Tiştên din nekin, kumê xwe deynin ber xwe bes e kaka…

cemil-cewherBelê, kolandina xendeq û mendeqên li ser sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê serê Kurdan dêşîne. Kurdan di çavê awira gelemperî de reş dike û dilê dijminan bi me xweş dike.

PKK û PYD ji ber kolandina xendeqan û girtina sînor rabûne ser tapanan û didin lotik û zîtirkan. Ha ha êrîşî PDK û Barzanîyan dikin ( ma kengî êrîşî PDK û Barzanîyan nekirine?). Helbet ji lotikvanên PKK, PYD, Îran, Iraq û Sûrîyê re fersend e, ma ka ji vê fersendê xweştir? Ma go niha êrîşî PDK û Barzanîyan nekin wê kengî bikin? Ma go Barzanî behsa serxwebûn û dewleta Kurdî bike meriv êrîş nake? Ma ji kolandina xendeqan xweştir fersenda êrîşan heye? Na wele. Û ji xwe PKK ji fersendên bi vî awayî xweş îstîfade dike, wan xweş bi kar tîne ha, xwedê heye. Aferîn ji wan re!

Ew sînorên ku tê de bazirganîya mirovan, bazirganîya narkotîkê (eroîn û esrarê) tê kirin, ew sînorên ku çeteyên mîna DAÎŞ û wekî din tê re derbas dibin û li Kurdistanê çalakîyên terorîstî dikin, bi minasebeta paraztina sînorên û ewlekarîya Kurdistanê xendeq lê tên kolan. Ku ev jî helwestek xwezayî û pêwist e. Ew parçeyê ku bi ked û tekoşîna sedê salan hatiye azadkirin û divê her Kurd wî parçeyê azad wek çavê xwe biparêze û xwedî lê derkeve, îro raserî êrîş û dijminatîya hevalên PKK û PYD tê. Heyf! Erê wele heyf û sed mixabin! PKK û PYD ji min û we çêtir zane ku ew xendek ji bo çi tên kolan. Ji min û we xweştir zanin ku ne ji bo wan lê ji bo kiryarên kirêt tên kolan. Lê çi hikmet be rastîya meselê her û her tê veşartin, mebest û armanc tên berevajî kirin. Çima? Çima ku di van deman de serok Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê û dewletek Kurdî dike. Çima ku lotikvanên Tehran, Bexda û Şamê naxwazin Kurd serbixwe bibin û ji Iraqê veqetin.  Çima ku dixwazin destketinên başûrê Kurdistanê têk bibin û di kesayetîya Barzanîyan de xeta netewî bikujin.

Axir, di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê kek Nêçîrvan Barzanî lotikek avêt û di hevdîtina xwe û Berhem Salih de li ser kolana xendeqan axivî. Nêçîrê me ji daxwaz ji alîgirên PKK û PYD kir ku dawî li protesto û şermezarkirina kolandina xendeqan bînin û dev ji lotik û zîtirkên xwe bînin. Nêçîrê me herweha got ku “ Ji bo ewlekarîya Kurdistanê ewê kolandina xendeqan berdewam bikin û eger pêwîst bû ewê tiştên din jî bikin“ filan û bêvan.

Lê kek Nêçîrvan ji kê re dibêje? Yan kek Nêçîr PKK û PYD nas nake?

Ez bi serê xwe û we kim ji min û we çêtir û baştir nas dike. Ma ne ew bûn (PDK) yên ku li başûr cîh, meqer û alîkarî dan PKK û ew xurt kirin û hîna jî dikin? Lê dibêjin „Heta me xwe nas kir me emir derbas kir“. Îcar xuyaye ev jî mesela me û PDK ye. Heta serê PDK li kevir neket ( bi sedê caran serê wan li kevirê PKK ketibe jî ne xema wan e, serê wan naêşe) dengê xwe dernexistin, helwest dananîn.

Ê başe kaka, piştî ku hasil gihaye Mûsilê (bi saya serê we û PDK) hûnê çi tiştên din bikin? Hûnê karibin li bakur rê li ber PKK û li rojava rê li ber PYD bigirin? Yan hûnê karibin rê li ber hevkarî û tevkarîya PKK û YNK bigirin? We ji bo bakur, rojava û rojhilat çi plan û proje çêkiriye, we çend dost ji xwe re hiştine? Ji xeynî ku  „hindik û rindik“  di qorzîkek welat de we cîh li xwe teng kiribe, we wek PKK çend partîyên xwe di parçeyên din de ava kirine? Madem hûn Kurdistana gewre û mezin diparêzin û li ser rêbaza Barzanîyê nemir in, we ji bo wê çi gav avêtine? Ev hemû pirs in, pirsgirêk in û divê hûn mihasebe û pîvana van pirs û pirsgirêkan bikin. Heta hûn xwe ji gunehên xwe daneweşînin, hûnê her raserî êrîşên Xelo û Celo bên.

Axir, ez bawerim pêwist nake hûn tiştên din jî bikin kek Nêçîr. Tenê tiştek heye ku hûn bikin. Divê hûn kumê xwe deynin ber xwe, dîroka xwe, kiryar û helwesta xwe ya di derbarê parçeyên din de bipîvin, li moxilê xin, dost û dijminên xwe ji hev derxin û li gor wê dest bi lotikan bikin. Yan na, ez bi gora Barzanîyê nemir kim, heta roja qiyametê hûnê ji xezeba PKK, YNK, Tehran, Bexda û Şamê xelas nebin û hûn sax……

Hewlêr

About The Author