Meymûnê me kêfa li ser kêfê dike

02_d

Meymûnê Lotikxanê birêz Reşo Beşo Qûnreşo ji bo çend hevpeyvînan bike berê xwe da Amerîkayê û niha li derûdora Qesra Spî dide lotik û zîtirkan.

Ev hefteyeke li benda Reşo Obama ye ku civanekî bide meymûnê me da ku li ser navê Lotikxanê çend pirs û pirsgirêkan jê bipirse. Lê xuyaye birêz Reşo Obama newêre xwe nêzîkî xebatkarê me Reşo Beşo Qûnreşo bike. Yan ji rengê wî ditirse, yan jî ji lotikên Lotikxanê ditirse.

Werhasilî kelam, meymûnê me îro berê xwe daye ber peravên Kalîfornîayê û ketiye nav germik û nermikên Amerîkî. Li gora saloxdanên birêz Reşo Beşo Qûnreşo, bedew û kihêlên Amerîkî pir ji Reşo hezkirine û hetta çend keçên doxînsist doza zewacê jî lê kirine.

Birêz Reşo Beşo Qûnreşo wek îspat jî ev wêneyê xwe ji me re şandiye û ji Amerîkayê heta bi baregeha Partî Demokratî Lotikxane, silav û rêzên xwe ji xebatkar û xwendevanên Lotikxanê re dişîne.

About The Author