Di şerê navbera du birayan de divê bav çi bike?

fadilozcelikNiha lêdana Sûriyê di rojêvê de ye, ji ber vê yekê Îsraîl ket rojeva Kurdan û tê niqaşkirin. Di şer û pevçûnên Ereb û Mûsewiyan de, heta niha wek li seranserê cîhanê, li Kurdistanê jî Kurdên misilman ji ber baweriya xwe û çepbîran jî ji ber antî emperyalîzma xwe ya çewto-mewto têgihiştî, bi piranî piştgiriya Ereban û dijminatiya Îsraîlê dikirin. Beriya wê jî heye bê guman, lê bi taybetî piştî şerê li dijî Sedam û damezirandina Kurdistana Federal ev helwest jî bûye mijara niqaşan. Êdî hin kes bi awayekî vekirî terefê Îsraîlê digirin û vê raman û helwesta xwe bi raya giştî re parve dikin.

Bê ku bi çavekî girtî û kor, di vê mijarê de ez jî li ser wê rayê me ku ji ber Ereban tu hewceyeke kirina dijminatiya Îsraîlê nîne. Li Rojhilata Navîn Îsraîl ji hemû welatên Ereb bêtir demokratîk, adil û têr e. Wek 227 dewletên li cîhanê û 22 dewletên Ereba, mafê dewleta Îsraîlê jî heye ku bimîne û bijî; wek Kurdistanê. Li Îsraîlê mirov kare rexneyan li polîtîkaya dewletê ya Filîstînê bike. Lê ji bavê kesî zêdeye ku li welatekî Ereb, bêje „Γ ya Îsraîlê melodîk e û xweş tê guhê mirov. Li gel  ku navê bav „Îsmeîl“ û bapîrê Ereben „Îbrehîm“ (û yê cihûyan) jî bi pîta „Γ dest pê dike. Xêr û xirabiya Îsraîlê li me Kurdan yek be; her weha me Kurdan ji Ereban di temamiya dîroka xwe de tenê xirabî dîtine û li holê li gel bi hezaran xirabî, yek xêr jî nîne. Tenê li vir bibîranîna HELEPÇÊ ewê di cî de be. Temamiya Kurdan piştgirî dida Filîstînê û ez nizanim ji her çar perçeyên Kurdistanê di şerê li dijî Îsraîlê bi Filîstiyan re çend Kurdan canê xwe dane di eniya şer de.. Lê Serokê Filîstîniyan Arafat, ji ber ku bi hezaran Kurd qetilkir, di cî de çû rû û çavên Sedam maç kir. Niha jî Serokê Filîstîniyan Mahmûd Ebas bi lêdana Sûriyê behsa xeteriya damezirandina dewleta Kurdistanê dike.

Min dirêj kir.. Mijara min ne ev bû. Bi derengî be jî ez werim ser a xwe.

Di hin tiştan de ne wek hev bin jî, di mijara em binivîsin de, pirtûka ji bo misilmanan pîroz, Quran û pirtûka ji bo cihûyan û mesîhiyan pîroz, Tewrat wek hev in..

Berî Quranê bi hezar salan, Îbrehîm Pêxember, mêrê Sara û Xetîce ye. Ji Sara Yakûb û ji Xetîcê jî Îsmeîl çê dibe. Cihû Yakûb û Ereb jî Îsmeîl bavê xwe dihesibînin.

Ango Cihû û Ereb bav yek, dê cuda birayên hevdu ne.

Bav kî ye? Ew jî Brehîm ê Kurd e! Kurd, him bavê Cihûyan û him bavê Ereban e.

Îbrehîm, bi Erebî û Abram, bi zimanê Cihûyan e. Bingeha herduyan jî Birehîm e. Ango Birayê mezin ê li malê hîm an sitûn e. Wateyeke din „Birayê min“ e.

Quran û Tewrata pîroz li ser yekfikirin ku Birehîm ji Herenê ango ji Kurdistanê ye. Ji ber serihildan û dijberiya Qralê Asûriyan NEMIR-NEMRÛD ji welatê xwe reviya ye û hatiye li ser wan erdên ku Cihû û Ereb li hevdu nakin bi cî û war bûye.

Ger Cihû bêjin ku bavê me Yakûp û bapîrê me jî Abram e..

Ger Ereb bêjin ku bavê me Îsmeîl û bapîrê me jî Îbrehîm e..

Û hûn bawer bikin..

Wê gavê tu sedem jî namîne ku Kurd bêjin, „Cihû û Ereb ji Kurdan in“.

Ji vê jî bawer bikin.

Li ser bingeha baweriyê ev nivîs hat nivîsandin û em weha jî dom bikin.. Tirs, êrîş û neqayilbûna Ereban ji Kurdan dibe ji ber kompleks û fedîkirina ji bavê xwe be!

Belbî Ereb li xwe danînin ku îtiraf bikin û bêjin, „Em ji Kurdan in“, „Bavê me Kurd e“!

Madem ku şerê Cihû û Ereban ji ber nelihevkirina pirsên dîrokî ne..

Di şerê nav du neviyên xwe yên Cihû û Ereb de divê bapîr ango Kurd kîja terefî bigire?

Kurdinfo

About The Author