Di perwerdehiya zarokan de nirx

Mehmet ALi KopieZarok dema çavên xwe vedikin tiştê dibînin bi gelemperî nirxên civakê ye,zarok dema têgihîştina wan dikemile nirxên civakê hîn dibin û ev nirxana dikin perçeyekî jiyana xwe.Her zarok li gor nirxên civaka xwe teşe digrin û li gor nirxên civaka xwe dijîn.Nirxê civakê  çibe zarok jî jixwe ew e.Nirxên civakê li gor civakan digûhere ,ev nirx jî bandoreke mezin li ser jiyan zarok pêk tîne.

Mafê zarok ên herî mezin ew ku zarok çanda xwe ola xwe hîn bibe.Dema zarok çanda xwe ,ola xwe baş hîn bibe dê zarokê ji xwe re nasmameyekê  pêk bîne û li gorî wê nasnameyê bijî.Çawa ku gîha dihere li kokê kahr dihere li makokê, zarok jî diherin li nirxên xwe.Ji ber vê yekê heke em zarokên xwe li gor nirxên civaka wan mezin bikin dê zarok bi hêsanî nirxên navnetewî jî baş hîn bibe û bike perçeyekî jiyana xwe.

Gelek malbat hene zarokên xwe bê nirxên civaka xwe mezin dikin.Di mezinkirinê de ximê navnetewî esas digrin,ev jî tiştekî pir şaş e.Ji ber ku zarok bi nirxên civaka xwe dikemile û bi vê rêgezê dikare xwe bigihîjîne nirxên navnetewî  û ximên humanizme.

Dema zarok bê nirxên civaka xwe bên mezinkirin dê di derûniya zarokan de travma pêk were û zarokên pêşerojê nexweşîyên derûnî bijîn.Çawa  zarok dema tê dunyayê cara ewiliî şîrê diya vedixwe pêwîst e ku zarok cara ewiliî hînî nirxên civaka bibe.Heke werganî nebe dê jiyana zarok de dê valahiyek mezin pêk were.

Mirov di pêvajoya jiyanê de dikemile û heke bixwaze di jiyana xwe de gelek nirxan diguherîne.Mirov cara ewilî bir nirxên çanda xwe û bir nirxên ola xwe dikemile û bi ev kemilandinê dikare bigihîje humanizme an jî nirxên mirovatiyê.Heke zarok nirxên ewilî hîn nebin û rasterast li gor nirxên mirovatiyê bê mezinkirin dê zarokê di jiyana xwe valahiyek mezin bijî û dê girîngiya tu nirxan jî nemine.

Tiştê em dizanin dema zarok tên mezinkirin pêwîst e ku cara ewilî nirxên xwe bizanibin. Ji ber ku  zarok bi saya ev nirxanan dikare bigihîje fikrên mirovatiyê.

Nûçevan.com

About The Author