Taktîk e kaka taktîk!

Mistefa Kerkûkî

Ne li ser bextê me be, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Silêmanîyê û BasNewsê be.

Li gor BasNewsê ragihandiye, dibêjin xwedêgiravî çapemenîya mam Celal, ango çapemenîya YNK di bin bandor û desthilatdarîya sofîk û melayên Îranê de ye û PUKmedîa propagandaya malperên Îranê dike.

Ne me got ne li ser bextê me be, li ser bextê BasNewsê be, li gor lotikvanên BasNewsê dibêjin, PUKmedîa ku malpera fermî ya YNK ye, di malpera xwe de propaganda û dengvedana malperên Îranê yên wek „Jamekurdî“dike ku ew malperên Îranî jî dijberîya Kurd û Kurdistanê dikin.

Li gor fitne û fesadên di nava BasNewsê de dibêjin, çavdêrê siyasî yê ku berê di ragehandina YNKê de jî kar kiriye, Cemal Ebdula, ji BasNewsê re ragihandiye ku ‘’Ji salên 90î ve Îran desttêwerdanê di wêje û hunerîya rojnameya Kurdistana Nû de dike, ku ev rojname rojnameya fermî ya YNKê ye“.

Êêêê, yanî çi?

Ma dinya ne li ser berjewendîyê dizîvire kaka?

Îran ji YNK îstîfade dike, YNK jî ji sofîk û melayên Îranê îstîfade dikin.

Ma dinya xira nebûye!

Êêêêê, taktîk e kaka, taktîk!

Kerkûk

Screen Shot 2016-05-15 at 3.22.21 PM

Screen Shot 2016-05-15 at 3.22.34 PM

About The Author