Kurmê darê ji darê ye

Petrol pêşeroj û qedera Kurda ye. Petrol garantî û pêşeroja serxwebûna Kurdistanê ye. Amerîkayê ji bo petrola Kurdistanê nîha qûna Saddam Hisên û ew şeniqand. Nîvê petrola dinyayê li Kurdistanê ye.  Amerîkayê „Projeya Mezin a Rojhilata Navîn“ ji bo şirîkatîya petrola Kurdistanê çêkiriye. Heke Kurd vê derfeta petrola xwe ji dest xwe berdin, wê pêşeroja wan li wan bibe jehr û ziqûm. Ji ber vê, peymanên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi dewlet yan şîrketên biyanî re îmza dike, girîng in. Ew peyman wan li ser lingan dihêle û pêşeroja Kurdan dixe bin garantî û piştrastîyê.

WZMN_13_20121222.inddAxir, peymanên ku Kurd serbixwe bi dewletan re îmza dike, qûşê li hikûmeta Bexdayê û pêve girêdayî sofîk û melayên Îranê diqetîne. Heke kunekê Malikî bêbextî nekiriba û paya hatina petrola bidaya Kurdan, Kurdan jî belkî peymanên serbixwe îmza nedikirin. Lê kunekê Malikî hem paya Kurdan nade wan û hem jî li dij derdikeve ku Kurd peymanên serbixwe bi dewlet û şîrketên biyanî re îmza bike. Ji ber ku Kurd jî bi qûna Malikî zanin û zanin bê çend mû bi qûna wî ve ne, hesabê wî bi kîrê xwe nakin û peymanên xwe îmza dikin.

Berî çend rojan canekem Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hat Enqerê û bi Serokwezîr Kasimpaşalî Receb re hevdîtina îmzakirina peymana neft û gazê kir. Nûrî El Malxerab li dijî vê lotikê derket û hişyarî da Tirkîyê. Heman rojê Amerîkayê jî piştgirî da Malikî û li dij peymanê derket. Hat gotin ku peyman nehatiye îmzakirin û Nêçîrvan Barzanî destvala vegeriyaye Hewlêrê.

Me helwesta Nûrî El Malikxerab fêhm kir. Dijmin e,  naxwaze ku Kurd bi petrola xwe dewlemend bibin û di qada navnetewî de bibin xwedî erk û gotin. Lê Kurd? Çima hinek Kurdên xwelîliser li dij peymanên serbixwe derdikevin û piştgirîya Erebên qûnreş dikin gelo?

Meselen Tevgera Goran

Tevgera Goran bi daxuyanîyekê piştgirî da Nûrî Malikî û li dij derket ku Kurd petrola xwe di ser Tirkîyê re bifroşin bazara dinyayê.

Çima li dij derdikeve?

Ji ber ku Îran rejîmek Şiî ye, Malikî Şiî ye û Goranekanim jî bûye Şiî, ango bûye xulamê xulaman.

Çima ku KDP û Barzanî xeta netewî diparêzin.

Axir, kurmê darê ji darê ye wesselam.

Xwedê kerîm û rehîme…

Silêmanî

About The Author