Bijî tirşika xalê me Salih!

Berî niha berpirsê çapemenîya YPG Polat Can lotikek xweş avêtibû û piştgirî dabû brayên xwe yên pêşmergeyên ku şerê zinêkarên DAÎŞê dikin. Û niha jî Hevserokê PYD xalê me Salih Mislim piştgirî da pêşmerge û got: „Ez bi serê Mûsa, Îsa û Mihemed kim, pêşmerge brayên me û zarokên me ne“ û dilê xwe rehet kir.
cemil-cewher
Xalê me Salih Mislim, vê carê di derbarê operasyona Mûsilê de piştgirîyek qerase da pêşmerge û ha ha pesnê pêşmerge da.
Salihê me di dewama lotikên xwe de germ bû û got: „Bi allahwekîl, hêzên pêşmerge niha ji bo gelê Kurd li Mûsilê şer dikin. Ez ji vir slavên xwe ji wan re dişînim û çavên wan radimîsim. Ew birayên me û zarokên me ne. Em tim li kêleka wan in û dikarin piştgiriîya wan bikin“ û kêfa me Kurdan anî.

Kilê çavên Kurdên binxetê Salih Mislim, di daxuyanîya xwe de anî zimên û germa germa got: „Binerin cîgerim, divê hemû hêzên Kurd bibin yek. Hêzên pêşmerge çawa ku derbasî Kobanê bûn û alîkarîya hêzên YPG’ê kirin, YPG jî li Şengal, Mûsil, Kerkûk û li temamê Kurdistanê kare piştevanî û alîkarîya wan bike. Daxwaza me jî ev e ku hemû hêzên Kurd li hemberî zinêkarên DAIŞ’ê bibin yek. Em hertim dibêjin bila hemû hêzên Kurd di bin fermandarîyekê de bibin yek û dest bi lotikan bikin. Divê baregehek hêzên Kurd jî hebe. Helbet ev jî girêdayî civîna Kongreya Neteweyî ye“ û simbêlê xwe ba da.

Salihê me di daxîya lotikên xwe de da zanîn ku „Li Mûsilê ne YPG û ne jî hêzeke pê ve girêdayî tuneye. Zinêkarên DAIŞ’ê dijminê Kurdan e, li ku derê be YPG amadeye şerê wan bike û tirê ji wan berde. Heke ji bo şerê Mûsilê daxwazê ji me bikin em ê tev lê bibin û di kefenê 101 bavê DAÎŞê nin” û xwêdana xwe pakij kir.

Ez serê we neêşînim gelî xwendevanan, aha tirşika ku ji me Kurdên xwelîser re lazim û pêwîst e, ev tirşik e. Yanî, tirşika hevkarî, tifaq, yekîtî û jihevhezkirinê ye. Heta em Kurd bi vê tirşika tifaq û yekîtîyê zikê xwe têr nekin, emê her her virikî û zikêşî bibin û hûn sax..

Ê de naxwe, bijî tirşika xalê me Salih Mislim!

Hewlêr

About The Author