Osmanê me lotikek bêîman li PYD xist

Belê, brayê serokê Kurdên dinya û axretê xalê me Osman Ocalan, beşdarî bernama „Zelal“ a Zagros TV bû û çend lotik avêtin.

Osmanê me behsa jiyana xwe û PKK kir û got: „Partîya ku min 30 salan mezin kiriye piçûk nakim, lê mafê min heye wê rexne bikim. “ û pêde çû.

osman

Osmanê ku her roj ciwantir û çelengtir dibe, lotikek bêîman li PYD xist û mejîyê wê ji hev belawela kir.

Osman Ocalan got: „Dawîya sala 2003an min PYD ava kir. Biryar bû Mûrad Qereyilan PYDê ava bike, lê wî ev kar nekir û min PYD ava kir.”

Avakirina PYD ne tiştek e. Lê Osmanê me ew kir dîktator û mîktator û mîrkutek li nav serê Salih Mislim jî xist.

Osmanê me bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: “PKK tenê xwe rast dibîne û hêzên din jî hemûyan xayîn dibîne. Di nav reş û spî de dimeşe. Ev siyaset di nav PYDê de jî heye û dîktatoriya rêjîma Sûrîyê li Rojava dide meşandin.” filan û fîstan.

Axir, xalê me Osman Ocalan PKK û PYD kir dîktator û lotikek li wan xist wesselam.

Xêr û guneh di stuyê Osmankê me de be…

Zaxo

About The Author

One thought on “Osmanê me lotikek bêîman li PYD xist

  1. Xêr û guneh di stuyê we jî de ye. Hûn jî weke Zagros-TV û Rûdaw-TV (ya ku xwedêgiravî bêlayan e), ji bilî kesên ku PKK, PJAK, PYD ûhwd reş bikin pêve, nakin mêvanên xwe. Lê çawa be destê Osmano sax be ku hîmê partiyek weha danî. Ka bidin ber çavê xwe ku Rojava li benda hevalên we yên tirşikxwerên bibxetê mabûna, dê çi bihata serê me kurdên rojavayî?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.