Kekê me Şêrwan û PYD

Wek Lotikxane em tucarî naxwazin êrîşî kesayet û jiyana şexsî ya Kurdên xwe bikin. Helbet em kiryarên wan yên siyasî, helwesta wan ya di derbarê Kurd û Kurdistanê de rexne dikin. Lê heta ji me tê em sînorê rexnekirinê derbas nakin û dijminatîyê nakin. Helbet Kurdên me hîna hînî rexnekirin û rexnelixwegirtinê nebûne. Mixabin rexneyê wek êrîş û dijminatî qebûl dikin. Ev karakterê me Kurda ye. Em ji herkesî re demokrat in, ji herkesî re demokrasîyê dixwazin, lê ji xwe re ne demokrat in, demokrasîya navxweyî hîna di nav me de bi cîh nebûye.

Kekê me Ahmedê Berazî nivîsek li ser kekê me Şêrwan nivîsandiye. Ji ber me tu xeterî û dijminatî di nivîsê de nedît, em nivîsa Ahmedê Berazî diweşînin. Divê em karibin bi zimanekî maqûl û ne bi niyetek xerab hevdu rexne bikin, bersiva hevdu bidin û wek Kurd, wek bra tehamilî hevdu bikin.

Aha ji we re nivîsa Ahmedê Berazî. Xêr û guneh di stuyê wî de be rebbî…

——————————————

Ahmedê Berazî

Xwendevanên qedir giran. Ev mesela kekê me Şêrwan ji min re bû meraq û min da dû heya ez gîham dawîya çîroka wî ya bi PYD re.

Min ji xwe re got “merivekî ku hevalê partiyekê be, çawa li ser partîya xwe xerab diaxive?”

Merivekî ku xwe di partiyê de mezin bibîne, çawa tê vê asta xwe erzan kirinê?”

Îcar ez serê we delalan neêşînim, min ji gelek hevalên PYD yê mezin û ne mezin li ser rewşa Şêrwan pirsî, di encamê de ez gîham vê encamê:

Sherwan

Şêrwanê me berê welatparêzekî ji rêzê bû, berî konfransê di rêkxistina Eurûpa ya PYD de dest bi wasta kir ji bo di meclisa rêkxistina Eurûpa de cîh bigre.

Axir, hevalan got em şensekî bidnê, belkî li gora pesindana wî tiştek jê derkeve, di konferans de ew bû endamê meclisê. Îcar me Şêrwanê me nedît dixwest heya bi serokê partiyê li gora serê xwe bimeşîne. Hevalan got û negot ev kes nehat ser hişê xwe, paşî hat famkirin ku ew bi nexweşiya desthilatdariyê ketiye. Her diçû di nava partiyê de alozî dikir, hêdî nema kesî ew tehmûl dikir.

Di ser vê de Şêrwanê me berî konferansê bi mehekê li ser Fasebookê xwe ji partiyê paşve vekişand. Lê piştî hevalan jêr got “kuro lawo ma paşve kişandin di rêya Fasebookê re çêdibe?” Şêrwanê me poşman bû û îcar li ber hevalan geriya, dest bi wasta kir û xwe kir erd ji bo bes tev li konferansa 4 bibe. Meclîsa partîyê şansekî din jî dan Şêrwan û rê danê ku tev li konferansê bibe.

Di konfransa 4 an de efendiyê me xwe dîsa ji bo meclîsa Eurûpa pêşneyaz kir. Lê sifir deng girt. Ji ber vê Şêrwanê me rabû ser tapanan û har û dîn bû, çawa ez û neyêm hilbijartin? Hevalan li ber dilê wî da, jêr gotin demoqrasî ye keko, divê tu bi encamê qaîl be.

Werhasil,  geh çû vir û geh çû wir bêyî partîyê li ser navê partîyê axivî, hevalên Eurûpa di meclîsa partîyê de biryar dan ku Şêrwan bidin sekinadin, wî têxin sarincokê û bicemidînin û jêr bêjin tu nema dikarî li ser navê partîyê biaxivî. Gava Şêrwanê me bala xwe dayê ku li Eurûpa nema jêr diqede û diserife, berê xwe da Rojava û xwe avêt tor û bextê Aldar Xelîl ku li wir karekî jêr bibînin û wî biceribînin.

Hevalên welat li wir dîsa karek dan Şêrwan. Îcar wan jî nema dikarîbû Şêrwan rawestînin, geh bêyî partîyê diçû konferansan û geh xwe dikir nûnerê PYD yê dîblomasî. Di vê mijarê de hevserokê partiyê mecbûr ma li ser telfizyona GK got: Şêrwan me temsîl nake û rêkxistina Eurûpa jî belavok derxist û got: “Bi ellahwekîl ew me temsîl nake.” Vê carê PYD li rojava jî mecbûr ma û ew ji nav xwe qewitandin.

Ji Şêrwanê me were her tişt bi pera tê kirîn. Belkî tu li ba hinekên din bibîne lê li ba Apocîyan tu di xewna xwe de jî nabînê keko. Ev Apocî ne, ne henek û menek in baba.  Al Qaîda nikare bi wan îcar tê karibe bi wan, tew lê lê!

Ezê şîretekê ji bo xwedê li te bikim kekê Şêrwan, veger nav zarokê xwe qurban. Zarok û jina te gunene û ji xwe re pîzzaxaneyekê veke û bi kêrî xwe û zarokê xwe were bes e keko. Bîna te gelekî derket îcar derdor ji te aciz dibin wî.

ahmedeberazi@yahoo.de

25.10.2013

About The Author