Okt 31, 2013

Monat: Oktober 2013

Salihê me dîsa pê de rît

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Xwedê kesî şaş neke. Heke şaş bike jî rê li ber nexe.. Xalê me Salih Mislim hew zane çi bike, hew zane çi bêje û hew zane çawa dijminatîya PDK û malbata Barzanî bike. Rebeno wek serxweşê bê eraq hatiye serê wî, hew ji nav derdikeve. Heyf! Xalê me Salih Mislim ji alîyekî dixwaze başûrîyan […]

Osmanê me lotikek bêîman li PYD xist

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, brayê serokê Kurdên dinya û axretê xalê me Osman Ocalan, beşdarî bernama „Zelal“ a Zagros TV bû û çend lotik avêtin. Osmanê me behsa jiyana xwe û PKK kir û got: „Partîya ku min 30 salan mezin kiriye piçûk nakim, lê mafê min heye wê rexne bikim. “ û pêde çû. Osmanê ku her […]

Yek ji qehremanên jin Qedem Xer Xan…

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Di civaka Kurdan de tiştekî nexweş ev e ku ew jî civakek bîrewer nehatîye holê. Mixabin, di dîroka Kurdan de mirovên gelek taybet di nav deman de winda bûne. Helbet sûc ne hew li ser mirovan e, carna şert û mercên jîyanê ne. Lewra gelê Kurd mixabin her tim di nav zordarîyê de jîyaye. Ji […]

Kurdistan bûye firdik

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Sal, wek teşiyekê, di destên pîrepindekê de dizivirî. Kenekî kambax li ser ruyê wê pîrepindê bû, runiştî bû. Ji ber lîstik li ser cîhanê dikir, bi kêf bû û ji dil dikenî… Li kuçe, kolan, aşxane, meyxane û kerxanên Amedê; keç û xortên Kurd dixwin, divexwin, dilîzin… Xort êdî li dîskotekan bi lîztikên ecnebiyan dilîzin. […]

Xalê me Turk nikare bi kerê, dibeze kurtên

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Gotinek bav û kalan heye dibêjin „Filankeso nikare bi kerê, dibeze kurtên“ filan û fîstan. Xuyaye ev jî mesela me û xalê me Ahmet Turk e. Li ser bextê ajansa ANF û vir û derewên wê be, dibêjin xwedêgiravî xalê we Ehmedê Mala Sînan Axa, ango Ehmedê ku ji paşnavê xwe „Turk“ şerm nake û […]

Dayê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Dayê welat î, xemla welatî Şewqa jîyanê, baxçê evînê Dayê welat î, rengê welat î Jîn û evîn e, xunava baranê Dayê welat î, hêstira welat î Çiqas şêrîn î, bûka baranê Dayê welat î, gula welat î Gîyan û dil e, nêrgiz û sosin e Bîhna bihuştê, mûm û find e Dayê welat î, […]

KEVÇÎYAN HILÎNIN; ŞORBE NÎSK AMADEYE !

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Şivanên gund dev ji karê xwe berda bû şerpeze bibûn, hewcebû ku her kesek bi dor biçe ber pez. Gundî rûniştin ku çareserîyekê peyda bikin. Hisik got “ Bila dor ji taxa jor dest pê bike û li gorî serê deh pezan rojek pez biçêrînin “ Evdo got “ Na ez ne qayîlim, bila bi […]

Ziman û Ez

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Ji min re dibêjin, çima zimanê te ewqasî tûj û çepel û dirêj e? Dema min dest bi dibistana seretayî kir, temenê min pênç bû. Heya wê rojê jî, ji zimanê ku dêya min di malzaroka xwe de hînî min kiribû pê ve bi tu zimanê din nepeyivîbûm, min nizanîbû. Min di wê dinyaya xwe […]

Yan dê Tirk e, yan jî bav

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Îsotçî û lehmecûncîyê Ruhayî Îbo Tatlises paşûpê li kerê siwar bû û dîsa bi xwe de rît. Îboyê ku serdana başûrê Kurdistanê kir û ji alî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin, ji çapemenîyê re axivî û dilxweşîya xwe anî zimên. Îsotçî Îbo piştî ku got „Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî“, Tirkoleran wek seg û guran […]

Siltanê me zewicî, kilîlîlîlîlîlîlîî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, zilamê herî dirêj ê dinyayê û kilê çavê Dêrikîyan Siltan Kose, talîya talî gîha miradê xwe û zewicî. Di daweta wî de dê weledê xwe avêt, zêdeyî 3 hezar lotikvan beşdar bûn û bi halla halla Siltanê me bû zava. Xanima Siltanê me Merwe Dîbo 20 salî ye û ji Hesekê ye. Axir, em […]

MİZGÎNÎYA HEWLDANA PARTÎYEK KURDİSTANÎ, KILÎLÎLÎLÎLÎLÎ!!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
 Belê, mizgînîya hewldana “Partîyek Kurdistanî” gîha me û kêfa me hat. Helbet Partîyek Kurdistanî ji Kurdan re pêwist e, hem jî wek av û an pêwist e. Alternatîfek Kurdistanî pêwist e, girîng e. Lê bi şertê ku dîsa wek dem û dewranên berî salên 1980î em bi hev nekevin, ji bo kursî, karîyer û îdeolojîyên […]

Kekê me Şêrwan û PYD

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Wek Lotikxane em tucarî naxwazin êrîşî kesayet û jiyana şexsî ya Kurdên xwe bikin. Helbet em kiryarên wan yên siyasî, helwesta wan ya di derbarê Kurd û Kurdistanê de rexne dikin. Lê heta ji me tê em sînorê rexnekirinê derbas nakin û dijminatîyê nakin. Helbet Kurdên me hîna hînî rexnekirin û rexnelixwegirtinê nebûne. Mixabin rexneyê […]

Ji xirrê xwe zêdetir hez ji simbêlê xwe dike

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Mam Husên (Bavê Şarb) Kurdê bajarokê Soran e. Dirêjîya simbêlê wî tam metrok û 30 cm e. Yanî wek qama serokê CHP birêz Kemalo Kiliçdaroglû ye. Mamê me Husên dixwaze bi simbêlê xwe yê dirêj têkeve pirtûka rekoran a Guînness ê û di pirtûkê de nûnertîya Kurdekan bike. Simbêlê Mam Husên jê re bûye wek […]

Kêra Kurdî, ev çi kêr e?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Di rêzefîlmê Amerîkî Supernatûral de behsa efsaneya „Kêra Kurdî ya ku şeytên dikuje“ tê kirin. Gelo ev çi kêr e? Yan haya kesekî ji efsaneya vê kêra Kurdî heye? Fîlmê ku sereklîztikvanîya wî Jared Padaleckî dike, fîlmek tirsê, drama û komedî ye û di van demên dawîn de zêde navdar bûye. Di beşekî fîlm de […]

Xalê me derbasî başûr nekirin, wey weledddddd!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava PYD û başûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê PYD xalê me Salih Mislim ji 17ê mehê ve li ser sînorê başûr û rojava hêsîr maye û nikare derbasî başûr bibe. Wey weleddddd xalê Mislim wey weled! Xalê me Salih Mislim ê ku di hinek axavtinên xwe de dixwest […]

HPL hat avakirin, kilîlîlîlîlîlîlîlîî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, Partî Demokratî Lotikxane kongreya xwe ya salane li dar xist û biryarên pir girîng û pîroz girtin. Ji wan biryaran a herî girîng û pîroz damezirandina Hêzên Paraztina Lotikxane -HPL- bû. Piştî nîqaş û lotikên dûr û dirêj û tehlîlkirina rewşa çapemenî, ekolojîk, mekolojîk, gendelojîk, Kemalojîk, Tirkolojîk û Netewkolojîka Kurd û Kurdistanê, kongreyê biryar […]

ZINÊKARO DIBÊ MEY HERAM E

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Sê xowarde ji Mûşê li trimpêlê siwar dibin, berê xwe didin Erziromê. Wê demê orispîyên Ecem û Rûsî di otêlan de karê qehpikî dikirin. Li navçeya Gimgimê li ber derê meyfiroşekî sekinîn ku çend bîra (avceh) bikirin. Celo got “ Kuro hûn çi dikin, çima li vir sekinîn ? “ Şemso got “ Emê çend […]

Weyy li ser xêrê be!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, êdî her tişt bûye tîcaret û bazirganî. Kesên dîndar bi navê „helalbûnê“ dikutin xelkê û wan dişelînin û ji xwe kesên din jî hema çi ket ber wan, helal û heram ferq nake, di xelkê de dibin û li ser pişta wan dewlemend dibin. Piştî „helal„kirina goşt û xwarinên din, îcar „Helal Sex Shop“ […]

DI GEL

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Çavê hingivî rondik barandin, ji ber girîyan mijgul cotandin Li ser hinarkê rû cîhok xetandin, di gel vê mayê ez fikirandim Lêvê wêy tenik tî  ji pelgulo, şil têde nema wek pelê çilo Zîzbû lêvê wê ne got min dilo, di gel derdê min ez pir êşadim Seetkê berê, bi kêf şahî bû Ma çi […]

Dixwaze lê newêre

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Lotikvana germik û nermik, bedewa ber dilê xortên 17-70 salî Sarah Elîzabeth Bowers, silavek germ ji endam û xwendevanên eşîreta Lotikxanê re şand û da lotikan. Nûçegîhan û sîxurê me yê Amerîkayê Reşe Beşo Qûnreşo vê carê kon û çadira xwe li ber derîyê Sarah Elîzabeth Bowers veda û xwe gîhand wê. Piştî xoş û […]

Mêr cerdevan, kur esker û law jî gerîlla ye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, ev pelûl bi serê gellek malbatên Kurdan de rijiyaye. Siyaset û polîtîka dewletê ya „bra bi bra bide kujtin“ bi sedê salane didome û em Kurdên xwelîliser jî tên lîztika dewletên dagîrker. Xaltîka me Zuleyha Sadak yek ji wan Kurda ye ku pelûla germ bi serê wê de rijiyaye. Mêrê wê cerdevan e, kurekî […]

Ma dîwar dikarin li hember lehiyên êgir bisekinin?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Siyaseta dewleta Tirk li hember Başûr-rojavayê Kurdistanê her ber bi têkveçûnê ve diçe. Ketiye nava çahlekê û her ku xwe tev dide bêtir di nav de diçe. Herî dawiyê siyaseta li ser pişta çeteyan dida meşandin ew xist nava nakokî û zahmetiyên kûr. Berî her tiştî, Emerîka nerazîbûna xwe da diyar ku ew rêxistinên bi […]

Naxwaze bibe serokê Erebên qûnreş

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Serokê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî ji ajansa AFP re axivî û çend lotikên pîroz û Kurdewarî avêtin. Serok Barzanî teqez kir ku „serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurd e û ewê tucarî dev ji vê lotika pîroz bernedin“. Serok Barzanî herweha anî zimên ku dewlet bi rêya şîdetê çênabe, lê divê bi awayekî xwezayî be, […]

Mêro îcar jî xwe kir torinê Mihemed

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Serokê CHP birêz Kemalê kinik, ango Kemal Kiliçdaroglû, vê carê jî xwe kir torinê Mihemed pêxember û got „Ez seyid im“ filan û fîstan. Kemalê ku berê digot „Em ji Xorasanê ne û Tirkmen in“ -ku piranîya şênîyên Xorasanê jî Kurd in- û xwe ji Kurdayetîyê bi dûr dixist, ji bo ku çend deng û […]

Herkes xwe bi Kurdan dike şîr û şekir

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, mijara Kurd û Kurdistanê qûş li herkesî qetandiye. Kurd êdî di Rojhilata Navîn de hêzek mezin in, xwedî gotin, xwedî çek û petrol in û li dinyayê gotina wan derbas dibe. Ji ber vê jî, dewletên dagîrker mecbûr dimînin xwe bi awayekî li ber dilê Kurdan şîrîn bikin û xwe bikin wek dimsa Omerya. […]

Kurdistana Rojava. Nav, bajarok û dîrok

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ne. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Romî, Bîzansî, Ereb, Fars û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî […]

Gulnaz

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Evîndarê bejna te me, takî rîhana te me Bîhna gula baxçê te me, l i van deşt û zozanan ez yê te me. Te ez kuştim ey Gulnazê, bi çavan te ez kuştim Te ez helandim ey gerden gazê, bi bejna xweyî zirav te ez helandim Dildarê çavên reş im Evîndarê kenê xweş im Li […]

Ereboşkên qûnreş hatin girtin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 4
Belê, hinek ji terorîst û dolheramên ku teqîna li Hewlêrê pêk anîbûn û kîrê Kurdan xistibûn quzê dê û jinên xwe, hatin girtin. Berê hat gotin ku di nav wan de Kurd jî hene. Lê şikir ji xwedê re di nav wan de  Kurd tunene û temamê wan dêqehpan Ereb in. Erebên ku rebbê alemê […]

Meymûnê me kêfa li ser kêfê dike

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Meymûnê Lotikxanê birêz Reşo Beşo Qûnreşo ji bo çend hevpeyvînan bike berê xwe da Amerîkayê û niha li derûdora Qesra Spî dide lotik û zîtirkan. Ev hefteyeke li benda Reşo Obama ye ku civanekî bide meymûnê me da ku li ser navê Lotikxanê çend pirs û pirsgirêkan jê bipirse. Lê xuyaye birêz Reşo Obama newêre […]

MA QEY WÊ Dİ QÛNA TE NÎHANA

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Demsala zivistanê çend gundî danê nîvroj li ber dîwarê xênî rûniştî bûn, mijar rewşa Kurdan bû. Remezan got “ Bi qesem dema  çar, Rusîyan welatê me dagirkirin ku derneketina/ venekişîyana, niha Kurd azad bibûn. “ Elî got “ Belê ku Lenînê komunîst şoreş çênekira, Rusî nediçûn û mimkûn bû Kurd bigehiştina mafên xwe . “ […]

Wey oxira we ya Filîtê Quto be rebbî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, çep û Kemalîstên ku bûne bela serê me Kurdan û di her halûkarê de dixwazin Kurdan bi dewletê û Kemalîzmê ve pîne bikin, dixwazin ji BDP veqetin û têkevin nav HDP (Partîya Demokratîk a Gelan). Wey li ser xêrê be û oxira we ya Filîtê Quto be rebbî! Wekîlên BDP Sirri Süreyya Önder, Ertuğrul […]

Di şerê navbera du birayan de divê bav çi bike?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Niha lêdana Sûriyê di rojêvê de ye, ji ber vê yekê Îsraîl ket rojeva Kurdan û tê niqaşkirin. Di şer û pevçûnên Ereb û Mûsewiyan de, heta niha wek li seranserê cîhanê, li Kurdistanê jî Kurdên misilman ji ber baweriya xwe û çepbîran jî ji ber antî emperyalîzma xwe ya çewto-mewto têgihiştî, bi piranî piştgiriya […]

Ev çi şorbe ye, çi pelûl e?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Kasimpaşalî Receb û hikûmeta wî nîhan qûna generalên Ergenekonê û ew di qulik û kadînên hepisxanan de perîşan kirin. Piştî têra xwe di kadînên hepisxanê de êm xwarin, îcar dadwerên Kasimpaşalî Receb dîsa nîhan qûna wan û her yekê 17-18 sal ceze dan wan. Wek hûn zanin, bi hezaran Kurdên reben û bê sûc bi […]

KCK 3 lotikên pîroz û maqûl avêtin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, piştî ku ji pakêta Erdogan „kundir“ derket û gellek alî xeyalşikestî bûn, çawîş û başçawîşên KCK li hev kom bûn û nirxandinek kirin, ji bo çareserîya pirsa Kurd dest bi lotikan kirin û 3 xalên pîroz û maqûl pêşkêşî Kasimpaşalî Receb û awira gelemperî kirin. Li ser bextê ajansa ANF be, dibêjin a Konseya […]

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“//www.youtube.com/embed/h2vw7lbut8o“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Erdogan „Turk“ rakir, xalê me hîna jî „Turk“ e

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Piştî ku Kasimpaşalî Receb lotikek bêîman li „Andimiz“ „Sûnda me“ xist û zarokên Tirkîyê ji wê naleta „Tirk im, rast im, çeqilmast im“ azad kir, serokê gur û keftarên Tirkîyê sayin Devlet Bahçelî rabû ser tapanan. Bahçelî begefendî piştî ku têra xwe Erdogan da ber lotik û zîtirkên MHP kî, pêşniyazek qerase jî pêşkêşî Kasimpaşalî […]

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0

Behcet efendî lotikek bêîman atmîş kir

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
 Şaredarê navçeya Fethiye ya parêzgeha Mûglayê, lotikek bêîman avêtiye û xwe bi Kurdan şûtik û rindik kiriye. Behcet Seetçî lewheyek mîna ya Lewhilmehfûzê bi Tirkî û Kurdî nivîsiye. Ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê weha gotiye: „Ulke bitunîya me bozulmamasi ve hezkirina insana di hundure me kuvvetlenmesî dilxazîya me ye. Qurban Bayramimiz pîroz be.“ Behcet Seetçî  […]

Tirk im, virq im rabû, wey li ser xêrê be rebbî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Sûnda ku bi dehê salane li serê zarokê Kurdan bûbû bela û ew mecbûrî Tirkperestî û asîmîlasyonê dikir (Andimiz), piştî eşkerekirina pakêta demokrasîyê ya Erdogan beg, rakirina wê bi fermî hat qebûlkirin. Serekmişawirê Serokwezîrê Tirkîyê Aydin Unal, da zanîn ku rakirina „sûnda me“ bi fermî hatiye îmzakirin û ewê di rojnama fermî de bê belavkirin. […]

Emîne abla dibe seroka Amedê, kilîlîlîlîlîlîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 4
Belê, van rojan BDP dikele û bûye wek şorba nîskê. Hinek dibên wê Seloyê me dev ji serokatîyê berde, hinek dibên na. Hinek dibên Seloyê me li dijî hevkarîya bi çepên Tirka re ye, hinek dibên na. Lê çi dibe bela bibe, BDP wek şorba di beroşê de dikele û wê di kongreyê de hertişt […]

Jina herî seksî, germik û nermik

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Kovara „People“ magazîn, her sal jina herî seksî hildibijêre. Ê helbet bi vê hilbijartinê ne tenê jina herî seksî hildibijêre, herweha dil û hinavê zilaman jî diperitîne û doxîna wan şil û pil dike. Kovara malxerab „People“ magazîn, lotikvana seksî, germik û nermik, tenûrgerm û şekirlêvî Scarlett Johansson wek jina herî seksî û bedew a […]

Rehma xwedê lê be, cîhê wî bihuşt be

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Di 4.10.2013 an de bavê kekê me Nasrat Hacî li Kurdistanê bajarê Duhokê çû ser dilovanîya xwe. Em wek Lotikxane xemgînîya kekê xwe Nasrat Hacî parve dikin û ji malbatê re saxî, sebir û selametîyê dixwazin. Bila rehmeta xwedê lê be û cihê wî bihuşt be. Lotikxane   Ji bo tazîyê: Nasrat Hecî: 0046 70 […]

Çima bi tenê?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Dilberek min dî bilind e, lihevhatî gelek rind e Ew bixwe kulîlka gund e, ew bi tenê mîna kund e Çima tu çavan kil nakî, çima tu por hine nakî ? Dilê xwe ji min re vekî, tirsonekê mina beq î Serî rakir diqîrîya, da ser rê û dimeşîya Ez nizanim ji bo çiya, yan […]

Hem li nêl xin, hem li bizmêr xin, ê de bajooooooonnnnnnn!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, li ser bextê ker û bergîlên bajarê Londonê be, dibêjin kurê Noşîrwan Mistefa li otomobîla 300.000 dolar siwar dibe, kêf kêfa wî ye û şûr simbêlê wî nabirre. TevgeraGoran a ku mamê we Noşîrwan Mistefa serokê wê ye, di bin navê „gendelî“yê siyasetê dike û bi taybet jî PDK û Barznîyan bi gendelî, bertîlxwarin […]

Bela lîberalîzm be û ne tiştekî din be

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê fitne û fesadên nava DDKD be, dibêjin piştî civîn û komcivînên qerase û lotik û motikên halla halla, girgirek û simbêlboqên me yên DDKD ji xwe re rêyek germik û nermik dîtine û dixwazin  „Partîyek Lîberal“ damezrînin filan û fîstan. Wey lotika we û lîberalîzma we li ser xêrê be yaboooo û […]

Çend wêne

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Kekê me S. Gokalp dîsa çend wêneyên balkêş û qerase ji me re şandine. Ba binerin bê çi dikeve serê we..

Zebeş e dendik reş e

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Sîxurê me mîster Fîtomîto hinek wêneyên zebeşan ji me re kom kirine. Bi dîn û îmanê xwe sûnd dixwe ku zebeşên wî ji zebeşên Diyarbekirê xweştir û lezîztîr in. Ka hûn biryarê bidin bavo, ji ber em ne zebeşfiroş in em zêde ji zebeş û petîxan fêhm nakin.  

Ha gû û ha rîx!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Kesên ku ji bîra Mistoyê kor av kişandibin û ji hewdikê Kemalîzmê av vexwaribin, heta bi mirinê jî ji kewş û gemara wê avê pakij nabin. Xwe bi 101 qalib sabûna Helebê bişon jî, dîsa bêhna Kemalîzmê ji wan tê. Xwe bi ava zemzem helal bikin jî dîsa heram in. Û ji xwe gava qal […]

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0

WISA XWEŞ DIXWÎNE MIRÎYAN JI GORÊ RADIKE

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Dema derbeya leşkerî ya 12 Îlonê qewimî, Kenan Evrenê Arnawîd hemû melayên welatparêz yên Kurd sirgûnî bajarên Tirka kir. Yek ji wan melayan jî Mele Resûlê Mûşî bû. Mele Resûl sirgûnêî gundekî bajarê Qeysera Rûm kirin. Mele Resûl deng xweş û ol zana bû. Rojek yekî gundî mir û çû ser dilovanîya xwe, Mele Resûl […]
Page 1 of 212 »