Ev çi şorbe ye, çi pelûl e?

Kasimpaşalî Receb û hikûmeta wî nîhan qûna generalên Ergenekonê û ew di qulik û kadînên hepisxanan de perîşan kirin. Piştî têra xwe di kadînên hepisxanê de êm xwarin, îcar dadwerên Kasimpaşalî Receb dîsa nîhan qûna wan û her yekê 17-18 sal ceze dan wan.

Wek hûn zanin, bi hezaran Kurdên reben û bê sûc bi destê van generalên xwînmij û dolheram hatin kujtin. Hema zêdeyî 17 hezar faîlî ne diyar (diyare lê axir) li holê ne. Yên eşkere û yên veşartî û nebedî. Û ew tev jî bi dest û fermana çeteya Ergenekonê û van general û serdarên dolheram hatin kujtin.

demir celiko KopieLê xwedê û pêxember ji Kasimpaşalî Receb û hikûmeta wî razî be (ne ku hevalbendîya wî dikim ha, na). Qesasê serê Kurdan, mirdarên artêşê û hevalbend û nokerên wan bi saya serê Kasimpaşalî û hikûmeta wî deşîfre bûn, her çiqas ne bi temamî be jî lê berteref bûn û ji çap ketin, hatin girtin û qûş li wan qetiya.

Piştî kujtina 17 hezar Kurdên bê guneh, şewitandina gund û daristanên Kurdistanê, ma meriv kare xwedî li wan dolheram û mirdarên Ergenekonê derkeve yan na?

Yanî heke xîret di pozê Kurdan de hebe, wê li qesas û qatilên serê xwe xwedî derkevin û wan biparêzin?

Paraztina general û Ergenegûcîyên qatil, ne bêxîretî be, ne xulamtî be, ne hevalbendî û endametîya çeteya Ergenekonê be, naxwe çiye?

Belê, îcar werin ji xwe re li fîlmê xalê xwe Demîr Çelîk efendî û Ergenegûcîyan binerin…

Wekîlê BDP xalê we Demîr Çelîk, piştî cezakirina generalên Ergenegûyê, xwedî li paşayên Ergenegûyê derket û cezakirina wan wek abes û heram nirxand.

Demîr Çelîk efendî, yê ku li ser navê Kurdan di meclîsa Tirko de ye û li ser xwîn û xwêdana Kurdan zikê xwe têr dike, bê şerm û fedî parêzerîya Ergenegûcîyan dike û dilê wî bi wan dişewite. Lê Çelîk efendî hesabê wan 17 hezar Kurdên welatparêz nake, hesabê şewitandina gund û daristanên Kurdistanê nake. Li şûna ku kêfa wî bê û bi cezakirina generalên Ergenegûyê kêfxweş bibe, mêro di gora 17 hezar Kurdên faîlî meçhûl de dimîze û wan ji bîr dike.

Aha siyasetmedar û rêberên ku te hilbijartine û ew kirine berdevkê xwe, ev mexlûqatin ha Kurdooooooooooo!

Aha ewên ku li ser xwîn û xwêdana te û şehîdên te diçêrin,ev mexlûqatin ha Kurdooooooooo!

Aha ewên ku xwelîyê li serê 101 bavê min û te dikin, ev mexlûqatin ha Kurdooooooo!

Aha ewên ku hem li nêl dixin û hem li bizmêr, ev mexlûqatin ha Kurdooooooo!

Kurdooooooo, heyla te xwelîya heft gundên Demîr Çelîk li serê xwe kiro, kengî tê xwe nas bikî peppûkooooooo!?

Enqere

About The Author