Demsala zivistanê çend gundî danê nîvroj li ber dîwarê xênî rûniştî bûn, mijar rewşa Kurdan bû.
Remezan got “ Bi qesem dema çar, Rusîyan welatê me dagirkirin ku derneketina/ venekişîyana, niha Kurd azad bibûn. “
Elî got “ Belê ku Lenînê komunîst şoreş çênekira, Rusî nediçûn û mimkûn bû Kurd bigehiştina mafên xwe . “
Mistefê got “ Law hûn çi dibêjin ? Şukur em di bin alaya Tirk de ne û dengê azana şerîf di guhê me de ye. “
Remezan zivirî ser Mistefê “ Qey tu di bin alaya Tirk de nebûya di bin alaya Rusî de bûya, wê her roj di qûna te nîhana ? Law tu niha feqîr belengazî, zikê te birçîye, nasnameya te tune, mafê te yê neteweyî tune. Biner Kurdên me yên Êrmenîstanê, yê Qazakîstanê, yê Gurcîstanê hemû bi zimanê xwe diaxivin. Tu heta wilo bifikirî wê dêya te bê gayîn, te fêm kir ? “
Van rojan dîsa hinek kerên Kemalîstpereset, artêşparêzên Kurd rûyê xwe yê reş derdixînin holê, meriv nizane çi bêje ! Law yê di qûna we nîhane çima wilo bi we şirînin ?! Hûnê kengê dev ji qûnalêsîya Kemalîzmê berdin ? Wey tifûûû li sikûmê we…
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye