Ji xirrê xwe zêdetir hez ji simbêlê xwe dike

Mam Husên (Bavê Şarb) Kurdê bajarokê Soran e. Dirêjîya simbêlê wî tam metrok û 30 cm e. Yanî wek qama serokê CHP birêz Kemalo Kiliçdaroglû ye.

simbel

Mamê me Husên dixwaze bi simbêlê xwe yê dirêj têkeve pirtûka rekoran a Guînness ê û di pirtûkê de nûnertîya Kurdekan bike.

Simbêlê Mam Husên jê re bûye wek nasnameya wî û  ji hemi lebatên laşê xwe zêdetir hez ji simbêlê xwe dike. Û hetta tê gotin ku ji xirrê xwe jî zêdetir hez ji simbêlê xwe dike.

Ê de xwedê bi te re be Mam Husên…

About The Author