Oct 11, 2013

KCK 3 lotikên pîroz û maqûl avêtin

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0

Belê, piştî ku ji pakêta Erdogan “kundir” derket û gellek alî xeyalşikestî bûn, çawîş û başçawîşên KCK li hev kom bûn û nirxandinek kirin, ji bo çareserîya pirsa Kurd dest bi lotikan kirin û 3 xalên pîroz û maqûl pêşkêşî Kasimpaşalî Receb û awira gelemperî kirin.

kck-pkkLi ser bextê ajansa ANF be, dibêjin a Konseya Rêveberîya KCK piştî ku nirxandinek mezin li ser “kundirê Erdogan” kiriye û ew pakêta kundiran rexne kiriye, ji bo çareserkirina pirsa Kurd 3 xalên pîroz û maqûl pêşkêşî Erdogan û awira gelemperî kiriye.

Çine ew hersê xal?

1- Divê hebûna Kurdan, nasname û çanda Kurdî bi fermî di makzagonê de cîh bistîne û têkeve bin ewlekarîya. Divê bi nasnama Kurdî azadîya xwerêxistinkirinê bê naskirin.

2- Kurd civakek e, li gora hebûn û qebûlkirina vê civakê, divê desthilatdarîya wê civakê, ango xweserîya demokratîk bê qebûlkirin.

3- Divê di her bergeh û di her astê de perwerdehîya zimanê zikmakî bê qebûlkirin.

Li gora Konseya Rêveberîya KCK, ev hersê xal, daxwazên ku Kurd qet nikaribin dev jê berdin û xwe jê dûr bixin.

Axir û werhasilî kelam, KCK di dawîya daxuyanîya xwe de dibêje ku “Bi alavere û dalavere” êdî Kurd nobetê nagirin û wê kesek nikaribe bi “Alavere û dalavere  – bi dek û dolaban” Kurdan bixapînin babam filan û bêvan.

Ez serê xwe û we neêşînim, bawer bikin hersê xal û lotikên başçawîşên KCK pîroz û maqûl in. Heta Kurd, nasname û çanda Kurdî nebin fermî û nekevin zagon û makzagonê, wê ji her pakêtê kundir derkeve û hûn sax…
Qendîl

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: