Li gundekî Mûşê gundîyan tv temaşe dikirin, di bernamê de mijara Zaza û Kurmancan gengeşî dikirin.
Hinek bêşdaran digotin “ Zaza ne Kurd in, netewek cuda ne. “
Hinek bêşdaran jî digotin “ Zaza Kurd in û zimanê Zazakî jî wek Kurmancî, wek soranî şaxeke Kurdî ye. “
Gundîyekî got “ Birastî jî Zaza ne Kurd in, ez ji zimanê wan tiştek fêm nakim.”
Yekî din got “ Law tu çawa fêm nakî ? Hema mirov devê xwe xwar ke û biaxive Kurmancî dibe Zazakî lo. “
Civatê bi piranî gotin “ Belê tu rast dibê, mala te ava. “
Van rojan dîsa hinek bi zanatî lê nezan mijara Zaza vedikin da ku Kurdan ji hev parçe bikin.
Gelî Kurmancan, hûn jî hema devê xwe xwar bikin û biaxivin, hela Zaza çawa ne Kurd in!