Keçelo kumê min li serê te

cemil-cewherMÎT a Tirk bombeyan di nav civînên wan de diteqîne, êrîşî Barzanî dikin.

Ji sibê heta êvarî bi MÎT a AKP re qaşo mizakere û pêvajoyê dimeşînin, êrîşî Barzanî dikin.

Dewleta Tirk nahêle cendekên şehîdên wan derbasî bakurê Kurdistanê bibe, êrîşî Barzanî dikin.

Bi ruhê Eşme alîkarîya artêşa Tirk dikin û gora Şah Silêmanê qûnek bar dikin, êrîşî Barzanî dikin.

Bi alên Tirko derdikevin qad û meydanan û dibin parêzer û bekçîyên sînorên dewleta Tirk, êrîşî Barzanî dikin.

80 wekîlên wan di meclîsa hikûmeta AKP de tirr û fisên demokratîk û ekolojîk dikin, êrîşî Barzanî dikin.

MHP û Dewlet Bahçelî ji wan re dibêje „Bêşerefno, şerefsizno“, êrîşî Barzanî dikin.

Dewleta Tirk daristanên Kurdistanê dişewitîne, êrîşî Barzanî dikin.

Bûne berdevk û parêzerên qûnekên LGBT, êrîşî Barzanî dikin.

Bi YNK, Goran û cehşên wek wan re xulamtîya sofîk û melayên Îranê dikin,  êrîşî Barzanî dikin.

Zikê wan dêşe, êrîşî Barzanî dikin.

Lîka pozê wan diherike, êrîşî Barzanî dikin.

Qebiz dibin, gû di wan de hişk dibe, carna jî virikî dibin, êrîşî Barzanî dikin.

Jinên wan wan nahewînin nav livînê, êrîşî Barzanî dikin.

Li wan ranabe, êrîşî Barzanî dikin.

Xelk doxînê ji wan dişemitîne û tirrê ji wan berdide, êrîşî Barzanî dikin.

Bi gur re pez dikujin û bi şivên re şînê digirin, êrîşî Barzanî dikin.

Erdogan tê xewna wan, êrîşî Barzanî dikin.

Serokê wan dibêje „em karin piştgirîyê bidin serokatîya Erdogan“, ew êrîşî Barzanî dikin.

Porê wan diweşe, êrîşî Barzanî dikin.

Mûyên qûna wan spî dibin, êrîşî Barzanî dikin.

AKP û Erdogan wan dixesîne, êrîşî Barzanî dikin.

Ax û xwelîya Amarayê dixwin, êrîşî Barzanî dikin.

Beşîr Atalay dibêje „HDP li ser daxwaza MÎT ê hatiye avakirin“, êrîşî Barzanî dikin.

Bi kurt û Kurmancî; bi her awayî xizmeta Erdogan û dewleta Tirk dikin, lê êrîşî Barzanî dikin.

Şûjina di çavê xwe de nabînin, lê derzîya di çavê Barzanî de dibînin.

Lê nizanin ku êdî qûna reş û spî derketiye meydanê.

Êdî dinya û alem zane bê kî xizmeta kê û xizmeta çi dike heval..

Hûn ji xelkê re masîyan, lê ji Kurdan re kûsîyan digirin.

Hûn ji xelkê re hêkan, lê ji Kurdan re zelqan dikin.

Û Barzanî çi dike?

Ew jî xwelîya Amarayê bi nav serê Kurdan dadike û qedr û qîmet dide we, we li ser serê Kurdên xwelîser dike şah û wezîr, mîr û kizîr.

Ax Barzanî axxxxxxx…..

Hewlêr

About The Author