Dez 31, 2013

Monat: Dezember 2013

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Bi helkefta dawî hatina sala 2013 û destpêka sala nû ya zayînî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên delal û hemû çîn û aliyên siyasiyan û bi taybetî jî xuşk û birayên mesîhiyên Kurdistan û Iraqê dikim. Hêvîdarim sala 2014 a zayînî li welatê me de bibe sala bi hêzkirina bingehên aştî û pêkvejiyan û lêborînê […]

Malpera Lêkolîn min ji kuştinê re dike hedef

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Li ser hinek nûçeyan rojnemevan Dilbixwîn Dara daxuyaniyek di malpera Avestakurd de belav kir. Rojnemevanek jiyana xwe ji bo weşana malperekî di xeterê de bibîne ev gelekîgirîng e. Ev demeke malpereke anonîm ku nav li xwe dike Lêkolîn, ku goya malpera navendeke lêkolînên stratejîk e, bi navên xeyalî, bêbextî, derew, fitne û fesadiyan belav dike. […]

SALA 2014 an PÎROZ BE

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Tê gotin wezîrê hundur Akbûlût diçe Kemaxa Herzincanê. Ji ber ku li Kemaxê hotêl nînin, wezîr û heyeta ligel li malan belav dibin. Wezîr dibe mêvanê serokê şahredarîya Kemaxê. Bi şev wezîr tengav dibe û dixwaze here destava mezin (gû kirinê) lê WC nabîne û pîyê wî li vazoya gulekê dikeve. Hema kulîlkan jê derdixe […]

Îcar jî dora xaltîka me Sebîha ye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, aktîvîst û nivîskara Tirk xaltîka me Sebîha Unlu vê demê ji Kurdekî/kê zêdetir bûye Kurd. Sebîha Unlu ne tenê aktîvîsta mafê mirovan û nivîskar, lê herweha bûka Kurdaye ye jî. Bi Kurdekî Geverê re zewivîye û ciwanikê xwe li ser Kurdan dêşîne û dinivîsîne. Xaltîka me Sebîha Unlu, li bajarê Ruhayê beşdarî „Panêla Roboskî […]

Seks ciwantir dike

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Li ser bextê pispor û lêkolînerên seksê be, dibêjin kesên ku lotikên bi rêk û pêk davêjin seksek baş dikin, 7 heta 10 salan ciwantir dibin û temenê wan jî dirêjtir dibe. Ji Nexweşxaneya Qralîyeta Edînbûrgê Dr. Davîd Weeks, dibêje “Bi taybet di temenê pêşketî de seks pir baş û bi fêde ye. Kesên ku […]

Berê Osmanê me dan Ruhayê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, BDP namzetên xwe kifş kirin û dest bi lotikan kir. Xaltîka me Gultan Kişanak kirin bûka Amedê û berê xalê me Osman Baydemîr jî dan Ruhayê nav îsotan. Her çiqasî BDP jî zane û îsotçîyên Ruhayê jî zanin ku wê xalê me Baydemîr qezenc neke jî, lê Osmanê me çima ev pêşniyaz qebûl kir […]

Ez pêxwasim efendim

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Leşker û polîsan şeva bîset û diduyê Eylûla Kenan Evren, li Taxa Eynzel, di saet sisiyên şevê de avêtin ser mala min. Ew şev mêvanekî min ji Stenbolê hatibû. Mal serobino kirin. Avîzeyekî me ya ferfûrî (qirîstal) şûşe û fincanên ferfûrî giş şikandin. Mal serobino, kirin xana Dîlawer. Zarûk tirsandin. Li pêş zarûkan şemaq weşandin […]

Di perwerdehiya zarokan de nirx

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Zarok dema çavên xwe vedikin tiştê dibînin bi gelemperî nirxên civakê ye,zarok dema têgihîştina wan dikemile nirxên civakê hîn dibin û ev nirxana dikin perçeyekî jiyana xwe.Her zarok li gor nirxên civaka xwe teşe digrin û li gor nirxên civaka xwe dijîn.Nirxê civakê  çibe zarok jî jixwe ew e.Nirxên civakê li gor civakan digûhere ,ev […]

Seboka me dîsa lotikên Asenakî avêtin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Beşek ji Elewî, sosyalîst (Kemalîst) û çepên çirto virto li serê PKK jî û li serê Kurdan jî bûne belayek mezin. Wek tevna pîra reş xwe li bedena PKK û Kurdan pêçane. Ji bo ku PKK û Kurdan ji xeta netewî dûr bixin û bi Kemalîzmê ve pîne bikin, çi ji destê wan tê dikin, […]

KEZÎZER BÛN BELA SERÊ SIMBÊLBOQAN

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Gundîyan ji çepgiran re digotin simbêlboq, çima ku simbêlên wan wek simbêlên Stalînê dîktator bûn. Birastî jî simbêlê Kurdan bi piranî qalind e, das nabire. Simbêl di nav Kurdan de  wek  nîşana mêranîyê tê bi nav kirin, ev kevneşopîyek dîrokî ye. Gelek caran bi serê simbêlên xwe sond dixwarin.Yek tiştekî ne baş bike jê re […]

Tîrkî Vîrusa Kurdî Ye!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Bi ya min, xebatên bi tirkî yên xwedêgiravî ji bo xurtkirin û geşkirina ruhê kurdayetî û kurdistanî, ji sûd û fêdê bêtir, zirarê dide ruhê kurdayetî û kurdistanî… Gelek canik û camêrên xwedêgiravî ji bo kurdayetiyê dixebitin, hewl didin, bi xebat û çalakiyên xwe yên bi tirkî, zirareke mezin didin binhişiya kurdayetî… Dibe ku di […]

Wêneyê herî dawî yê Ocalan

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Çend sîxurên me şev nîvê şevê li Girava Îmralîyê ketin qase û sindoqa midurê girtîxanê û çend wêneyên başqanê me dizîn. Aha ji we re wêneyê herî dawî yê serokê PKK A. Ocalan

Îro li hev hatin, heta carek din xwedê mezine

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Her du encumenên Kurd ên li rojavayê Kurdistanê (Encumena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê – ENKS-  û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê-MGRK) piştî lotik û zîtirkên dûr û dirêj protokolek di navbera xwe de îmze kirin û li ser çend xalan li hev kirin. Wey li ser xêrê be rebbî! Şabaş ji ENKS û MGRK re […]

PDKT jî li me zêde bû, kilîlîlîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê, yan jî bi navê Tirkî – TKDP- ji nû ve şîn hat. TKDP a ku di 1965an de hatibû avakirin û herdu serokên wê (Faîk Bûcak û Saîd Elçî) hatibûn şehîdkirin, îro dîsa li bajarê Amedê zîl da û pişkivî. Piştî dem û xebatek dirêj, Tevgera Bizava Kurdistanê xwe […]

Ciwanên Kurd lotikek din avêt

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Tevgera Ciwanên Kurdistan lotikek din avêt û berê xwe da Mêrdînê. Tevgera Ciwanên Kurdistan komeleya xwe ya duyem li Qosera Mêrdînê vekir û lotikek pîroz avêt. Di vekirina komeleyê de gellek xort û keçên ciwan beşdar bûn û bi ala Kurdistanê vekirina komeleya xwe pîroz kirin. Ciwan, ango keç û xortên nûhatî lokomotîfa şoreşê û […]

PDK çiryaye û diryaye, gelo çend PDK hene?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Belê, PDK-B, ango PDK a Kurdistana Bakur, bûye wek goka nav lingên hemû kesî û herkes pêhnekê lê dixe. Ji alîyekî PDK-B didin ber pehîn, lotik û zîtirkan û ji alîyê din jî dixwazin li ser mîratê wê partîqa qedîm û pîroz rûnin û biçêrin. Birastî lo, ev çend PDK li Kurdistana Bakur hene gelo? […]

Şikir ji xwedê re, başqanê me sipîsaxlem e!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 5
Birastî me ji zû de meraqa başqanê xwe û rewşa wî ya zîndana Îmralîyê dikir. Ji ber wêneyên wî nediweşandin, fikarên xerab dihatin bîra me û me digot qey dewleta virqo tiştek bi başqanê me kiriye, baş lê nenerîne û ji çap xistine. Lê piştî weşandina wêneyê wî yê herî dawîn, bêhna me hat ber […]

Ha quto, bajo quto bajooooooo!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, li ser bextê gendel û bertîlxurên bajarê Stenbolê be, dibêjin Wezîrê Navxweyî Muammer Guler ê Mêrdînî zêdeyî 20 milyon dolar bertîl xwariye. Û tew di mala kurê wî de milyon dolar hatine girtin. Wey li ser xêrê be rebbî! Şikir ji xwedê re! Ê law ma hema wê Laz û Qaz û Çerkez bertîlê […]

Hop şer e, şer e û şer e, dîsa li meydanê şer e

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê kezebno, çete û meteyên sererd û binerd ketine pêsîra hev û hevdu dane û didin ber lotik û zîtirkan. Serê rebenê Kasimpaşalî Receb ji bela û teşqeleyan xelas nabe. MHP, CHP û BDP ne bes bûn, Ewrûpa, Amerîka, Rûsya û Îsral ne bes bûn, Îraq, Îran û Sûrî ne bes bûn, îcar serê wî […]

BERF

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Dibare weke pepûlka spî, li ser bîhna axê Li asîman li ba dibe, wekî ku mest bûbe ji rûbarê Meya bihuşta xwedê, sivik weke sîbera yarê Rizgar bûye ji ewrên xwe, natirse ji qadrakêşê Li ber jenîna semayê dike, muzîka hezkima xweda Xakê digire ku kîna veşartî vemrîne Û li ser rûyê zarokan ken nîgar […]

Bişînin, neşînin, wê ev kurtan li ser pişta min bimîne!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Ser xêrê be rebbî! Wa Kurdistan jî petrolê di riya boriyê re difroşe alemê. De bera petrola me jî tev li petrola xelkê bibe û çi dibe bera bibe. Perên wê petrolê dikeve bêrîka kê, dikeve qasa kê, dikeve qûna kê, ji vî ve! Tu îşê min jê xerab nabe. Dinya wilo hatiye û wê […]

Al rûmet û namûs e

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Her millet berî ku bibe dewlet, di tekoşîna xwe ya dewletbûnê de bi nirxên xwe yên netewî xwe bi cihanê didin naskirin. Sembola herî mezin a milletbûn û dewletbûnê, al e. Al ne tenê sembola dewletbûn û serxwebûnê, lê herweha sembola yekîtîya milletekî ye jî. Wek her milletê dinyayê, Kurd jî xwedîyê sembolek netewî ne, […]

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“//www.youtube.com/embed/aLuYVKPdG9c“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

XETERA BIRAKUJIYÊ Û PIRSA AŞTIYA NAVXWEYÎ

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Xebatên yekîtiyê, lidarxistina konferans, kongreyên netewî û hwd bê aştî û hezkirina navxweyî nikare encamên berfireh bide. XETERA BIRAKUJIYÊ Û PIRSA AŞTIYA NAVXWEYÎ Dîroka birakujiya di nava Kurda de têra xwe bi êş e. Kevnare ye. Nasdar e. Lewma ‚aştî û hezkirina navxweyî‘ pirsek giring e. Xebatên yekîtiyê, lidarxistina konferans, kongreyên netewî û hwd bê […]

WE DÎT ÇAPEMENÎYÊ ÇI ANÎ SERÊ KERAN ?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Demsala zivistanê ji nişka ve bi berf û bahoz hat, çend ker û dehşikêg me li Sêweregê li derve man.  Belengazan li ber dîwarekî xwe spartin hev û cemed girtin. Xelk ji berf û bahozê nikaribû derketa derve, haya wan ji keran tunebû. Rojnamevan û weşanger bi kamera çûn kişandin û weşandin. Gelê me yê […]

Sor bavê min sor

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Li gor lêkolînek sererd û binerd, kiras, derpî û binderpîkên sor di jiyana zayendî û seksî de rolek pir mezin dilîzin. Cilfiroş û qerpalfiroşên Lotikxanê derxistin holê ku ji berê de Kurd ji rengê sor hez dikin. Kurd dibêjin „Bela sor be û bela çend qirûşên wê zêde bin“ filan û fîstan. Xuyaye ev helwesta […]

Oxlimler dest bi êrîşê kir

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, çapemenîya „Dogû Perînçek“ Aydinlik, van rojan li dijî başqanê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan dest bi antî propagandayê kiriye. Oxlimler ji bo ku başqanê me di çavê Kurdan de piçûk bikin, 1001 tiştan dibêjin. Olan oxlim, piştî ku me Kurdan qîma xwe pê anîye, ji we re çi başqanê me çi gotiye […]

Me kir wî, ew jî çûûûûûûû!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Orgeneral Teoman Koman fermandarê giştî yê Cendirman li Stanbolê mir û me di gora wî de mîzt. Teoman Koman damezrênerê JITEMê bû. Ji sala 1988 heta sala 1992an berpirsê MIT a Tirkiyê bû. Di dema Komande li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin, bi hezaran insan hatin kujtin û windakirin. Her xirabiya ku heta sala […]

Jinik, çenteyê piçûk û çenteyê mezin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Jinek ciwan di dadgehê de giliyê mirovekî dike. Hakim jê dipirse: De ka bêje, giliyê te çi ye ? Jinik: Hakim efendî ez vî merivî gilî dikim. Lewra li ber otobosê dest avêt qirika min û dikira ez bifetisandama û bikuştama. Hakim vedigere ser mirov û jê dipirse: Te çima xwest ev jinik bifetisanda û […]

Li Kurdên Îranê xwedî derkevin, hovîtîya rejîma Îranê şermezar bikin.

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 5
http://www.thepetitionsite.com/takeaction/662/399/899/            

Kurd wek lehmecûncî Îbo jî nayên

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Lehmecûncî Îbo, ango Îbrahîm Acises, li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsandiye ku ji ber qutbûna elektrîka Stanbolê, dikana wî ya lehmecûnan kar nake, ji ber vê yekê jî ew poşmane ku li Stanbolê, li Kurtuluşê dikan vekiriye. Çima ku li wir ceryan qut dibe û sparîşa lehmecûnan di dema xwe de nagihê mişterîyan, Îboyê […]

Heta seeta me quzê dêya te be, wê halê me jî ev hal be

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Bextê me Kurdên bakur reş e. Qirdê me kor e û feleka bêbext pişta xwe daye me. Heke yekî wek Ertuğrul Kürkçü bibe rêveberê me Kurdên xwelîliser û li ser navê me biryaran bide, naxwe kera nîhaye dêya me û hew. Hevserokê Halklarin Dewşîrme Partîsî (HDP) Ertugrul Kurkfiroş, ango „şoreşgerê bin kayê„, gotiye, „Di navbera […]

Hunerbaza bavKurd Moune Wasif

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Navê xwe yê rastî Moune Cêlmiran Mustefa Wasif. Ji Kurdên Sûrîyê ye ((Kurte jîyana wê)) Di sala 1939 an de li Şamê ji dayîk bûye. Dayîka Moune Wasif bixwe ji Erebên fileh e û bavê xwe jî Kurd e. Lê wek tê naskirin ew stêra tilvizyona Sûrîyê ye. Dema temenê wê heft 7 salî bû […]

Yê jêhatî dinya jê re lihevhatî

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Di demekê de bû, ku Partiya Komûnîst ya Îraqê, pêwendiyên xwe li gel Partiya Baas ya desthilatdar çêkiribûn û yanî qaşo bûbûn destbirak! Lê ji destbiratiya quling û rovî xerabtir bû haa! Îca dibêjin van kumsor û derpîsorên gû-û-mîst, yanî komûnîst loo, xwestin bîroyên xwe li paytexta Harûn Al Raşîd, na na, wê demê paytexta […]

Xalê me Mandela çû û hew vedigere

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, me legengekî xwe yê hêja wenda kir. Mêrê bi sed mêrî, gunikreşê bêhempa, lotikvanê mezin û kilê çavê azadîxwazên cîhanê Nelson Mandela, di 95 salîya xwe de ji vê cîhana gewrik koç kir û berê xwe da axreta wêran. Wek hemû milletan, milletê Kurd jî dostekî xwe, piştgirekî xwe wenda kir. Mandela, tenê ne […]

HPK li Batmanê lotikek qerase avêt

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Batmanê be, dibêjin çawîş û başçawîşên Hewldana Partîyek Kurdistanî civînek qerase li Batmanê li dar xistine û dane lotikan. Di civîna wan de 30-40 qeraseyê zilaman beşdar bûne û tev jî doktor, mihendiz, mîmar, mamoste, sendîqevan, asîstan û şagirtên zanîngehê bûne. Dibêjin ji xeynî çend porsipî û yextîyarên […]

ZAZAKÎ DEVXWARKIRINA KURMANCÎ YE

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Li gundekî Mûşê gundîyan tv temaşe dikirin, di bernamê de mijara Zaza û Kurmancan gengeşî dikirin. Hinek bêşdaran digotin “ Zaza ne Kurd in, netewek  cuda ne. “ Hinek bêşdaran jî digotin “ Zaza Kurd in û zimanê Zazakî jî wek Kurmancî, wek soranî şaxeke Kurdî ye. “ Gundîyekî got “ Birastî jî Zaza ne […]

Ji Dîrokê Çend Mirinên Tirajîkomîk

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Tê gotin ku helbeskarê çînî Li Po Ay ê ku di sedsala heyştan de jîyaye, rojekê dihere ber çemekî û ziq li şewqa xwe dinêre. Piştî kêlîyekê ka bê çi tê bîra wî û çi hîs dike em nizanin, xwe nagre û dixwaze şewqa xwe himbêz bike. Mixabin himbêzkirina şewqê dibe dawiya emrê wî û […]

Li ser fûtkê mame

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Rojekê du birak diçin gundekî Ereban û derbasî oda mezinê gund dibin. Dema derbasî hundir dibin, yek çêçikê zinê ye, diçe di orta civatê de rûdinê, lê yê din, reben e,  di serê rêza aliyê derî de rûdinê. Îca hergava ku yek tê û li derî dide, xwediyê male jî jê re  dibêje: Fût (derbas […]

Yek nêr û yek mê, gelo wê xwedê bide kê?

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Belê kezebno, hilbijartin nêzîk bûn û partîyên me jî dest bi lotik û zîtirkan kirin. Piştî nîqaşên dûr û dirêj û germik û nermik, BDP sêva xwe li serê xaltîka xwe Gultan Kişanak (a Turkmen) xistin û ew kirin namzeta bajarê Amedê. Berê hat gotin ku wê xaltîka me Emîne Ayna bibe namzet. Lê xuyaye […]

Erê dinyayê, em ji ku hatin ku…..

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, Sêyemîn Konferansa Gaz û Petrola Kurdistanê çêbû. Di vê konferansê de ji rayedarên şîrketên dewletên cûr be cûr bigrin heta bi rayedarên dewletên dagîrkerên Kurdistanê jî beşdar bûn. Ne tenê beşdar bûn, herweha li ber sirûda netewî rabûn ser lingan û di bin ala Kurdistanê de pal dan. Erêêêêêê erê.. Erê dinyayêêêê… Doh em […]

Kerên Osmanî kurtanên xwe li Kurdan kir

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Belê, Endamê Dezgeha Biryarmendîya Navendî ya AKP û perwerdekarê zanîngehê  cîgerim Prof. Dr. Yasin Aktay, di semînerek zanîngehê de bersiva xwendevanekî Tirk da. Xwendevanê ku nîjadperest û ji dola dêlika Asenayê bû, bi pirsên nîjadperestî raberizî Prof. Dr. Yasin Aktay. Profesorê germik û nermik jî bersiva xwendevanê kunek da, behsa Tirkbûn û nîjadê Tirkan kir […]

BIRATÎ

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Ger xebat wisa be, cîhana me wê ne ev be Ger dilê min û te yek be, Kurdistana me wê gul û baxçe be Ger xebata min û te yek  be, dîlana me wê çiqas xweş be Ger destê min û te yek be, şoreşa me wê timî serkeftî be Ger dilê min û te […]

Kurmê darê ji darê ye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Petrol pêşeroj û qedera Kurda ye. Petrol garantî û pêşeroja serxwebûna Kurdistanê ye. Amerîkayê ji bo petrola Kurdistanê nîha qûna Saddam Hisên û ew şeniqand. Nîvê petrola dinyayê li Kurdistanê ye.  Amerîkayê „Projeya Mezin a Rojhilata Navîn“ ji bo şirîkatîya petrola Kurdistanê çêkiriye. Heke Kurd vê derfeta petrola xwe ji dest xwe berdin, wê pêşeroja […]