Kerên Osmanî kurtanên xwe li Kurdan kir

Belê, Endamê Dezgeha Biryarmendîya Navendî ya AKP û perwerdekarê zanîngehê  cîgerim Prof. Dr. Yasin Aktay, di semînerek zanîngehê de bersiva xwendevanekî Tirk da. Xwendevanê ku nîjadperest û ji dola dêlika Asenayê bû, bi pirsên nîjadperestî raberizî Prof. Dr. Yasin Aktay. Profesorê germik û nermik jî bersiva xwendevanê kunek da, behsa Tirkbûn û nîjadê Tirkan kir û got: „Nîjadê Tirkan tuneye. Erê Tirk hene, lê kes nizane ji dola kê ne“ filan û fîstan.

taskiran KopiePiştî van gotinên Profesor. Dr. Yasîn Aktay, Tirkên nîjadperest rabûn ser tapana û qeraseyek kete wan.

Axir, piştî lotika Profesor. Dr. Yasîn Aktay, îcar Endamê Perwerdekarîya Zanîngeha Gazîyê Prof. Dr. Cemalettin Taşkıran, di semînerekê de got: „Di dema Osmanî de Tirk piçûk dihatin dîtin. Qîmetê wan û keran ji hev tunebû. Di Osmanî de ji me Tirkan re digotin „Tirkên Ker„. Heke em niha dibêjin em Tirk in û bi Tirkbûna xwe şanazîyê dikin, ev bi saya serê Atavirqo ye. Atavirqo kir ku em bi Tirkbûn û Tirkayetîya xwe serbilind bin „ filan û fîstan û quzê kerê.

We mesele fêhm kir ne wilo?

Osmanîyan ji Tirkan re digot „Tirkên Ker“ yan jî „Ker Tirk„. Û piştî ku Mistoyê Selanîkî desthilatî xist destê xwe, ew paşnavê „ker“ ji pişta Tirkan rakir û kurtanê xwe, ango kurtanê kerên xwe li me Kurdan kir.

Piştî ku Tirk ji kerîtîyê (bi gotina Prof. Dr. Cemalettin Taşkıran) û kurtan azad bûn, îcar terîya xwe (boçika xwe, dûvikê xwe)  bi Kurdan ve zeliqandin û ji me Kurdan re gotin (Kuyruklu Kurd – Kurdên bi terî)

Îcar ma ev ne ecêba xwedê ye?

Çawa kerên Osmanî kurtanê xwe li me bikin kuro!

Gerçî hîna jî gellek ji wan ew kerên dema Osmanî ne lê, de werhasil…

 

About The Author