Hûn Adnan Oktar nas dikin bawerim. Ewê ku di televizyona xwe de di nav horîyên bihuştê de rûdinê û pesnê xwe û kerametên xwe dike. Ewê ku di nav wan horîyên memikmezin, porzer û spehî de rûdinê û şîretan li xelkê dike. Ewê ku car caran zimandirêjîya Kurdan jî dike û di nav wan horîyên porzer de zimanê xwe li dora devê xwe dixe. Aha ew Adnan Oktar.
Mêro xwe wek alim, xwedî keramet û hetta pêxember jî dibîne. Vê dawîyê di televizyona xwe (Kanal A9TV) de dîsa paşûpê li kerê siwar bû û da zîtirkan.
Mêro çi bêje başe?
Dibêje: „Di Tewratê de ristek (sîstemek) kodkirî (sîstemek ku bi kodên veşartî hatiye çêkirin) heye. Aha di wan kodên veşartî de navê min derbas dibe“ filan û fîstan.
Yanî mêro dixwaze bêje ku „Ez pêxember im“ û xwe têxe çavê wan horîyên memikmezin û porzer.
Erê lo, xwedayê Tewratê navê Adnan Oktar begefendî bi kod û şîfreyên dizî di Tewratê de nivîsandiye.
Wax wax wax, olan oxlim, ma xwedayê Tewratê kesekî din nedît ku navê wî/wê di Tewratê de şîfre bike hi?
Werhasilî kelam, ez bi xwe kod û şîfreyên Tewratê nizanim. Min Tewrat xwendiye lê min tu quzilqurta şîfre û kodan tê de nedîtiye.
Lê ez tiştekî zanim. Xuyaye Terîqeta Adnan Oktar terîqatek xweş û pir germik û nermik e. Terîqetek seksî û kê kir kê ye. Bi her sê telaqên jinberdanê, ji bo wan horîyên memikmezin û porzer jî mabe, ezê bibim endamê terîqeta Adnan pêxember we go çi?
Çendek ji horîyên Adnan pêxember