dijayetîya „Kurdperwerî, netewperwerîyê“ rûn li ser nanê dewleta Tirk dike û xizmetek mezin ji Mistoyê kor re dike.
Û bi sedan mînakên din..
Xaltîka we Aysel Tugluk (a ku Kemal Atatirko wek zilamek mûcîzewî û bingeha dewletê dihesiband û hîna jî dihesibîne) qolye û nîşanek xistiye stuyê xwe. Wêneyek li ser wê qolyeyê ye û serê wî dişibe serê hinek mexlûqatên xwedê.
Îcar tê derxin û kîlok xurme qezenc bikin.
Gelo ew wêneyê ku Aysel xanim xistiye stuyê xwe, kî ye?
1- Wêneyê qesasê Dersimê ye.
2- Wêneyê Mistoyê Selanîkî ye.
3- Wêneyê Atatirko ye.
4- Wêneyê kurê Zubeyde xanimê ye.
5- Wêneyê Mistefa Kemal e.
6- Wêneyê „Sari Oxlan“ e.
7- Wêneyê Mahatma Gandî ye.
8- Wêneyê bapîrê wê ye.
9- Wêneyê bavê Sabîha Gokçek e (ewa ku Dersim bombebaran kiribû).
Heçê tê derxe, emê kîlok xurme ji xurmeyên Yemenê ji wan re bişînin..
Ê de xwedê bi we re be kezebno…
Enqere