Belê, li gor fitne û fesadên bajarê Enqere û Diyarbekirê dibilînin, dibêjin wê roja Şemîyê (16.11.2013) Serok Barzanî û lotikvanê dengxweş Şivan Perwerottî bên Amedê û dest bi lotikan bikin. Êêêêêêê, ma Şivan Perwerottî bê Amedê û Îborottî neçe dibe? Nabe canim, divê herdu rottîyên Ruhayî bêm cem hev û bavêjin ber hev.
Axir, di vê derbarê de îsotçî û lehmecûncîyê Ruhayî xalê me Îbrahîm Tatlisesrottî gotiye: „Şivan Perwer Pavarottî yê Kurdan e. Duetkirina (avêtina ber hev, bihevre gotin) bi wî re ji bo min şeref e. Helbet ezê li Amedê bim babam“ û kêfxweşîya xwe anîye zimên.
Belê gelî lotikvan û motikvanan..
Wê Şivan Perwerottî û Îbrahîm Tatlisesrottî li Amedê silavekê bidin hev û dest bi lotikên „rottî“ û „mottî“ kî bikin wesselam…
Rehme xwedê li Lucîano Pavarottî be rebbî….
Amed