Tirra Tirkan, çima dikeve tûrikê Kurdan?

daskan dibboEv nêzî sê mehan e ku Kurd, wek bexdenûs, tev li gişt mijar û pirsgirêkên Tirkan dibin. Wek pirsgirêka netewê xwe dibînin û ku fedî nekin, karin jiyana xwe di ber de bidin… Yek ji vanan „Parka Gerê“ bû…

Wek ku hûn zanin ev rewş, di serê meha pûşperê de, ji bo ku hikumeta Tirkî xwestibû  „çend“ darên di Parka Gerê de ji qurm hilkin, derketibû holê. Êdî xort û keçên Tirkan (û dayikê wan) derketibûn kuçe û kolanên Taksîmê, ji bo ku wan daran, tev li kokê wan têxin dêya wan. Heya vir, wek ku hûn dimsê tev li mast bikin, normal e. Lê me nerî ku xortên Kurd xwe dane pêş û gotin „wey bavo, we çi bi serê Tirkî kir!?“ û êdî xençerên xwe ji kodika xwe derxistin û sloganên nermik avêtin. „Bijî Yekîtiya Gelan„, „Bijî îsotên Rihayê„,  „Gelo li ku ma ev Spartakûs?„, „Kohh, ew kê fis kir?“ û hwd…

gezi park

Tiştê bala min kişandî; ev xortên ku ji xwe re digotin „devrmcî“  bi rêya înternetê peyam ji hev re dişiyandin. Ji hev re digotin: „Kuro beraz di serê filan kuçê de ne.“ û wek ku rovî ketibe nav pez, dê li weled xwedî nedibû…

Di wan rojan de, li Lîceyê nêzî 250 hezar dar (ji bo çi jî be) xwestin jê bikin. Lê tu deng ji wa kuzxwarên Tirk derneket. Ne kes û ne kûs.! Dîsa li Kurdan û li Kurdistanê nehate xwedî derketin. Dema ku xalê me Sirri Sûreyya wek sûpermenekî xwe avêtibû ber kolîneran, go bû mesela Lîceyê û Kurdistanê, serê xwe tewand û bi guharkê xwe lîst, çit jê derneket…

Dema ku li Roboskî 34 mirovên Kurd, aşkere bi balafiran hatine kuştin, kê quzê dêya xwe xwar û dengê xwe li leşkerên Tirkan kir?

 

Welatê Kurdan, di bin tadê de ye;

Hişê Kurdan, di alîkariyan de ye.

Em dibê „li welatê xwe xwedî derkeve“

Dibê „Hê jê re wext heye“

 

Êdî em jî dibêjin; ê ku welatê xwe nizane, çep û rastê xwe jî nizane. Û divê mirov, beriya her tiştî li xwe xwedî derkevê…

Peyre werin em bi hev re herin welatê Çîniyan û bêjin wan doltajîyan, „heyla min xirrê wî seyê ku hûn dixwin, kire kuna we de.“ Û em herin welatê qeşayê, Qutbê, Atlantîkê ji bo heywanetên foqan, ê ku wan dikujin, em çermê wa kujeran biqelêşin.

Lê beriya her tiştî; welatê Kurdan, Kurdistan!

About The Author