General Rawan Îdrîs deng li kê kir?

Rêwîyê Kal

Gava min ev nivîsar xwend, çavê min şil bû, rondik hatin xwarê. Kurdan heta îro dîroka xwe ya nivîsandî nexwendine, serê xwe ji bo fêrbûnê jî neêşandine. Eger xwendibana nevîyê Mela Mistefa’yê Barzan dîrok bi hestên dilşewat nedikir çavê Kurdan !

Kalikê min ê mezin Şêx Abdulselam wexta ku darve dikirin, yên kalikên wan li Çanakale ji bo Tirkan canê xwe didan îro ji me re dibên’hûn hevkar in’!

Di sala 1947’an de bi dorpêçandina Îranê 1.500 zarokên me ji birçîyan dimirin, yên bi Îranê re mil bi mil bûn îro j ime re dibên ‘hûn Îranî ne ‘!

Di 14 salîya xwe de her tişt terikand, ji bo miletê xwe çek hilda û heta 69 salîya xwe li enîya şer, di jiyana xwe de ji bo tu partî yan sazîyeke Kurdan tiştek nebaş negotîye, yek armanca wî Kurdistanek serbixwe ye, ji apê min, serokê min hezar canê min hebe ji bo wî fêda bikim, li birêz Mesûd Barzanî sed carî heqaret û îftire kirin em dîsa bêdeng man!

Ev sed sale em bi dijmin re şer dikin lê em şerê xwe jî merdane dikin, em kengî bi dijminê xwe re jî rûniştibin me rêzdarî dît. Çimkî sozên me kiryarîyên me rasterast in. Şehîdên malbata Barzanîyan 13.850 kes in. Digel vê yekê, me ne ji Kurdan ne jî ji netewek dî bi zanatî yek zarokek yek pîrekek nekuştîye !

Me tu carî ji bo milet zirarê nebîne, nêzî bajar û gundan êrîşî dijmin nekir û şer nekir. Çimkî pêşanîya me milet bû, her dem me li pêş şer kir. Îro jî 2 birayên min 17 kurmamên min û bi hezaran xizmên min li enîya şer li pêş şer dikin !

Heke îro birêz Barzanî li cîhanê giramî dibîne ji ber dirûstîya wî ye, ji ber tiştê ku nikaribe bike soz nedaye. Mînak ‘we qet dîtîye ku yek tehdîd kiribe?’ Derketibe ser ekranên tv.yan gotibe ‘min ev ev kir’ qe hûn bûne şahidê tiştek wisa? Her dem xwînsar û aram e. Halbûkî di hundirê wî de çi bahoz û bager diqetin !

Ez du caran bûme şahidê girîna wî. Di sala 2011’de ji bo Roboskî û 2014’de ji bo Şingalê şahidê girîna wî me. Digel vê yekê jî dîsa her cidî ye. Îro yên bêfedî lê êrîş dikin bila bizanin ku ew 55 sale ji bo miletê xwe şervan e, Pêşmerge ye, ciwanek li Barzan di bombebarandinê de ji bo belgeyên partîyê xwe avêt ber mirinê!

Wî, di sala 1991’an de li gundê Korê bazda pêş tankê û teqand qehreman e !

Wî, di 1992’yan de ji Ozal re: “Dixwazin alîkarîya me bikin yan nekin, emê li pîya bimînin û wê dîrok binivîse. Heke hûn alîkarîyê nekin wê dîrok we wek serokkomarê dewletek zalim, ku hûn bikin jî wê wek serokek ku bi biratî destê alîkarîyê dirêj kirîye binivîse. Emê dewletekê saz bikin, li dij derketin zirara we ye, li rex sekinandin ji we re qezenc e.” Gotibû serok.

Wî, li Pentagon ji Obama re: “ Ez û tu qebul bikin yan nekin jî wê zarokên miletê Kurd dewleta xwe çêkin.” Gotibû serok.

Ewî, di şerê dij DAİŞê de 3 lawê xwe û 2.360 brazî, xwarzî û xizmên xwe şand enîya şer û li pêş şer dikin. Fermandarekî cesûr e.

Ew, li dij gemar û nerastîyan, bêdeng dimîne. Bavekî bi esil e. Li wî îftire kirin ne ji bo xêrê ye, ji bo xirabîya Kurda ne!

Bawer bin, hûn çiqas jê re bidin çêra nabihîze, çimkî zane çi dike. Îro çend Kurd wek wî ji teref dehan dewletan de bi giramî tê pêşwazî kirin? Divê Kurd îtibara wî, giramîya wî baş bi kar bînin. Ev fersendek dîrokî ye.

Li pêş Kurdan 2 rê hene: Yan wê li pey Serok Barzanî biçin Kurdistana serbixwe, yan jî wê li pey ê han û ê din de bi bez biçin di bin ala Tirk, Ereb û Faris de bêne perçiqandin !

Berxikê bibe Beran di kozika pez de kifş e

Îro xêrnexwaz dikin serê berxikê jêkin ku nebe beran ! Miletê Kurd divê bi hemû hêza xwe piştevan û piştgirîyê bike, ku ew xêrnexwaz negihên armanca xwe! Kurdistan bi hemû rengan lê wê bi ala rengîn gelek xweş bibe. Nehêlin ku fersenda dîrokî berhewa bibe, birano de xîret bikin !

9 Tebax 15

About The Author